Civaka sivîl li Tunisê ji ‘îstîsna’ ber bi qonaxeke dorpêçkirinê ve

Li Tunisê di nav nakokiyên têkildarî çarçoveya yasayî ya xebata komeleyan, pirsgirêkên fînansekirin û çavdêriyê û nerînên cûda li ser hevsengiya rêziknameyê de, nîqaşên li ser rewş û rola civaka sivîl zêde dibin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tunis – Rêxistinên civaka sivîl li Tunisê niha di qonaxek krîtîk de ne, ku yek ji yên herî dijwar ên ji sala 2011’an vir ve ye. Rewşa giştî ji qonaxek berfirehbûna azadiyan û vekirîbûnê ber bi qonaxek ku bi gumanbariya zêde, zextên qanûnî û îdarî û giliyên zêde yên li ser sînordarkirinên li ser karê komeleyan ve tê xuyangkirin veguheriye.

Hişyariya aktorên civaka sivîl

Li ser mijara "fînansmana biyanî" nîqaşên germ derketine holê, ku niha di gotûbêjên fermî de wek mijarek serweriya neteweyî tê pêşkêşkirin. Aktorên civaka sivîl hişyariyê didin bandorên ku ev ê li ser serxwebûn û kapasîteya xebitandinê ya civaka sivîl bike.

Çend komele bawer dikin ku ev zext, di hin rewşan de dikarin ji bo tepisandina dengên rexnegir werin bikaranîn. Bi taybeti ji ber zêdebûna hejmara dozgeriyan û meyla ber bi sererastkirina çarçoveya qanûnî ya ku karê komeleyan ber bi kontrol û çavdêriya mezintir ve birêve dibe. Ev bûye sedema rewşek "bi zorê" ya di nav qada sivîl de.

Rawestandina çalakiyên Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê ji bo mehekê

Ev çarçove, li gorî çalakvanên mafên mirovan di rêze tedbîrên ku çend komeleyên çalak hedef digirin de, di nav de rawestandina çalakiyên Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê ji bo mehekê, ku bi 16 rojên çalakvaniyê li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî re hevdem bû, hate nîşandan. Ev wek tedbîrek hate dîtin ku gihîştina mexdûran ji bo şêwirmendiya hiqûqî û piştgiriya psîkolojîk sînordar dike. Tedbîran her wiha rawestandina komeleya "Mala Min" ku ji bo mexdûrên tundiyê stargeh peyda dike û her wiha komeleyên din ên wek "Dengên Jinan" jî di nav xwe de digirt.

Ev meyl dikare rola civaka sivîl têk bibe

Çalakvanên mafên mirovan bawer dikin ku ev meyl dikare rola civaka sivîl têk bibe û valahiyek hiqûqî biafirîne, komên xeternak bê parastinek têrker bihêle. Ev gefê li destkeftiyên dewleta sivîl dixwe û atmosferek fikarê diafirîne ku azadiya komeleyê sînordar dike. Di çarçoveya nirxandinek berfirehtir a çarçoveya hiqûqî ya ku komeleyan birêve dibe, bi taybetî Fermana 88 a 2011’an, di bin navê parastina serweriya neteweyî û têkoşîna li dijî fînansmana neqanûnî de.

Zêdekirina polîtîkayên krîmînalîzekirin û tepeserkirinê

Çalakvan Douha Yahyaouî li ser navê însiyatîfa "Ji Krîmînalîzekirina Karên Sivîl re Na " axivî, ji ajansa me re got ku civaka sivîl li Tunisê bi tiştê ku wê wek polîtîkayên zêde yên krîmînalîzekirin û tepeserkirinê bi nav kir re rûbirû ye. Douha bal kişand ser çalakiyên mafên mirovan ên ku ji bo çareserkirina xuyangên nijadperestiyê û kêmbûna azadiyan têne payîn.

Douha Yahyaouî li ser hedefgirtina karên sivîl û hevgirtinê yên li welêt, hişyarî da.  Wê ragihand ku ev meyl di Sibata 2023’yan de bi eşkereyî dest pê kiriye, piştî tiştê ku wê wek kampanyayek nîjadperest li dijî koçberên ji welatên başûrê Sahrayê bi nav kir. Piştî wê, Douha got tedbîrên ku bandorê li hejmarek komeleyan dikin, hatine girtin.

Douha Yahyaouî zêde kir ku ev kiryar ne tenê mafên koçber û Tunisiyan binpê dikin, di heman demê de ji bilî binpêkirina destûr û qanûnên herêmî, ‘êrîşek li ser pergala mafên mirovan û erkên navneteweyî yên Tûnisê’ jî pêk tînin.

Komele bi kampanyayên nefret û reşkirinê re dimîne

Douha Yahyaouî behsa kampanyayên nefretê yên berfireh û kampanyayên reşkirinê yên li ser platformên medyaya civakî jî kir. Kampanyayên ku civaka sivîl û çalakvanan bi tawanbarkirina wan a bi xiyanetê hedef digirin. Douha tekez kir ku pirsgirêk ji ferdan wêdetir diçe û hedefgirtina sîstematîk a komele û rêxistinên neteweyî yên ku di qadên sivîl û hevgirtinê de dixebitin jî di nav xwe de digire.

Çalakî tenê dê bi semîneran ve sînordar nemîne

Douha Yahyaoui tekez kir ku çalakvaniya mafên mirovan dê bi semîneran ve sînordar nebe, dê bigihîje kolanan da ku redkirina kategorîk a nijadperestiyê nîşan bide. Ev yek xwepêşandanek li ber Qesra Edaletê jî dihewîne da ku daxwaza berdana tavilê ya hemû kesên ku ji ber hevgirtin û çalakvaniya wan a sivîl hatine girtin. Mîna Saadia Mesbah û her wiha yên ku di doza "Flotilla of Seadfastness" de hatine girtin û çalakvanên din ên ku ji ber dijberiya xwe ya li dijî polîtîkayên heyî bi darizandinê re rû bi rû ne, were kirin.

Banga hevkariyê

Douha Yahyaouî di dawiyê de tekez kir ku dengên azad ên ku li dijî polîtîkayên ku azadiyan, çalakiyên sendîkayan, rojnamegeriyê û civaka sivîl binpê dikin, niha bi "çarçoveyek xeternak" re rûbirû ne ku bingehên çalakiyên sivîl û siyasî li Tunisê tehdît dike. Wê banga hevkariyek berfireh di navbera hêzên cihêreng ên neteweyî û mafên mirovan de kir da ku maf û azadiyan biparêzin û berdewamiya civaka sivîl mîsoger bikin.