ekolojî

  • HDP: Pêşgiriya herî mezin a li pêşiya aloziya avê çûyîna desthilatdariyê ye 

    Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê di daxuyaniya xwe ya 22’yê Adarê ya Roja Avê ya Cîhanî de got; “Di sala 2022’an de li Tirkiyeyê çavkaniyên avê bi tecrîda desthilatdar û sermayeyê tên tunekirin.”

  • Cihê vegerandina pilastîkan li Helepçe hat vekirin 

    Bi armanca paqijkirin û şînkirina Helepçe pirojeya Dostê Jingehê cihê vegerandina pilastîkan hate vekirin.

  • Jinên Filistînê li ser metirsiya guherîna avhewayê nîqaş kirin 

    Derbarê guhertina avhewayê û bandora wê li ser zayendê li Xezayê, komxebatek ji aliyê Tora Rêxistina Sivîl ên Filistînê ve hat lidarxistin.

  • Ji bo parastina Geliyê Xezayê çalakiya jinan a Rêya Geştiyariyê 

    Bi minasebeta 8’ê Adarê jinên Filistînê li Xezayê ji bo parastin û pak girtina Geliyê Xezayê dest bi çalakiyek ekolojîk a bi navê Rêya Geştyariyê organize kirin.

  • Li Qamişloyê Şitilgeha Hevrîn Xelef hat vekirin 

    Li Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Rêveberiya Giştî ya Çandî û Sewaldarî, li gel Rêveberiya Daristan û Parastgehan, Şitilgeha Hevrîn Xelef vekirin.

  • "Paqijiya bajar awêneya çand û hişmendiya civakê ye" 

    Rêvberiya mekteba Jin a Komîteya Şaredarî û Ekelojî ya Kantona Hesekê Nûra Mehmûd Şihab da zanîn ku paqijiya bajar hişmendî û çanda civakê dide diyarkirin ji bo wê paqijiya bajar erk e li ser milê her kesê.

  • Femînîstan ji bo xetereyên guherîna avhewaya Yemenê hişyarî dan 

    Saziyên jinan ên Yemenê ji bo hişyarkirina metirsiyên qirêjiya jîngehê û guherîna avhewayê bi dirûşma "Jîngeha me paşeroja me ye" kampanyaya hişyariyê ya dîjîtal li bajarên cuda yên Yemenê dan destpêkirin.

  • Jinên Tûnisî di warê parastina domdariya jîngehê de xwedî roleke girîng in 

    Rabîa El-Werfalî diyar kir ku ew tu tiştî navêje çopê, berovajî wî ew tiştên ku di mal û dibistana wê de hene bi riya veguherandinê û piştre kirûbirê dinirxîne û bal kişand ser xebatên xwe yên perwerdekirina ciwanan ji bo parastina derdorê û her tiştê ku tê bikaranîn bi awayekî erênî.

  • Dara keçikê ya li çiyayê Kezwanan 

    Meryem El-Hesen a ku ji gundê Xera yê çiyayê Kizwanan e behsa çîroka dareke li çiyayê Kizwanan a ku bi navê "Dara keçikê" ye li kêleka wê kaniyek çêbûye kir û ev yek anî ziman: "Temenê dara keçikê nayê zanîn lê ew ji serdema Yahûdiyan ve heye. Tê gotin ku Yahûdiyên dixwestin wê bigrin dest, keçikê ji Yezdan daxwaz kir ku wê bike darek da wê negirin û wiha ev çîrok heya roja me ya îro hatiye û em darê diparêzin û bi baldarî nêzî wê dibin."

  • Keleha Zembîlfiroş li benda restorasyonê ye 

    Keleha Zembîlfroş a li navçeya Farqîna Amedê, tevî dewlemendiya xwe ya dîrokî nayê parastin. Di xebatên bi hinceta "tê restorekirin" de bi milyonan pere hat xerckirin lê tu encamek baş ji wan derneket. Şêniyên bajêr diyar kirin ku ji bo keleh hîn zêdetir zirar nebîne divê bê restorekirin.

  • Geliyê Xezayê ji nû ve bi enerjiya ciwanan zindî dibe 

    Çalakvana civakî Haya Hîcazî ku yek ji beşdarên kampanyayê ye, dibêje ku hilbijartina gelî ji bo di lîsteya mîrateyên UNESCO’yê de cih bigire û veguherîna wê ji seyrangeheke geştiyarî ji bo cihekî çopê ew e ku wê hişt beşdarî kampanyayê bibe û bi belavkirina hişyariyê di nav şêniyan de jiyanê vegerîne herêmê.

  • Tundiya li ser heywanan asta krîza exlaqî nîşan dide 

    Li Tûnisê mijara qutkirina lingê bizinek ji aliyê kesekî nenas ve bû sedema gengeşiyeke berfireh. Piştî belavbûna dîmenên trajîk ku asta krîza exlaqî nîşan didin, li ser heman mijarê gelek şîrove hatin kirin ku tundiya li ser heywanan ne tenê li Tunisê heye li gelek welatên din jî tê kirin. Tevî van şîroveyan jî komeleyên taybet û komeleyên jîngehparêz ên ku bi heywanan re mejûl dibin, tundiya li ser heywanan şermezar kirin.

  • Gotinên ji bo rastorasyona dêra dîrokî li hewa man 

    Dêra Germûş a dîrokî ya ku tê gotin di sedsala 19'an de hatiye çêkirin, bi avahiya xwe ya nepenî û bi efsûn, bi mîmariya xwe ya rengîn mirov heyran dihêle. Sozên ji bo restorasyona dêrê dîrokî ya heta sedsala 21'ê li ser piyan maye, hatine dayîn jî heta niha li hewa mane.

  • Welatiyên Helepçe li ser berfê xwarinê ji balindeyan re didanin 

    Li sînorê Helepçe û Hewram nêzî 40 santîm berf barî, hemwelatî bi barîna berfê gelek keyfxweş bûn û hemû derketin nava berfê. Li gel kêfxweşiya berfê welatiyan erkê xwe yê jîngeparêziyê jî bi cîh anîn û balindeyên xwarina wan dibin berfê de mayî bê xwarin nehêlan. Bi pêşengiya Seroka şaredariya Helepçe Kuwêstan Ekrem welatiyan li derdorê xwarin ji bo balindeyan danîn.

  • Li Xezayê cara ewil keçek axa kompost çêdike 

    Alaa El-Mesrî der barê destpêka karê xwe di pîşesaziya axê de dibêje: "Min salekê li Wezareta Aboriyê ya Filistînê perwerde dît û ji vê fikrê hez kir lewre piştî serdana yek ji pêşangehên çandiniyê li Xezayê, min berê xwe da çandina kivarkan ku ji aliyê Rêxistina Alîkariya Çandiniyê ve hatibû fînansekirin.”

  • Malên ax ên berhemê civaka xwazayî ne bi tendurist in û ji bo jiyanê destdayî ne 

    Eyşa Ibrahîm yek ji jinên ku mala xwe bi axê lêkiriye û heya niha jî hezkirina xwe ji wî karî re heye wiha got: "Min mala xwe bi axê lê kir, ev yek jî wek çand e li gel me, ji bo ev çand neyê jibîrkirin divê em biparêzin û xwedî lê derkevin."

  • Tirkiye bi hedefgirtina cihên dîrokî hewl dide li heremê jiyan û dîrokê vemirîne 

    Dewleta tirk a dagirker bi riya êrîşan dixwaze dîrok û çanda Kurdan tune û binpê bike, der barê mijara êrîşên ku li ser cihên dîrokî di 20'ê Kanûnê de li gundê Xeran Şemsê û Gundê Mezin pêk hatin de dayikên Efrînê yên li navçeya Şêrawayê de dijîn dibêjin: "Erdogan bi riya êrîşên li ser cihên dîrokî dixwaze çanda Kurdan binpê bike û Împratoriya Osmaniyan vejîne. Em tu carî ji êrîşên dewleta tirk a dagirker natirsin."

  • Yedigoller bi dîmenên xwe yê bêhempa mirovan matmayî dihêle 

    Dema ku bedewiyên xwezayî yên Yedigoller yên ku wê dibînin ji xwe matmayî dihêle, rengvedana dîmena bêhempa ya li ser golên wê bi awayekî ku li hemberî rastiyê serî hilde, dîmenêk pir cûda diafirîne.

  • Li Xuzistanê qeyrana ava vexwarinê zêde dibe 

    Di van demên ku li parêzgeha Xuzistanê qeyrana ava vexwarinê roj bi roj kûrtir dibe, gelek welatî ji ber ava qirêj jehrî bûn.

  • Yên bedewiya Kandovanê dibînin heyran dimînin 

    Gundê Kandovan ê ku xwedî bedewiyek bêhempa ya dîrokî ye dîdarên xwe mest dike.