Zeyneb El-Şebîbî: Çandiniya ekolojîk ji bo siberojê alternatîfek e
Çalakvan Zeyneb El-Şebîbî bi biryardariyek bêhempa têkiliyeke kûr bi axê re danî, bi dirûşma parastina çandiniya ekolojîk û teşwîqkirina jin û ciwanan bibe alternatîfek li hemberî guherînên avhewayî têdikoşe.

HENAN HARÊT
Mexrib – Zeyneb El-Şebîbî ji bo di pêşerojê de alternatîfan ava bike bi têkilî hezkirina kûr a bi axê re hewl dide jinan di warê teşwîqkirina jiyana ekolojîk de perwerde bike.
Evîna axê û çandiniya ekolojîk
Ji evîna xwe ya ji ax û nebatan, Zeyneb El-Şebîbî di warê çandiniya ekolojîk de bûye yek ji parêzvanên herî bi hêz. Ew dûrî teknîkên modern û dermanên kîmyewî ku di çandiniyê de tên bikaranîn, li çareseriyên xwezayî geriyaye û wiha dibêje: “Min ji ber xwarinên kîmyewî gelek êş kişandin. Min dest bi lêgerîna sebze û fêkiyên xwezayî kir ku bêyî dermanên kîmyewî tên çandin. Min fêm kir ku ev derman bûne sedema nexweşiyeke bakterî di bedena min de.”
Rêwîtiya lêgerîna çandiniya ekolojîk
Zeyneb El-Şebîbî ji bo fêrbûna çandiniya ekolojîk tevlî atolye û perwerdeyên cihê bûye û li ser wan wiha got: “Ez tevlî komeleya ‘Mirovayetî û Ax’ bûm û min gelek razên axê nas kirin. Hînî teknîkên çandiniya biyolojîk bûm."
Zeyneb El-Şebîbî bi saya perwerde û xwendina xwe, fêrî rêbazên nû yên çandiniyê bûye û balê dikşîne ser parastina kalîteya axê û dewlemendkirina wê bi ziblên xwezayî, bêyî dermanên kîmyewî.
Zeyneb El-Şebîbî têkiliyeke xurt bi axê re çêkiriye ku bi wê re pêla axê hîs kir û hewcedariyên wê nas kiriye û wiha didomîne: “Min xwest bi axê re têkiliyeke wisa çêbikim ku êşên wê fêm bikim. Ax ji bo min ne tenê çavkaniya xwarinê ye, mîrasek û berpirsyariyek e.”
Projeyeke çandiniyê ya xwezayî
Zeyneb El-Şebîbî perçeyek erd li nêzî herêma Aghmatê, 30 kîlometre dûrî Marakeşê, kiriye û wiha didomîne: “Min erd bi baldarî hilbijart da ku tê de av hebe. Armanca min ew bû ku ez hem xwarina xwezayî hilberînim hem jî ezmûnên xwe yên ji komeleyê bi jinên din re parve bikim.” Wê bi van perwerdeyan jinan teşwîq kir ku bi rêbazên ekolojîk çandiniyê bikin.
Li hemberî guherînên avhewayî
Di demeke ku guherînên avhewayî û kêmbûna avê zêde dibin de Zeyneb El-Şebîbî rêbazên nû ji bo dewlemendkirina axê û rêvebirina avê dîtine û li ser wan wiha dibêje: “Ez fêrî teknîkên berhevkirina ava baranê di çalan de bûm ku ji bo avdana di dema kêmbûna avê de tê bikaranîn. Her wiha min kurmik di axê de mezin kirin da ku bi madeyên organîk axê dewlemend bikin.” Van rêbazan alîkariya wê kir ku çandiniyeke domdar bi dest bixe.
Pêşengiya jinan di çandiniya ekolojîk de
Zeyneb El-Şebîbî diyar dike ku ji bo ciwanan perwerde bike bi komeleya “Mirovayetî û Ax” xebitiye û wiha didomîne: “Berpirsyariya min ew e ku ez zanîna xwe bi nifşeke nû re parve bikim, da ku ew bi guherînên avhewayî re li hev werin. Di çandiniya ekolojîk de pêwistî bi zanistî û zanebûnê heye, da ku fermanber û cotkar baweriyê bi vê rêbazê bînin.”
Dosta axê
Zeyneb El-Şebîbî, diyar dike ku mîna Zeyneb Nefzawî, jineke dîrokî ya Marakeşê, têkiliyeke kûr bi axê re ava kiriye û wiha didomîne: “Ax ne tenê çavkaniya xwarinê ye, dayik e me hemûyan di hembêza xwe de diparêze. Dema jiyan dijwar dibe, ez bi axê re bi aram dibim. Hevalên li ser sifreyê, hevalên di nava axê de ne. Mînak, pîvaz û keşnî, firingî û rîhan dikarin bi hev re bên çandin, wekî ku di xwarinê de bi hev re tên xwarin.”
Zeyneb El-Şebîbî bûye dengê parastina çandiniya ekolojîk ku di şertên guherînên avhewayî de domdariya hilberîna xwarinê diparêze, bêyî ku zirarê bide axê yan tenduristiya mirovan.