TEV-EKO: Texrîbatên ku dewleta Tirk pêk tîne dê nifş bi nifş bidome
TEV-EKO'yê diyar kir ku texrîbatên ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava nifş bi nifş berdewam bike û got: "Bi êrîşan re sûcên şer tên kirin. Em bang li her kesî dikin ku hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin."
Navenda Nûçeyan- Tevgera Ekolojiyê ya Kurdistan-Ewropayê (TEV-EKO)’yê li ser êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyeke nivîskî da.
‘Hemû heyînên li vê herêmê dibe hedef’
Daxuyani wiha ye: "Dewleta Tirk û kêmên girêdayî wê yên cîhadîst, ev demeke dirêj e embarên dexlî, binesaziya av û karebayê, qadên jiyana sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşan ji holê radike. Êrîşên li ser erzaq, av û karebayê texrîbateke mezin çêdikin. Tevî ku Rojhilata Navîn bi metirsiya hişkahiyê re rûbirû ye, ev êrîşên çavkanî û binesaziya avê hedef digirin, ne tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû heyînên li vê herêmê dikin hedef."
‘Texrîbkirina bizanebûn ya heyînên ekolojîk, sûcekî li dijî mirovajiyê ye’
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku "Texrîbkirina bizanebûn ya heyînên ekolojîk, sûcekî li dijî mirovajiyê ye. Bi van êrêşan sûcê şerî tê kirin. Ev êrîş dê herêmê bi demeke dirêj hişk, bêrih û qirêj bihêle û dê berê herêmê bidin tunebûneke bêsiberoj."
Berdewama daxuyaniyê wiha ye:
"Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî giringiyeke mezin e. Loma helwesta li hember rêveberiya xweser, ji bo avakirina siberojeke aram pîvana sereke ye.
Di serî de raya giştî ya li hember ekolojiyê hesas, em dixwazin bangî hemû aliyên demokratîk bikin; Dewleta Tirk û komên cîhadîst ên girêdayî wê careke din hebûna avê li dijî civak û xwezayê wekî çekekê bi kar tîne. Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî avaniyeke demokratîk, ekolojîk û li ser esasê azadiya jinan e. Parastina vê avaniyê di serî de erka me ye. Di vê watwyê de em bangî her kesî dikin ku li dijî êrîşan dengê xwe bilindtir bikin û bertwk nîşan bidin."