Li Taizê giyayek biyanî zeviyan dagir kiriye

Li geliyê El-Dabab ê bi dehan salan wek çavkaniya xwarinê ya Taizê dihat nasîn êdî ne tenê hişkesalî gefê li ser cotkaran dixwe, giyayekî biyanî yê zeviyan dagir kiriye zirarê dide berhemen çandî.

RANIYA EBDULLAH

Yemen – Li herêma Wadî el-Debab a Taizê, erdên berhemdar veguherîne deverên ku ji hêla giyayek biyanîve hatine dagirkirin, di heman demê de niştecih li hemberî gefa ku her roj xurttir dibe bêçare ne.

Safiya Ehmed û malbata wê ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane bi tevahî xwe dispêrin çandiniyê. Wan ji erdê xwe fêkî û sebzeyên curbecur berhev dikirin û difirotin da ku dahateke domdar bi dest bixin. Lê di du salên borî de piştî ku giyayek dagirker li seranserê zeviyên çandiniyê belav bû, deverên berfireh ên erdên berhemdar veguherand zeviyên nîv-hişk û berhema çandîkêm kir.

Cotkarek li gundê El-Seyahî li Wadî El-Debab, li rojavayê Taizê, Safiya Ehmed dibêje: "Berê me gelek cureyên sebzeyên din diçandin. Erd ji bo me têr bû, debara me pê dibe lê îro em êdî nikarin tiştekî biçînin."

'Giyayê biyanî berhemên çandiniyê wêran kiriye'

Cotkarên herêmê tekez dikin ku ew navê vê giyayê nizanin, lê bi bandorên wê yên wêranker re rûbirû dimînin. Safiya Ehmed jî wiha dibêje: "Ev giya du sal berê li gelî şîn bû, em nizanin ji ku hatiye. Em tenê dizanin ku wê berhemên me xerab kiriye û bandorê li ajalên me kiriye. Êdî çavkaniyeke dahatê ji bo me tuneye."

Bi dehan salan e, Wadî el-Debab weke yek ji girîngtirîn geliyên çandiniyê li parêzgeha Taizê tê nasîn û jê re"Baxçeyê Taizê" tê gotin. Ji ber ku ji bo bajar û parêzgehên din cihê fêkî û sebzeyên bi kalîte ye. Lê cotkar îdia dikin ku gelî di salên dawî de ji ber hişkesaliyê û belavbûna vê giyayê dagirker, weke berê berhemdar nîn e.

Hişkbûn krîzê zêde dike

Bandora giya ne tenê bi çandiniyê ve sînordar bû; bandorê li ser ajalan jî kir. Cotkar Rehma Elî dibêje ku piştî nebatên çêrandinê winda neman neçar ma ajalên xwe bifroşe û wiha ddibêje: "Berê me bi dewlemendiya gelî debara xwe dikir lê hişkesaliyê gelek tişt ji me stand û dûre ev giya şîn bû tiştên mayî jî qedand. Ajal naxwazin nêzî vî giyayê bibin. Ew giya belav dibehemû giyayan ji holê radike. Ji bilî firotina ajalên xwe tiştek bikim nema. Piştî me ajalên xwe firotin tu dahatek ji bojiyana me nema."

Giyayek dagirker e zû belav dibe

Ev nebatê ku navê wê yê zanistî Parthenium hysterophorus e, weke yek ji nebatên dagirker ên herî xeternak ên cîhanê tê hesibandin. Li gorî Tora Dagirker a Daristanên Asya Pasîfîk, ev giya xwedî şiyanekeberbiçav e bi jîngehên cihêreng re xwe biguncîne. Nebatek di navbera 10 hezar û 25 hezar tovên piçûk de çêdike, bi hêsanî bi ava lehiyê û ajalan belav dibe û dikare bi salan di axê de zindî bimîne.

Tevî hewldanên dubarekirî yên ji bo tunekirina wê, cotkar piştrast dikin ku bi ser neketine. Rehma Elî dibêje: "Her gava ku em tovên piçûk ji kokê radikin, bi dehan tovên din li dora wê dibînin. Tevahiya gelî bi wan tê nixumandin û êdî tu berhem nikare mezin bibe."

'Tu kes gilî û gazinên cotkaran nabihîse'

Rehmê Elî destnîşan dike ku zirara wê giyayê tenê bi çandiniyê ve sînordar nîn e; dema ku destên mirov lê dikevin dibe sedema xurandin û werimîna çerm û wiha didomîne: “Cotkar jî gazinan ji ber nebûna destwerdaneke fermî ji bo çareserkirina pirsgirêkê dikin. Kesê ne ji ofîsa çandiniyê serdana me kiriye, ne jî rêberî yan çareserî pêşkêş kiriye. Me hewl da em bi awayên curbecur wê bişewitînin û ji holê rakin lê em bi ser neketin."

'Tiştek ji destên me nayê'

Rehmê Elî wiha dawî li axaftina xwe tîne: "Em her roj bi çavên xwe dibînin ku rewşa zeviyên me xirabitr dibe û em nikarin tiştek bikin. Me her rêbaza di destên xwe de ceribandiye û niha tiştê ku em dikarin bikin nemaye. Em li bendê ne ku rayedarên têkildar û rêxistinên çandiniyê destwerdanê bikin û tiştê ji erdê me û debara me maye rizgar bikin."

Taiz bi krîzek çandinî ya xeternak re rûbirû ye

Çalakvan Dalia Muhamad ku nişteciheke herêmê ye, eşkere kir ku hişkesaliya du sal in herêmê dorpêç kiriye bandoreke giran li ser çalakiyên çandiniyê kiriye, di heman demê de belavbûna vê giyayê êşa niştecihan zêdetir kiriye.

Dalia Muhamad wiha got: "Hişkesaliyê û krîza avê jixwe zirarek mezin daye çandiniyê îcar ev jî di ser de. Vê giyayê biyanî li her derê belav bûye û şêniyên herêmê navê wê yan jî cureyê wê nizanin."

'Niştecih bi tenê bi krîzê re rûbirû dimînin'

Dalia Muhamad rexne li tiştê ku ew wek nebûna rayedarên têkildar bi nav dike digire û îdia dike ku ofîsa çandiniyê û hikûmeta herêmî ti bernameyek ji bo şerkirina giyayê, piştgirîkirina cotkaran, an baştirkirina rêveberiya çavkaniyên avê pêk neaniye. Niştecih bi tenê bi krîzê re rûbirû mane.

Guherîna avhewayê belavbûna vî giyayê zêdetir dike

Li gorî Yekîneya Avdanê ya Wezareta Çandinî, Avdanî û Masîvaniyê, giyayê Parthenium bi riya barkirinên genim û xwarina heywanan a hawirdekirî derbasî Yemenê bûye berî ku ber bi parêzgehên peravê yên wek Aden, Abyan, Lehj û Hodeydayê ve belav bibe. Her wiha diyar dikin ku huherîna avhewayê jî bûye sedem ku zêdetir belav bibe.

Pêdîvî bi planên berfireh heye

Tê diyarkirin ku ji bo kontrolkirina wê pêdivî bi planeke berfireh heye ku çavdêriya zû, rakirina destan berî qonaxa kulîlkan bi karanîna alavên parastinê û şewitandin an veşartina bi ewle ya nebatan dihewîne. Ev plan her wiha paqijkirina alavên çandiniyê, çavdêriya gubre û bikaranîna dermanên kêzikan ên ku bi taybetî di bin çavdêriya teknîkî de dihewîne.