Li Helebçeyê çalakiyek ji bo parastina jîngehê hat lidarxistin
Li Helebçeyê bi dirûşma "Ji zarokekî heta rayedar em ji jîngehê berpirsiyar in" çalakiyek hate lidarxistin ku tê de 30 peyamên jîngehî hatin pêşkêşkirin.
MEHRÎBAN SELAM
Helebçe – Îro sere sibê li parêzgeha Helebçeyê bi beşdariya hejmarek çalakvan, welatiyan û zarokên Helebçeyê çalakiyeke jîngehparêzî di bin dirûşmeya "Ji zarokekî heta berpirsiyarekî em ji jîngehê berpirsiyarin" hate lidarxistin.
Bi hunera xwe ezê xizmeta jîngehê bikim
Jîngehparêza ji Helebçeyê, Husna Hewramî, derbarê vê çalakiyê de got: “Wekî hunermendek di warê jîngehê de ez ê bi hunera xwe xizmeta huner û jîngehê bikim. Bi riya vê çalakiya ku îro hat li darxistin ku ez 20 peyamên jîngehê yên li ser hêkên jîngehparêzan hatine nivîsandin nîşan bidim û ew hêk dê bi rêya zarokan ji rayedaran re were pêşkêşkirin û rayedar jî dê wan bidin karmendên ku di şaredaiyê de dixebitin , yên ku wê wan wek diyariyan pêşkêşî zarokan bikin.”
Divê her kes berpirsyariya parastina jîngehê rake ser milê xwe
Husna Hewramî, balê dikşîne li ser armanca çalakiyên xwe bi vê gotinan dawî li axivtinên xwe anî: “Armanca me ew e ku mirov, zarok û berpirsên di her pozîsyona civakî de ji jîngehê berpirsiyar bin û bila tenê erk nekeve ser milê çalakvanan, pêwîste her kes xwedî li jingeha xwe derbikeve.”