Li başûrê Kurdistanê metirsiya qirêjbûna jîngehê

Li gel bîranîna 5’ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê, pirsgirêka xirabûna hevsengiya xwezayî û zêdebûna gazên jehrewî li Başûrê Kurdistanê bûye yek ji gefên sereke ku rasterast gefê li tenduristiya giştî û pêşeroja herêmê dixwe.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Roja Jîngehê ya Cîhanê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di Kongreya Stockholmê ya sala 1972’an de hatiye erêkirin û wekî platformek ji bo hişyarkirina civakan tê bikar anîn.  Iraq, di rêza pêncemîn a welatên cîhanê ya zêdetir bandorên guherîna avhewayê dijîn de cih digre. Başûrê Kurdistanê ku mîna beşek ji vê erdnîgariyê ye, ji ber kêmbûna ava binê erdê, barîna tozê û kêmbûna qada şînkayî êş dikişîne.

Krîza bermahiyan û valatiya paşvegerînên pêşketî

Pirsgirêka jîngehê li başûrê Kurdistanê ji pirsgirêkek rûberî û estetîkî veguheriye krîzek rast a tenduristî û aboriyê. Li gorî daneyên nû yên fermî yên Lijneya Jîngehê, rojane zêdetirî 7 hezar ton çop li herêmê tê berhevkirin. Rêjeya li gor herêman, wiha ye:

Silêmanî: 2,845 ton (ji sedî 42,3)

Hewlêr: 2.558 ton (ji sedî 38)

Duhok: 1,290 ton (ji sedî 19,20)

Helebce: 285 (ji sedî 14.1)

Lê belê, ji ber nebûna kargehên paşvegerandinên bermahiyan ên pêşketî ku li gorî standardên navneteweyî ne, piraniya bermahî bi awayê kevn tên binaxkirin an jî şewitandin. Her çiqas yekem kargeha paşdegerandinê ya fermî li ser asta Iraq û herêmê li bajarê Silêmaniyê hatibe damezrandin jî, ev qad hê jî hewceyî veberhênana zêdetir e. Ji ber ku tenê rêjeyek kêm ji plastîk, metal û karton tên paşdevegerandin. Di heman demê de, bermahiyên plastîk ku 300 salan di axê de dimîne, bêyî ku were dabeşkirin, li bazaran tên bikaranîn û avêtin.

Qirêjiya hewayê; Wesayît, jenerator û parzûngeh

Pisporên jîngehê diyar dikin ku yek ji sedemên sereke yên kêmbûna kalîteya hewayê hebûna

hejmareke zêde ya erebeyan û jeneratorên taybet û ligel karkirina bi dehan parzûngehên petrolê ye. Daneyên Midûriyeta Giştî ya Trafîkê nîşan didin ku li herêmê hejmara wesayîtên qeydkirî gihîştiye nêzî 2 milyon wesayîtan, ango ji her sê kesan re wesayîtek. Parêzgeha Hewlêrê ji sedî 67 bi rêjeya herî zêde ya hejmara wesayîtan tê de ye, piştî wê jî Silêmanî  ji sedî 23 û Duhok jî ji sedî 10 tê.

Zêdetirî ji sedî 95’ê van wesayîtan bi benzînê dixebitin û her roj astek berbiçav a gazên jehrewî yên wekî karbonmonoksît û oksîtên nîtrojenê diavêjin jîngehê ku dibe sedema dûmanên spî (Smog). Rafineriyên neqanûnî û kargehên çîmento û hesin çavkaniyên herî mezin ên belavbûna sulfur dîoksît û perçeyên zirav ($PM_2.5}$ û $PM_10$) in ku di dema baranê de dibin sedema barana asîd, têkelî av û axa çandiniyê dibin.

Ev rewş bûye sedem ku rêjeya navînî ya qirêjiya hewayê ($AQI$) li bajarên mezin ji bo komên hesas ji navîn heta ne tendurist cihgir be.

Metirsiyên li ser tenduristiya giştî

Wezareta Tenduristiyê li ser zêdebûna rêjeya penceşêrê, bi taybetî li bajarên wekî Silêmaniyê ku bi giranî ji ber hebûna rafineriyên petrolê û dûmana pîşesaziyê ya dijwar hişyarî dan. Gazên jehrewî sedema sereke ya pirsgirêkên demaran û têkçûna dil in. Her wiha li nexweşiyên nefesê yên wekî astim û alerjiyên kronîk jî di nav zarok û extiyaran bi rêjeyên bilind hatine tomarkirin. Lêkolînên zanistî yên navneteweyî nîşan didin ku hewaya qirêj bandorek neyînî li ser hêza fêrbûn û jîriya aqilê mirovan dike.

Kêmbûna çavkaniyên avê û rêjeya şînkahiyê

Ji ber kolandina bîrên neqanûnî, guherîna avhewayê û desteserkirina çavkaniyên avê ji aliyê welatên cîran ve, asta ava binê erdê li deşta Hewlêrê û deverên derdorê di salên dawî de zêdeyî 100 heta 200 metreyan daketiye. Rêjeya şînkatiyê li seranserê başûrê Kurdistanê ji sedî 12 heta ji sedî 15 diguhere û hîn jî ji standarda navneteweyî ya (ji sedî 15 heta ji sedî 25) kêmtir e. Parêzgeha Duhokê xwedî rêjeya herî zêde ya şînkahiyê ye, di demekê ku Hewlêr û Germiyan ji ber hişkesaliyê xwedî rêjeya herî kêm in de. Bi heman awayî, erdên berhemdar ên deştên Şarezûr û Hewlêrê ji ber bayê, kêmbaran, bikaranîna zêde ya  kîmyewî û berfirehbûna bajaran, beşek ji hêza hilberîna berheman winda kirine.