Ji jinan komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’

Platforma Jin a Ekolojiyê û beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’ bi dirûşma “Aveke azad jiyaneke azad” li bajarê Qamişlo lidarxistin.

Qamişlo - Bi pêşengiya Paltforma Jin a Ekolojiyê û Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’ bi dirûşma “Aveke azad jiyaneke azad” hat lidarxistin.

Endamên Aboriya Jin, Komîteya Dîplomasî ya Kongra Star, Rêxistina Kongra Star, Platforma Ekolojî ya Jinê, Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava, Kombenda Efrîn, Şaredariya Gel, Komîn-Meclîs û endamên gundê Jinwar di komxebatê de amade bûn.

Komxebat li ser mijarên pirsgirêkên Ekolojîk bi nêrîna Jineolojiyê, têkiliya jin û avê, li ser şopa çeman û caq caq, bi şahidiya jinan serpêhatiya çemên Rojava, bandora pirsgirêkên ava verxwerinê li ser civakê, bandora rêbazên çandiniyê li ser avê û bandora maddeyên kîmyewî li ser avê hatin guftugokirin.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê destpêkir. Paşê sînevîzyonek li ser çemê caq caq a bajarê Qamişlo hate pêşandan.

‘Av, jin û civak bi hev ve girêdayî ye’

Mijara yekem a komxebatê ‘Pirsgirêkên Ekolojîk bi nêrîna Jineolojiyê’ ji aliyê  Mamoste û berpirsa beşa Jineolojî, Zozan Mihemed ve wiha hate şîrovekirin: “Di salên dawî de pirskirêkên herî mezin a cîhanê ya ekolojî û jingehê de bû. Ev yek jî şerê ku li cîhanê çêbû, da ku desthilatdar xwe xurt bike, li hember jingehê bêmafiyek mezin pêk anîn. Em weke Platfotma Jin a Ekolojî û Jineolojî xwe berpirsiyar dibînin ku pirskirêkan tespît bikin û çareserî peyda bikin. Jineolojî bi xwe zanista civakê lêkolîn dike. Zanista Jineolojî û Ekolojî bi hev re têkildarin û zanistê peyda dikin. Av, jin û civak bi hev ve girêdaye, lewma divê destkeftî çêbe. Ji bo xerabûna hevsengiya jingehê, xeribûyina mirov ji civak û xwezayê re ye, lewma talan li ser ekolojî û jinê heye.

Çareserî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin e

Sedema xirabûna jingehê ji çar madeyan pêk tê mîna pergala baviksalarî, xirabûna ekolojî bi destê pergala kapîtalîzmê,  ruxandina xwezayê di qada fikrî de, nêrîna şaş di derbarî xwezayê de ye û ji bo van her 4 pirskirêkan çareserî jî, di sedsala 21’emîn de paradîgmayeke nû ku paradigmaya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê ye. Lewma pêwistî bi pêşxistina eko aborî, ekolojiya civakî û  zanabûneke li ser van esasan e. çareserî Rêber Apo werkî çareseriya xwezaya 3’mîn pêşniyar dike.  Ekolojî hişmendiye û em xweza zindî bibinîn ku bi avakirina xwezaya 3’yemîn wê pêk werê. Ekolojî tenê ne pirskirêka av e, divê em bi ekolojî re têkiliyek xurt dêynin. Ekolojî bighêje wê fikrê ku ekolojî bi me re diaxive û me diafrîne. Di dawî de ji bo mirov xwe bighîne civaka azad em van pîvanan esas bigirin.” 

‘Cihê dayik hebe herkes kom dibe, cihê av hebe civak kom dibe’

Endama Platforma jin a Ekoliyê Bêrîvan Omer jî li ser mijara ‘Têkiliya jin û avê’ wiha şîrove kir: “Têkiliya jin û avê di xwezayê de pir girîng e. Di dîrokê de dema em mêze dikin dema şaristanî destpêkir, yên îstîxrarar çêkir jin bû. Li tevahî cîhanê em dibînin cihê ku ji bo mirov bijîn hatiye hilbijartin li ber çemê ye û van cihan jî jin hilbijartiye. Mezopotamya mirovahiyê nîşan dide, lewma dîroka jin û avê bi hev re dest pê dike. Çemên heyî jî dîrok û mîtolojiya wê heye. Jiyan bi avê dest pê kir ji ber zindî hemû bi avê re dijî. Jin di destpêka jiyanê de ye, lewma jin dişibe avê, çawa dişibe? Av zelal e, xwe digohêre, nû dike, cihê ku derbas dibe jiyan diafirîne, çandinî dike û lawir xwedî dike. Cihê ku dayik hebe herkes derdor komdibe, cihê av hebe civak kom dibe. Her çemek bi navê xwedavendekî ye ku dîroka her çemekî heye. Îro em dibînin li ser axa me çem tên sekinandin ku weke çemê xabûrê, çem hate kuştin. Divê em li ser van niqaş bikin ku çawa em cardin zindî bikin û bidin jiyîn. Dema çem di destê jinê de bû her diherikî, piştî derbasî destê desthilatdarî bû, çem hemû zûha bû. Heta em xwe dighênin avê, em pir zehmetî dijîn. Bi pirsgirêka avê pirsgirêkên hawirdorê derdikeve.”

‘Jîngehek nû bi Jineolojî re ava bikin’

Mamosta Şermîn Guven a Berlîn li ser zomê beşdarî komxebatê  bû û mijara ‘Li ser şopa çeman  û ava caq caq’ wiha şîroveya xwe anî ziman: “Niqaşê me li ser ekolojî ye. Di nava Kurdistanê de gelek çem hene ku ev yek berê mirovahî jî hebû. Em niha jingehê xwe niqaş dikin. Divê em çemê xwe li Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin ku niha em di nava qeyrana ekolojîk de ne, wek jin ji bo em vê pirsgirêkê çareser bikin divê em niqaş bikin. Av di navbera zindiyan de torek zindî çêdike. Av nexşe pêşkêş dike û tevlî ava axa Kurdistanê dibe. Ava Kurdistanê derfetan diafrîne. Ava caq caq, avekî spî ye û ji navçeya Nisêbînê tê û avek pir honik e. Ava caq caq mirovan guhdar dike, lê wê reş kirin û niha herkes dibêje ava reş. Ava caq caq dibe ku rûbarek biçûk be, lê dighêje hev. Çema caq caq ne mezine û 147 km re ye û li hundirê Qamişlo nêzî 7 km diherike. Ev bajar ji bo wê çemê hatiye avakirin, lê niha hemû qirêj bûye, berê navê wê hirbasko bû, lê niha kirine caq caq. Em lêkolîna li ser dîroka xwe bikin, em ê bikaribin jingehek nû bi jineolojî re ava bikin da ku ava xwe parastina xwe zelal bikin. Ne tenê li dijî dagirkeran, li dijî qeyrana ekolojî jî em dikarin têkoşîn bikin û bi ser bikevin.”

‘Gelek nexweşiyên giran û kronîk ji ber avê çêdibin’

Ji bo mijara ‘Bandora madeyên kîmyewî’ du xwendekarên zanîngeha Rojava Yasmîn Omer û Hemîde Casim lêkolînek amade kirin. Di pêşkeşiya lêkolînê de wiha gotin: “Qirêjkirina avê û berdana bermahiyên madeyên kîmyewî di nav ava Caq caq de ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Bêguman amûrên seretayî yên petrolê jî bandoreke xwe hene. Ev yek dihêle ku gelek nexweşiyên giran û kronîk çêbibin. Di heman demê de bandorekê li ser zarok û jinên ducanî dike. Dema ku ava kanalîzasyon tevlî ava vexwarinê dibe, helbet dê pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne, a niha Çemê caq caq di pêvajoyê re derbas dibe.”

‘Mirov bê xweza nikarê bijî’

 Li ser mijara ‘Bi şahidiya jinan serpêhatiya çemên Rojava’ ji aliyê beşdaran ve wiha hate şîrovekirin: “Bajarê Qamişlo bajarek pir xweşik e, lê ava caq caq bajarê me nexweş kiriye. Dema Efrîn tê gotin xweşikbûna xweza tê bala me. Gelek kaniyên xweyî li Efrînê heye ku xwezaya Efrînê xweş dike. Di dema berê de jin diçûn ber kanî û çeman diçûn cil berg û pambûyên xwe dişûştin, lê di dema niha de kes naçi, ji ber jîngeh hatiye xirabkirin. Li Hesekê jî ava caq caq heye ku av ne paqije ku gelek nexweşî pêk tên. Niha li Hesekê av hatiye qutkirin û em qeyranek giran re derbas dibin. Heleb bajarek pir xweşik e, lê ji ber qirêjî mirov nikarê derbas bibe, armanc çiye tabiyat xirabkirin e. Jin bê jiyan nabe, lewma xweza jî bê jin nabe. Li rahmê jinê de jî zarok di nava avê de dijî, ev jî tabiyata xweza bi jinê re ye. Mirov bê xwaza nikarê bijî. Ev komxebat pir girîng bû ku me îro li ser xweza û jingehê niqaş kir.”

‘Jêderên heyî rastî xeteriyan tê’

Li ser mijara bandora pirsgirêkên ava vexwerinê li ser civakê ji aliyê Endama Daireya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo ve wiha hate şîrove kirin: “Girîngiya avê ewe ku jiyan e û hemû zindî li ser dijîn. Di mijara sanaî û çêkirina kehrebe de av tê bi kar anîn. Av ji sedî 70 li ser erdê ye. Av di civakê de pir tê bi kar anîn. Jin ji aliyê avê de hesas e. Ev 10 salin şoreş dewam dike, beriya şoreşê av hebû. Piştî şerê ku li Sûriyê çêbû, avên vexwerinê bi temamî hate kêmkirin ji sedî 40. Seda firatê jî ji aliyê dewleta tirk ve hate qutkirin. Jêderên heyî jî rastî gelek xeteriyan tên. Li gorî bilançoya dawî bîrên li Kantona Cizîrê 500 bîr e. Li bajarê Hesekê ava vexwerinê nemaye, sebabe bingehîn stasyona ava Eloqe ye ku ji aliyê dewleta tirk ve dagir kiriye. Cara yekem hatiye ceribandin ku ava firatê derbasî Hesekê bê kirin. Çemê xabur li Hesekê heye ku ji bo zîreatê tê bi kar anîn, lê dewleta tirk wê avê jî birîn. Çima pirskirêkên civak û gel derdikeve, bandora wê ji ber avê ye. Şerê cîhanê ya 3’emîn li ser avê ye ku hemû dewlet ji ber avê şer dikin.”

‘Em ezmûnên xwe vedugêhêrînin projeyê’

Li ser beşa Banrora Rêbazên Çandiniyê li ser avê ji aliyê Endama Desteya Çandinî ya Kantona Cizîrê, Xelat Şêxmûs ve wiha hate kirin: “Çandinî mijarek girîng e. Bandora avê li ser çandinî ew e ku av ji bo çandinî pir girîng e. niha şerek mezin heye ku bi avê êrîşên me dikin. Ji 80 heya 85 ji avê ji bo çandiniyê tê xerçkirin, ji ber ku rêbaza avdana erd hîna jî piranî seretayî ye, lê dema ku avdana bi rêbazê nûjen be, dê tenê ji sedî 50 av werê xerçkirin, ev jî li ser îmkana cotkar dimîne. Ev sedem dihêle ku bandora rêbazên çandiniyê li ser avê hebe. Me sala borî ezmûn li ser avdana nûjen li ser  pembû û garis  çêkirine, em niha hewldanên xwe dikin ji bo ku em vê ezmûnê veguherinînin proje ji bo pêkanîna wê li ser hemû erdan. Ev gav dê bihêle ku hem parastina avê bê kirin û hem jî rewşa çandiniyê li herêma me baştir bibe.

Mamoste Zozan Mihemed encama komxebatê wiha anî ziman: “Komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’ hate lidarxistin ku ji aliyê Platforma Jin a Ekolojî û beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava ve hate kirin. Di destpêka komxebatê de jineolojî ilmê xwe anî li ser ziman. Em dibêjin wê çareseriya avê bi destê jinê bê çêkirin. Ger desthilatdarî li ser jinê rabê wê li ser avê jî rabe. Divê em di derbarê hawirdor de baldar bin û paqij bigirin. Di aliyê avê de divê em hişyar bin û ava xwe biparêzin. Beşa parastina avê de barê herî girîng li ser jinê ye. Divê di dibistanê me de perwerdeyên ekolojî, pirskirêkên ekolojîk û çareseriya wê bê dayîn. Di dema pêş wê komxebatên wiha çêbin. Em bi riya ragihandinê dengê xwe dighînin herkesî ku pêşiya avê me vebe.

Komxebat bi niqaşên beşdaran bi dawî bû.