Bi kampanyayên paqijkirina xwezayê herêma xwe diparêzin
Jinên ji gundê Bîsaran a Rojhilatê Kurdistanê bi kampanyayên paqijkirina xwezayê herêma xwe diparêzin.

ESRA EZÎZÎ
Bîsaran – Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ji ber texrîbatên li ser, ji her demê zêdetir pêdiviya wê bi parastinê heye. Di vê pêvajoyê de xweza û ekolojiya Rojhilatê Kurdistanê hem bi destên mirovan, hem jî ji ber faktorên xwezayî ji gelek aliyan ve texrîb bûye, di nava krîzê de ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku pêşî li rewşa bi xeter a heyî were girtin divê bi lezgînî tedbîrên guncaw werin girtin. Van tedbîran carna ji aliyê gel ve carna jî ji aliyê aktivîstên komeleyên hawirdorê ve tên girtin, bi çandina şaxan, parastin, perwerde û xebatên bi vî rengî dikevin meriyetê.
Ji ber çûnhatina zêde ya mirovan û turîstên ji welatan tên xweza qirêj dibe
Ji ber ku ji çar aliyên Îranê û ji herêmên cuda yên cîhanê turîst, ji bo beşdarî merasimên dîrokî bibin tên Rojhilatê Kurdistanê, giranî li ser vê herêmê çêbûye û rewşa gundan xirab kiriye. Ger şêniyên li van herêman dijîn di warê parastina xwezayê de xwedî şiyarî û zanîn nebin dê felaketên mezin ên ku çareseriya wan ne pêkan e biqewimin.
Bi hatina biharê û cejna Newrozê re aktivîstan li gundan dest bi paqijiyê kirin û li gundên Boryer, Mazîben, Negel, Engîce, Dereweran, Berqala, Siyanaw, Sawa, Gwêze Kwerê, Goşxanî, Çor, Derziyan, Weyse, Bêkere, Sûrkewl, Şaranî Benawêçele, Dupelûre, Şweşa, Nesl, Pîrsefa, Nene, Selesî Gewre, Belçe Sûr, Mamole, Dezlî, Sernejmar, Almanê, Sûnete û hinek gundên din kampanyayan li dar xistin.
Jin û mêr bi zarokên xwe re deşt û çiyayên herêmê paqij dikin
Hinek gund di vê mijarê de bûne cihê pêşengiyê, bi taybetî Bîsaran. Çar pênc sal in bi awayekî çalak di vî warî de xebat lê didomin. Vê kempanyayê wisa balê kişandiye ku di navbera gel de bûye weke zagoneke ku nehatiye nivîsandin, hatiye pejirandin û ji çend mehê carekê tê dubarekirin. Jin û mêr bi zarokên xwe re, çiya û deştên herêmê paqij dikin, li hemberî comerdiya xwezayê vê yekê ji bo xwe peywir dibînin û ji bo paqij bihêlin dixebitin. Jinên ciwan ên li gundê Bîsaran wiha dibêjin:
“Em dixwazin bi vê kampanyayê re ji bo parastina xwezayê, bi hev re di nava yekitî û piştgiriyê de bin lewre ev berpirsyariya me hemûyan e. Divê em xwezaya ku mîraseke bêhempa û bi nirx e, ji nifşên pêşerojê re baş û paqij bihêlin.”
Jinên gundê Bîsaran pêşengiyê ji kampanyayê re dikin
Jinên ji Bîsaranê di kampanyayê de pêşengiyê dikin, dizanin ku çendî mijareke girîng e û vê yekê li ber zarokên xwe jî hîn kirine.
Xebatên paqijkirina xwezayê ji dema Newrozê ve dest pê kirine, her diçe hejmara gundên ku beşdar dibin zêdetir dibe.
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê kampanya didome
Rola Komeleya Hawirdorê ya Çiyayê Sebzê ya Merîwanê di vî warî de girîng e. Ev komele ne tenê gundên li derdora Merîwanê, di heman demê de bajarên Sine, Dîwandere, Kamyaran û Seqizê jî teşwîq dike.
Ev kampanya bi nav û bîranîna şehîdên xwezayê tê meşandin, bîranîna wan dibe wesîle ku gel bi hev re şêwazê jiyana xwe bidomînin û hezkirina xwe ya ji xwezayê re zindî bihêlin.