‘Bi êrîşên li ser xwezayê hewl didin Şirnexê bê nefes bihêlin’

Jinên Şirnexê diyar kirin ku bi êrîşên li ser xwezayê hewl didin Şirnexê bê nefes bihêlin û gotin ku dê di demek nêz de êdî darek nemîne xwe bidin bin siya wê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

ŞIRNEX – Li Şirnexê bi hinceta ewlehiyê di sê salan de gelek qad hatin talankirin. Leşker bi hevkariya çete û karkeran daran dibirin û bi tiran dibin li bajarên din difiroşin. Di vê navberê de li çiyayên Cûdî gelek qadên daristanan hatin tunekirin. Gelê Şirnexê ji ber talana li ser xwezaya qadên Cûdî, Gabar û Çilê Nimja bertek nîşan dan, şêniyên li bajar diyar kirin ku bi salan e ji ber kanên madenê û jêkirina daran û texrîbatên li ser ekolojiyê bênefes mane.

Kanên rejiyê qadan qirêj dikin

Ji derveyî qirkirina daran, gelek cihên rejiyê li bajaran qadên jiyanê û çavkaniyên xwezayî qirêj dikin. Cihên rejiyê yên ku 5 kîlo metreyan dûrî navendên bajar in, santrala termîkê ya girêdayî Silopyayê, ji ber li gundan çavkaniyên xwezayî tên tunekirin, her sal qutbûna avê zêdetir dibe û îsal jî ji ber jêkirina darên li qadên daristanan zêde bûne. Li kêleka wê cihên xercê yên li ser çemê Dîcleyê û 7 bendavên ku li Bestayê hatine çêkirin ziyanek mezin didin zindiyên ku li herêmê dijîn.

‘Ev hemû polîtîkayên şerê taybet in’

Qirkirina ekolojiyê yek ji polîtîkayên şerê taybet e û bi vê yekê dixwazin navendên bajaran û gundan vala bikin, ji ber santralên termîk û cihên rejiyê, li bajaran temenê mirovan jî kurt bûye. Şêniyên Şirnexê dibêjin bi vê qirkirinê dixwazin wan bê nefes bihêlin û bang kirin ku ev polîtakayên tên meşandin di demek nêz de werin rawestandin.

Der barê mijarê de me berê xwe da gundê Avgamasya yê girêdayî Şirnexê. Jinên li vî gundî dijîn der barê van talanan de helwestên xwe anîn ziman.

Selamet Gungen got: “Her roj ji cadeyê bi tiran daran dibin. Bi salan e vê talanê berdewam dikin. her cara ku em wan tiran dibînin dilê me dişewite. Em vê rewşê qebûl nakin êdî bes e bila ev dar neyên birîn, li çiyayan dar neman, mirov nikarin biçin zozanan, lawirên xwe biçêrînin, wê di demek nêz de tu dar nemîne ger dar nemînin em ê çi bikin.”

‘Wiha bidome dê darek ku em xwe bidin bin siya wê nemîne!’

Sakîne Gungen wiha got: “Em naxwazin darên me werin birin êdî wê di demek nêz de darek nemîne em biçin bin siya wê rûnin. Çiyayên me bê dar mane. Êdî mirov ne dikarin biçin zozanan ne jî lawirên xwe biçêrînin. Li vê derê cihên madenê hene, em her roj neçar in malên xwe paqij bikin. Rewşa me nebaş e, em nikarin êdî nefesê bigrin. Niha jî dibêjin wê tunelan çêbikin, ji ber wê dibin gund de tunel derbas bibe ava me nayê, em bê av mane êdî bes e. Em naxwazin biçin derek din ev der warê me ye, em dixwazin li ser axa xwe bin. Divê êdî vê zilmê bisekinînin.”

‘Em gundê xwe bernadin û naçin tu derê’

Hasine Gungen got: “Dixwazin bi van êrîşên li ser xwezayê, me bê nefes bihêlin. Li Şirnexê ji sedî 50’î dar hatine tunekirin. Êdî mirov nikarin biçin zozanan. Rejî jixwe derdekî din e, em mane di nava cihên rejiyan de, em naxwazin gundê me were şewitandin û valakirin. Bila ji qirkirinên daristanan re bêjin na, jêkirina daristanan û firotina wan dilê me dişewitîne. Mirov di nava rejiyê de bê nefes mane, darên me hatine tunekirin.”

‘Dê li holê ne mirov ne jî lawir bimînin’

Asya Gungen helwesta xwe wiha anî ziman û got: “Darên me dibirin û difiroşin, em bi lawirvaniyê debara xwe dikin, niha daristan nîn e, ji ber rejî û bendavan em ê çi bikin. Wê li holê ne lawir ne jî mirov bimînin. Her roj di ber deriyê mala min re bi dehan kamyonên daran derbas dibin. Êdî bes e bila destên xwe nedin darên me.”

‘Bila dawî li vê îşkenceyê bînin’

Taybet Yumak jî wiha got: “Êdî bila hem îşkenceya ji ber rejiyê hem jî birîna daran were sekinandin, tenê daxwaza me ev e, ava me qet nayê. Zarok diçin dibistanê paqijiya wan ji ber wê nayê kirin, cîranên me ji gundên din avê tînin. Ji ber vê qirêjiya rejiyê û bêaviyê em perîşan bûn.”