Navê Têkoşînê 8'ê Adarê: Li Kurdistanê jin bi ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadan e – DOSYA 3
Li çar hêlên Kurdistanê jin di nav salekî de li dijî her cûre metîngerî, dagirkerî û tundiya mêr-dewletê ji bo azadiyê li qadan bûn.
JÎNDA AMARA
Navenda Nûçeyan – Li hemberî mêr-dewlet û hişmendiya wî ya dagirkerî, metîngerî û tundiyê li seranserî Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ jin li qadan azadiyê berz kirin. Li tevahî Kurdistanê jin bi biryardariya şikandina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiyê 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî pêşwazî dikin.
Bakurê Kurdistanê girtin û binçavkirin ji bo jinan nebû asteng
Li bakurê Kurdistanê jin li hember desthilatdariya AKP û MHP ku dixwaze îradeya jinên bişkîne li qadan bûn. Di nav salê de taybet li bakurê Kurdistanê jinan bi pêşengiya TJA’ê çalakiyên cûr bi cûr lidarxistin. Rûxmê hemû binçavkirin, girtin û şerên taybet jinan li qadan dev ji daxwazên xwe yê azadiyê bernedan. Sala 2023’an ji bo jinan salek bi berxwedan û tekoşînê derbas bû, jinên ku di berxwedaniyê de bi israr in îsal li hember hişmendiya faşîzma AKP û MHP ku li her qadê zayendpereziyê gur dike serî netewandin. Ji qada siyasete heya çapameniyê, ji dîplomasî heya qada aboriyê texrîbata ku bi deste desthilatdarî hatiye avakirin bi komxebat, konferans, seminer û çalakiyên li kolanan teşhir kirin.
Rojeva sereke ya jinan tecrîd bû
Dawîkirina tecrît û azadiya fîzîkî a Abdulah Ocalan mijara serekê ya bakurê Kurdistanê bû, divê çarçoveyê de bi dehan çalakiyên ku bi pêşengtiya tevger û rêxistinên jinan hat lidarxistin. Dewleta Tirk her çendî xwest daxwaza jinan ya azadiya fîzîkî Abdulah Ocalan asteng bike jî nikaribû pêşiya çalakiyan bigire ji ber vê yekê ji her beşe civakê û jinên pêşeng binçavkirin ango girtin. Bi vê helwestê jinan hê bêhtir xwedî li îradeya xwe derketin yek ji çalakiyên ku herî zêde deng veda çalakiyên girtiyên siyasî yên di zindanan debû.
Pêngava ku “Ji Abdulah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çareseriya siyasî” asta cîhanî hatibû destpêkirin li zindanên bakurê Kurdîstan û Tirkiyê girtiyên PKK û PAJK jî di 27'ê Mijdara 2023'an de bi beşdariya vê pêngavê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û mohra xwe li salê xistin. Bi destpêkirina çalakiyê ve bi sedan malbatên girtiyan taybet dayikên aşitiyê ji bo piştgirî bidin zarokên xwe û balbikşînin tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiya nobeta adeletê destpêkirin. Ev çalakiya ku bi pêşengtiya jinan destpêkiribû hîn jî didome.
Ji bo azadiyê meşiyan
Yek ji çalakiya herî giring ku li Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin “Meşa Mezin a Azadiyê bû. Baskên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de ji hêla siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ve li Wan û Qersê hatibû destpêkirin di 15 Sibatê li gundê Amara bi dawî bû. Meşa ku 15 rojan berdevam kir li her bajarê bakurê Kurdistanê aji aliye jinan û gel ve bi çoşekî mezin hat pêşwazîkirin. Meşa ku jinan pêşengtî jê re kirin peyama berxwedan dan her wiha di meşe de gelek caran kêliyên bi reng derketin holê. Di berdevamiya kampanyayê de li gelek bajaran jinên Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nameyan şandin Îmraliyê.
Jin dixwazin destkeftiyên xwe vegerînin
Di heman wextê de hilbijartinên ku di 31’ê Adarê li Bakur Kurdistan û Tirkiyeyê were lidarxistin jinên Kurd xwe amade dike ku şaredariyên ku ji aliye qeyum hatin xesp kirin bigrin. Namzetên Dem partiye ên jin bi helwesta hevserokatî xeta me ya mor e ne tene li hember dewletê di eynê wextê li hember hişmendiya paşwerû a ku xwe li ser jinê ferz dike tekoşînek dide meşandin. Jinên namzed kolan bi kolan bi jinan re hevdicivin û pirskirêka jin û çareseriya wê nîqaş dikin û bi îdeayek mezin xebatên xwe didin meşandin. Jinên Kurd ên ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jin xwe rêxistin û rêve dibin di sala 2024’an de jî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” li her qada civakê xwebûna xwe diparêzin û li hember hişmendiya mêr-dewlet tekoşîna xwe didomînin.
Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî
Yek ji van xebatên ku herî girîng hatibû li darxistin Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar xisti bû. Konferansa ku ji qada navnetewî nivîskar, siyasetmedar, endamên Dayikên Aştiyê, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tevli konferansê bûn bi gelek nîqaşên girîngên 3 rojan û encamnameyê bi dawî bû. Mijarek sereke ya vê salê deklerasyona ku bi navê “em bibin dengek ji bo aşitiyê” bû. Deklarasyon li Amed û Stenbolê ji aliyê bi sedan hûnermend, siyasetmedaran hat lidarxistin di deklarasyonê de tecrit, banga aşitiyek mayînde û rola Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di aşitiyê de hat nirxandin. Encamnemaya her du deklerasyonê ku hat lidarxistin ji raya giştî re hat parvekirin.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav şoreşê de şoreşek din avakirin. Şoreşa ku bi şoreşa jin tê pênasekirin ev 11 sal e berxwedanek bê hempa tê meşandin. Li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê jin di qada leşkerî, dîplomasî, siyaset, çand û hûner û hwd de xwe rêxistin kiriye û sîstema xwe ya xweser dide meşandin. Di her salê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têr û tijî derbas dibe bi taybet ji hela jinan ve salek ku geşedanên girîng derketin holê.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi her pêkhateyên ve xwe rêxistin dike dibe hedefa yekem ya êrişên dewleta Tirk. Dewleta Tirk piştî têkçûna DAIŞ’ê ve xwe eşkere kir û rola ku dabû DAIŞ’ê taybet di çend salên dawî de edî bi şeklekî eşkere bi xwe pêktîne. Di êrîşê de yekem hedef jî jinên pêşeng in. Ji ber ku ji aliye herkesi ve tê zanîn ên ku şoreş avakir û birêvê dibe jina pêşeng bixwe ye. Ji ber vê yekê hedefa sereke jî jin bixwe ye. Her çendî dewleta Tirk li şer Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş û qetilkirinê armanc dike jî jinan li hember her cûre êrîşên dewleta Tirk di nav lîv û tevgerê de ne. Jinên bûn xwediyê şoreşê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê ku di van êrişan de binesaziya heremê jî hedef hat girtin peyamên berxwedanê dan.
Berxwedana li dijî êrişan bi pêvajoya înşayê re meşiya
Jinên pêşeng, tevger û rêxistinên jinan hem li hember êrîşan li berxwe didin hem jî ji bo avakirina civakek ehlaqî û polîtîk gavên girîng davêjin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê di 12’ê Kanûnê de hevpeymana civakî ya nû ku ji 134 madeyan pêk tê, di gelek madeyan de mafên jinan û qanûnên malbatê û hemû pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye erê kir. Di hevpeymana civakî de ku yek ji madeya herî girîng hevserokatiye ye destkeftiyên jinan ên bi şoreşê re hatin bidestxistin tê mîsogerkirin.
Li dijî tecrîdê ji li qadan bûn
Rojevên sereke yên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser heremê bû. Jinan di nav salê dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdulah Ocalan çalekiyên cûr bi cûr lidarxistin mijara herî girîng ku kampanyaya cîhanî a ku “Ji Abdulah Ocalan re Azadî ji pirskirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê jî tevlîbûnek xurt çêbû bi pêşengiya Kongra Star û tevgerên jinan di asta heremê de li her bajaran meş hatin lidarxistin, gelek konferans, komxebat, seminer, civîn hatin lidarxistin. Di her xebatek ku jinan bi şeklekî aktif tevlîbûn diyarkirin ku pergala Netewa Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî bû mîmarê wî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û azadiya xwe di azadiya wî de dibinin her wiha heya fîzîkî azadiyê dê tekoşîna xwe berdevam bikin. Her wekî din bi hezaran jinên Kurd û pêkhatiyên din ji Dêrikê bigre heya Şehbayê li seranserî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina 15’ê Sibata 1999’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi komployekî navneteweyî hatibû girtin û teslîmî dewleta Tirk hatibûn kirin, daketin qadan û wek her sal vê salê jî hêzên hegemon ku di komployê de cîh girtin şermezarkirin. Jinan li gelek cihan li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebat lidar xistin.
Têkoşîna li dijî tundî û şerê taybet
Bi pêşengtiya Kongra Star û Kombûna Zenûbiyayê ji bo hişyarkirina civakê derbarê zext û qetilkirina jinan, li hember polîtîkayên şerê taybet (hişbir, fuhuş, sixurtî û hwd.) li gelek bajaran seminer, perwerde û civîn hat lidarxistin. Her wiha gelek mêr bi mebesta hevjiyanek azad ku pêşengtiya wê li Kongra Star dike perwerde dîtin.
Pêşengên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hat hedefgirtin
Dewleta Tirk ê ji destpêka şoreşê ve destkeftî û berxwedaniya jinên Bakur û Rijhilatê Sûriyeyê hezm nekir, ji bo şoreşê qels bike jinên pêşeng ku civakêk exlaqî û polîtîk ava dikin dike hedef. Di 11’ê Sibatê de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrîşî avahiya Federasyona Gaziyan kir. Di encama êrişê de Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û bûn gazî, jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pêşengiya YPJ'ê, Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê 27'ê Çileyê li Kampa Holê dabû destpêkirin û 6’ê Sibatê bidawî bûbû. Di operasyona ku hatibû destpêkirin bi dehan çete û alavên leşkeri hatibû girtin. Her wiha di operasyonê de jina Êzidî Kovan Îdo Xorto ya ku di sala 2014’an de ji aliye çeteyên DAIŞ’ê de hatibû revandin hat rizgarkirin.
Jinan li hember her cûre qetilkirin êrîş, zextên dewleta Tirk bi sekna jinên pêşeng bi biryarin ku destkeftiyên xwe bi parêzên û bi wê helwestê bi dirûşêmeya “Jin, Jiyan, Azadî,” 8’ê Adara 2024’an pêşwazî dikin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya
Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi giranî li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk xebatên xwe didomîne. Kombûn, ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkên civakî û avakirina hişmediyê dem bi dem kampanya û çalakiyên cur be cur li dar dixe. Li dijî pirsgirêkên weke; tundiya li ser jinan, zewaca zarokan, pirzewacî û tundiya dîjîtal çalakiyên hişyariyê li dar xist. Kampanyayên "Ji bo Jinan Dem Dema Azadiyê ye” û “Qanûnên Malbatê Bi cih bîne” di nav kampanyayên herî girîng de cih girtin. Bi armanca şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin jî kampanya hatin lidarxistin.
Li Rojhilat serhildana Jînayê bê rawestan didome
Jina Emînî a ku di 16’ê Îlona 2022’an bi hinceta hîcab baş nedaye sere xwe ji aliye ‘polîsên exlaqî’ hat qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanek ku bandorê li hemû cîhanê kir, destpêkir. Di serhildana ku bi Jin Jiyan Azadî tê naskirin jinan li hember polîtîkayên rejîama Îranê ku dijmînê Jina ye ser rakirin û daxwaza azadiyê kirin. Li hember jinên serhildêr rêjîma Îranê êrîşên hovane pêk anî. Bi sedan kes di zindanan de di encama îşkenceyan de jiyana xwe ji dest dan, rastî destdirêjî û cezayê darvekirinê hatin. Lê rûxmê hemû çavtirsandinan jî jinan ji biryara xwe gavek pêş neavêtin û çalakiyên xwe domandin.
Zexta li ser jinan
Îsal jî Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hêza serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” tekoşîna xwe didomînin. Jinan ne tenê li kolanan di zindanên Îranê de jî li berxwe didin. Girtiyên siyasî ên li girtigeha Îranê ji bo maf û daxwazên xwe bi destbixin bi derfetên herî kêm denge xwe bilind dikin. Girtiyên jin weke Zeyneb Celaliyan, Nergîz Muhammedî Nîlofer Hamedî. Elahe Mohemadî, Spîde Qolyan, Wirîşe Moradî; Pexşan Ezîzî, di her firsendî de denge xwe digihînin derve û diyar dikin ku ew di her rewşan de li berxwe didin. Lê dewleta Îranê wekî ku tolê ji wan digre mafê girtiyan binpê dike. Mafê dermankirinê ku mafê herî bingehîn e asteng dike û nahêle ku girtiyên jin li nexweşxanê werin dermankirin. Nexweş ku ên ku bi salan di girtigehên Îranê de berxwe didin. Bi dehan girtiyên Jin ên ku di girtigehên Îranê de bûne sembol ji mafê xwe yê dermankirinê bê par tê hiştin. Zeyneb Celaliyan a ku ev 16 sale di girtigeha Îranê de tê girtin lê tê kirin. Hatibû diyarkirin ku desthilata Îranê gefa ger bixwaze malbata xwe bibîne û xizmeta tendirûstiyê bigre divê poşmantiyê qebûl bike li ser Zeynep Celaliyan xwaribû. Lê Zeyneb Celaliyan ev gefan qebûl nake, li beranberî wê ji bo piştgiriya 61 jinên girtî yên ku li dijî darvekirinê ketine greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di nava salê de bi giştî jinên Rojhilatê Kurdistanê bi rê û rêbazên cûr bi cûr li dijî hişmendî û siyaseta mêr dewlet ya Îranê bê rawestan têkoşiyan. Dewlet bi hemû şêwazê ji bo tekoşîn û vîna jinanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bitepsênê polîtîkayên xwe ên weke derxistina qanûn nû li dijî jinan û her wiha rêbazên meşrûkirina şîdetê ji bo meran derxist holê. Cara yekê aliyên aktor, hunermend û aktivîst di tekoşîna jinan û civakî ya li dijî hukumetê li pişta jinan û gel bûn. Dirûşma jin jiyan azadî û her wiha û yekîtiya di nava gelan weke kilîta serkeftinê hat qêrîn. Werîşe Moradî û Peşxan Ezîzî jî di vê salê de hatin girtin û çarenûsa wan nediyar e.
Konferansa Jin Jiyan Azadî li Swisrê hat lidarxistin yek ji rojev û xebata herî hevbeş ya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû ku di 28 û 29 Çileya 2024 hatibû lidarxistin.
Jin hilbijartinên Îranê boyot kirin
Her wiha di hilbijartinên li Îranê ku herî dawî hat lidarxistin ji aliyê jinan ve bi armanca neqûlkirina dewleta Îranê û her wiha bê baweriya li hember namezetên dewletê, bi awayêk çalak hat protestokirin û neçûn ser sindoqên dengdanê. Tekoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê Îranê li kûçe û kolanan berdevam dike.
Başûrê Kurdistanê
Jinên Başûrê Kurdistanê jî li dijî desthilatdariya ku bi qanûnên ne têrker fersendê dide meran ku li dijî jinê tundiyê dijwartir bikin nerazîbûnên xwe anîn ser ziman. Gelek aktîvîst, siyasetmedar, hunermend, parezerên mafê mirovan polîtîkayên hikumeta Başûrê Kurdistanê rexnekirin û daxwaza qanûnek bi bondor ku dikare pêşiya tundiya li dijî jinê rawestîne kirin. Di nav salê de jinên Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya RJAK’ê li dijî tundiya li ser jinê her wiha polîtîkayên şerê taybet weke fuhuş, hişbir ku bi deste dewleta Tirk tê kirin meş, seminer civîn, komxebatên hişyarkirinê lidarxistin.
Pêşengên jin hat hedefgirtin
Di 19’ê Çileya 2024’an de li dijî siyasetmedara Kurd ya ji Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid ji aliye îstîxbarata Mitê ve êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de Firyal Silêman Xalid hat qetilkirin. Firyal Silêman Xalid di ciwantiya xwe tevgera azadiyê nas dike û ji bo zadiya jin û gele Kurd tekoşînek 30 salan dide meşandin. Firyal Silêman Xalid ji Rojavayê Kurdîstan heya Ermenistanê di tekoşîna azadiya jinê de hertim bû pêşeng.
Her wiha ewleta Tirk polîtîkayên xwe yên dagirkirina başûrê Kurdistanê didomîne. Piştî çalakiyên gerîlayên YJA STAR û HPG dewleta Tirk diplomasiya xwe ya li ser esasê dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê zêde kir herî dawî hevdîtina rayadarên dewleta Tirk, hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser gundan û heremên parastina medyayê zêde bû di encamê de li kêlek ziyanên madî çend sîvîl jî jiyana xwe ji dest dan. Jinan li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkariya hikumeta Iraq û her wiha hikumeta Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşandan.
Yek ji mijara herî girîng ku di nav salê de derket pêş hilbijartinên Meclisa Giştî ya Parêzgehan bû. Di hilbijartinên ku hat lidarxistin de li Kerkûkê YNK’ê 5 kursiyan bi dest xist û ji sindoqan wek partiya yekemîn derket. Di vê hilbijartinan de jî derket holê ku jinan li hember polîtîkayên şer ên heyî nerazîne û guhertinek mayînde dixwazin. Piştî hilbijartinan hinek aliyên ku li pişt van dewleta Tirk heye xwestin gelê Kerkûkê ku hilbijartina xwe ji aliyê şer nekirin bitirsînin û bi hinek suikast û lîstokan hilbijartinê vala derxînin. Ku qetilkirina Firyal Silêman Xalid, niştecihên taxa Newroz ku taxek ya Kurda ye bi darê zorê vala kirin û suikasta li bazara navenda Kerkûkê ku li dijî endamek hêzên ewlekariyê pêk hat yek ji wan mînaka ye.
Mamoste li qadan in
Her wiha boykota mamosteyên nerazî ku ev bi mehan berdevam dike rojeva sereke ya Başûrê Kurdistanê ye di boykota ku piranî ji wan jinên mamoste ne daxwaz dikin ku tayînkirina mamostayên bi peyman û di dema wê de dayîna mûçeyan were dayîn. Hikûmeta şaşûrê Kurdistanê li şûna daxwazên mamostayan pêk bîne û pirsgirêkan çareser bike, bi gef û zexta hewla şkandina boykotê dide. Mamosta jî bi israr in ku heta daxwazên wan neyên pêkanîn dev ji rêya xwe bernadin.
Şengal
Jinên Êzidî di nava salê de tekoşînekî hêjayî nirx û destkeftiyên jinan dane meşandin. Li ser ezmûna 10 salên tekoşînê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi gelek kar û xebatan rabû. Bi taybetî ji bo pêşxistina jinan û mezinkirina rêxistiniya xwe bû xwedî ked û hewldanekî girîng. Li hemberî her cûre êrîş, siyaset û planên qirêj ên ji derve û hûndir li dijî jinên Êzidî û civakê seknekî bi biryar raber kir û bû xwedî helwest. Civaka Êzidî di pêşengiya jin de di nava salê de tekoşîna xwe li ser sê bingehan da maşndin tekoşîna siyasî, dîplomasî û civakî. Li Şengal, Bexda, Silêmanî, Lûbnan û Ewrûpa li ser tekoşîna jinên Êzidî, naskirina fermana 74’an komxebat û konferans hatin li darxistin. Jinên Êzidî ji van xebatan re beşdarî çêkiriye. Di van komxebat û konferansan de jinên Êzidî hêvî û daxwezên civaka xwe anîne ziman. Û bi taybetî ji bona fermana hatî serê jin û civaka Êzidî wek jenosîd werê naskirin kar û xebatekî girîng hate meşandin.
Jinên Êzidî û Ereb li dijî tecrîdê di çalakiyan de bûn
Di serî de xebatên perwerdeya jin, mêr û civakê li meclîs û akademiyan dewreyên perwerdê hatine vekirin. Jinên Êzidî ji bo fikir, felsefe û paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin û bidin naskirin di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de tekoşînekî girîng dan meşandin. Jin û civaka Êzidî bi baweriya xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li çand, bawerî û hebûna xwe ye ji bo Rêber Apo du komxebat li darxistin. Komxebat bi pêşengiya TAJÊ û Meclîsa jinên Ereb hatin li darxistin. Peyama jinan ên di van komxebatan de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşxistina yekîtiya jinên Êzidî-Ereb, mezinkirina tekoşîn û berxwedanê li dijî aqlê mêr û desthilatdariya wî bû.
Tekoşîna jinên Êzidî-Ereb ya li Şengalê tê meşandin bêguman di nava salê de li ser tevahî jinên Îraqî, jinên Başûrê Kurdistanê û pêkhateyên cuda yên di hundirê Îraqê de dijîn bandorekî girîng da avakirin.
Bi dirûşmeya ‘Em ê bi Jin Jiyan Azadî tola 74 Fermanan hilînin’ jinên Êzidî ketin salê û ji bo xwedî derketina li vê dirûşmeyê tekoşîn û berxwedaniya xwe meşandin. Li dijî planên metingeriyê yê dewleta Tirk û hevkarê wî PDK’ê, li hemberî şerê taybet û derûnî yê bi plankirî dijî jin û civaka Êzidî tê meşandin tekoşîna jinên Êzidî û jinên Ereb bê navber di nava salê de hatiye meşandin û ev tekoşîn bi hemû biryardariya wê berdewam dike.
Mexmûr
Di penaberiya 30 salan a xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) de berxwedan riya sereke ya jiyana wan bû. Bi taybet jî ya jinên wargehê. Sal bi sal, meh bi meh û roj bi roj di her kêliya jiyana wan de têkoşîna azadiyê di asta herî jor de bû. Îsal jî wek hersalên din jinên wargeha Mexmûrê ji têkoşîna xwe tiştek kêm nekirin. Salek tijî têkoşîn û berxwedan derbas kirin. Di her qada jiyanê de mohra xwe li dîroka têkoşîna jinê dan. Çi li beramberî êşên penaberiyê çi li beramberî zorî û zehmetiyên jiyanê.
Kêlî bi kêlî têkoşîna azadiyê zindî kirin û bingeh girtin. Li hemberî tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin têkoşiyan. Di her wextê jiyanê de li beramberî tecrîdê rawestiyan û bi şîara ‘Jin Jiyan Azadî’ xebatên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane meşandin. Dem bi dem bi çalakiyên wek meş, daxuyanî, semîner, komxebat, konferans, bîranîn, pîrozbahî û hwd… biryardarî û soza xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê re dubare kirin. Bi rihê 8’ê Adarê ku rihê serhildan û hêviyê ye, jiyana xwe bi têkoşînê hûnandin. Bi huner, çand, reng, deng, çalakî û rihê 8’ê Adarê re sala xwe tijî berxwedan kirin. Ne tenê li hember tecrîdê, li hember tevahî zilm, zordarî, desthilatdarî, zîhniyeta paşverû û zilamê serdest têkoşîn meşandin.
Bi têkoşîna jinan a di 8’ê Adarê de jinên wargehê ne tenê di meha Adarê de di tevahiya salê de bi hemu hêza xwe hewl dan bersiva sîstema desthilatdar a jinê kêm dibîne bidin. Bi pêla berxwedanê agirê azadiyê gûrkirin.