Navê Têkoşînê 8'ê Adarê: Jinên li Rojhilata Navîn ji bo siberojek hîn baştir têdikoşin- DOSYA 2

Jinên Rojhilata Navîn ên ku di nava şer,, zext û tundiyê de ji bo parastina destkeftiyên xwe li dijî pergala mêr/dewletê berxwedana xwe didomînin, di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan- Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn berdewam dikin, dibe sedem ku jin hîn zêdetir rastî zext û tundiyê bimînin û mafê jiyanê jî di nav de gelek mafên wan ji destê wan bêstandin. Jinên ku di sala 2023'an de jî ji bo misogerkirina mafên xwe têkildarî guhertinên divê di qanûnan de bên kirin xebat meşandin, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî tundiya mêr/dewletê pêşwazî dikin.

Di beşa duyemîn a dosyaya 'Navê Têkoşînê 8'ê Adarê’ ku me wek ekîba NUJÎNHA'yê amade kir, me salek a jinên Rojhilata Navîn dest girt. Jinên ku bi şer, dagirkerî û koçberiyê re rû bi rû hatin hiştin, di pêvajoya derbasbûyî de jî ji bo maf û destkeftiyên xwe ji têkoşînê tawîz nedan.

Xeza

Li Xezayê piştî şerê ku di dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an de navbera Hemas û Îsraîlê dest pê kir, êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ev nêzî 5 meh in didome. Li gorî daxuyaniya Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2'ê Adarê; Li Xezayê 9 hezar jin hatin qetilkirin. Di berdewamiya raporê de hate balkişandin ku ger şerê li Xezayê bi vî rengî bidome, rojane dê bi giştî 63 jin bên qetilkirin. Beriya êrîşan rêxistinên jinan xebatên ku birêkûpêkkirina qanûnî yên girîng jî dihewîne, danîn holê. Yek ji van jî kampanyaya "Tasaliliş" ku ji aliyê Komeleya Afirînerî û Pêşketinê ya Ajyal ve di meha Tebaxê de ji bo mafê velayetê, di hevberdanan de piştgiriya hiqûqî û mijarên parastinê cih digre hate destpêkirin, bû. Dihat payîn kampanya salekê bidome. Her wiha di meha Tebaxê de Komeleya Pêşxistina Jinên Gundewar ji bo balê bikşîne ser tundiya derûnî ya li dijî jinan kampanyaya “Tu Bibe” dabû destpêkirin.

Li Xezayê di 5 mehan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 30 hezar derbas kir. Hêj bi dehan cenaze di bin kavîlan de asê mane û nikarin xwe bigihînin hene. Zêdetirê 70 hezar kes jî birîndar bûn.

Tûnis

Li Tûnisê sala 2023’an ji bo jinan hêsan derbas nebû. Bi guhertina qanûna hilbijartinê re, nûnertiya jinan a li parlamentoyê neyînî bandor kir. Di parlomentoya ku 129 mêr cih digrin de, tenê 25 jin cih girtin. Dema jin ji 277 meclîsên xwecihî tenê di 133’an de cih digrin, di hilbijartinên giştî de bi rêjeya ji sedî 9.75’an ango 231 jin qezenç kirin. Di meclîsan de rêjeya jinan ji sedî 12 derbas nekir. Li parêzgehên Soussou û Jendouba qetlîamên jinan gihişt asta herî bilind. Ji ber biryarnameya bi hejmara 54’an a ku azadiya raman û fikir asteng dike, doz hatin vekirin. Komeleyên jinan, bi zêdebûna qetlîamên jinan re ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi armanca bicîhanîna Qanûna hejmara 58’an zext li rayadaran kirin.

Her çend destûra bingehîn a welat, cara yekem li Tûnisê ji bo jinan beşek cuda veqetand jî, mukelefiyata qanûna dewletê pêkneanî. Qanûna 46'an a ku mafên jinan ên hatine bidestxistin pêşdixe û derfetên wekheviyê ya di navbera zayendan de misoger dike, nehat bicihanîn. Yek ji biryarên darazê yên herî girîng jî piştî du salan 30 salan cezayê girtîgehê dayîna berpirsê ku Rebekah Al-Sharnî qetil kir. Zextên li dijî parêzvanên jin, parêzvanên mafên mirovan û xwendekaran bi destê darazê jî berdewam kir.

Biryarnameya hejmara 54’an a sala 2022'an ya têkildarî têkoşîna li dijî sûcên pergalên agahî û ragihandinê, fikara ku wê di jinan de darizandinên neadil bi xwe re bîne avakir. Li aliyê din pêdiviyên qanûna hejmara 58 nehatin bicihanîn. Hebûna jinan a di sektora çandiniyê de ji sedî 80 derbas kir, qanûna bi hejmara 51’an a sala 2019'an ku ji bo astengkirina mirina karkerên çandiniyê ya di qezayên trafîkê de hate derxistin jî karkerên jin neparast. 600 hezar jinên karker ên çandiniyê bi qezayên trafîkê re rû bi rû man.

Jinên ku piştî sala 2011’an bi taybetî di heyama desthilatdariya Îslamî de mafên wan bi awayekî cidî di bin gefan de bû, ji bo parastina destkeftiyên xwe li her qadê têkoşîna xwe didomînin. Ji bo mafên xwe û ji bo rêkûpêkkirina qanûnî xebatên xwe berdewam dikin. Rêxistinbûna jinên ku ji ber feraseta serwer ê mêr beşdarbûna wan a pêvajoyên biryardayînê tê astengkirin, roj bi roj mezin dibe.

Ji aliyê din jinên Tûnisê, di çalakiyên protesto yên li dijî êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê sivîlan jî hedef digre hatin li dar xistin de, di rêzên herî pêş de cih digrin. Tevî hemû astengiyan jî hevgirtina xwe ya bi jinên Filistînê re didomînin.

Sûdan

Di pevçûnên ku ji Nîsana 2023’an û vir ve li Sûdanê didome de jin tên hedef girtin. Jinên ku maf û azadiyên wan tên sînordarkirin û tên koçberkirin, hin caran rastî sûcên tacîza zayendî û tecavizê tên. Pêkanînên zayendparêz ên hikûmeta Îslamî ya li welat, bi awayekî neyînî bandor ki jiyana jinan dike.

Jinên Sûdanê, ji bo bidawîanîna pevçûnan jî hewildanên xwe didomînin. Di sala 2023’an de zêdetirî 49 rêxistin û hewildanên aîdê jinan, piştgirî dan Platforma Aştiyê ya ji bo Sûdanê. Jinên ku di mijaea alîkariyên mirovî de hewildanan organîze kirin, ji bo bidawîanîna pevçûnan bangên aştiyê domandin. Jinên ku di rewşên awarte de xizmeta piştgirî û alîkariyê misoger dikin, ji bo bijîjkên jin ên Sûdanê yên ji derveyî welat li klînîkan xizmeta tele-tenduristiyê pêşkêş bikin, di platformên dîjîtal de xebat dimeşînin.

Sûriye/ Suweyda

Li Sûriyeya ku qeyrana siyasî û şer berdewam dike, şert û mercên jiyanê yên di encama polîtîkayên aborî yên hikûmeta Şamê de her ku diçe xirab dibe, gel herikand kolanan. Jin bi girseyî tevlî protestonên ku di 18’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Suweydayê dest pê kirin, dibin. Li Suweyda ku gelê Durzî jiyan dikin, daxwazên jinan ên xwesertî û azadiyê bal dikşîne. Jinên ku ev 6 mehin dev ji qadan bernadin û daxwaza mafên xwe dikin, dixwazin rastiya gelê Sûriyê bêguhertin, wekheviya di navbera zayendan de pêkwere, rejîm bêguhertin, dawî li gendeliyan bê anîn, qanûnên ku mafên jinan misoger dikin bên derxistin û biryara bihejmara 2254’an a Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bê bicîhanîn.

Jinên ku li Suweydayê bûn pêkhateya bingehîn a jêneger, di parastina pêkhateya aştiyane ya tevgerê û berdewamkirina birêxistinbûna de roleke girîng lêyistin. Gelek jin ji bo pêşî girtina qeyrana aborî ya li Suweydanê roj bi roj kûrtir dibe, tevlî jiyana kar bûn û di qadên cuda de di proje û xebatan de cih girtin.

Sûriye/Idlib

Li Îdliba ku di bin kontrola Heyet Tahrîr El-Şam de, jin mafê perwerde, tenduristî û kar jî di nav de ji gelek mafan bêpar in. Belavbûna zanîngehên girêdayî çeteyên bipiştgiriya dewleta Tirk, perwerda bilind a jinan jî asteng kir. Jinên ku ji ber karesata erdhejê ya di sala 2023'an de bandor li bakurê Sûriyeyê jî kir malên xwe winda kirin, bi zarokên xwe re li kamp û navendên stargehan di konên ku ji demsalan re neguncawin de têkoşîna jiyanê didin. Jinên Idlibê ku bi xeyala jiyanek ewle ya dûrî dengên balafir û bombeyan di nava zehmetiyan de dijîn, hewil didin bi hevgirtinê zehmetiyan derbas bikin.

Yemen

Li Yemenê, sala 2023’an bû salek dest xistina destkeftiyên jinan. Jin cara ewil, tayînê dadgerî, meqamên îdarî û saziyên dewletê hatin kirin. Lê ji bo ku jin hîn zêdetir di pozîsyonen rêveberiyê de cih bigirin têkoşîn didome. Li aliyê din, ji aliyê Hûsiyan ve zext û binpêkirinên li dijî jinan jî didome. Li herêmên Bakurê Yemenê, azadiya rêwîtîkirina jinan tê astengkirin. Der barê aktîvîst Fatima Al-Arouli de cezayê darvekirinê hat dayîn. Jineke ku ji tundiya nava malbatê rizgar bû, hat girtin. Jina ku hate berdan, radestî malbata xwe hat kirin.

Jinên ku hewil didin li Yemenê hawirdorek mayînde ya aştiyê misoger bikin, ji bo parastin û bi hêz kirina mirovên ku ji herêmên di bin kontrola Hûsî de direvin têdikoşîn.

Cezayîr

Li Cezayîrê di sala 2023’an de jinan di mijara mafên xwe de pêşketinên girîng bi dest xistin. Mewzûatên nû yên wek Qanûna Parastina Jinan ji Tundiya Nav Malê û Tacîza Zayendî û Fona Piştgirîdayîna Jinên Hevberdanê an jî bi navê din Fona Nafaqa ya Jinên Hevberdanê ku mafên jinan diparêzin hatin qebûl kirin. Xebatên hişmediyên têkildarî mafên jinan û guhertina civakê hatin zêdekirin. Lê tevlibûna siyasetê ya jinan jî di nav de di gelek qadan de astengiyên li dijî cihgirtina wan a di pozîsyonên biryargirtinê de didome.

Tundiya nav malê û tacîza zayendî jî dibe pirsgirêkên hevpar ên jinan. Ji ber netêrkerbûna tedbîrên pêşîgirtina tundiyê, tundiya li dijî jinan zêde dibe. Di gelek qadên wek kar, perwede û siyasetê de cûdakariya zayendî berdewam kir. Ji ber polîtîkayên aboriyê bêkariya jinan zêde bû. Jinan dixwazin mafên wan ên qanûnî bên bicihanîn, qanûnên nû yên mafên wan diparêzin û cihê wan ên di civakê de xurtir dike bên derxistin, tevlîbûna wan a jiyana siyasî, aborî û civakî bê zêdekirin û hîn zêdetir di mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin. Jin, ji bo bicîhanîna daxwazên xwe têkoşîna xwe berdewam dikin.

Mexrib

Pştî nêzî 20 salan vebûna nîqaşa ji bo guhertina Qanûna Malbatê ya Mexribê û avakirina komîteyek a ji bo guhdarîkirina nêrînên komele, partiyên siyasî, sendîkayan û yên din, dikare wekî pêşketina herî girîng a Mexribê were dîtin.

Pêşketina rêjeya nûnertiya jinan a siyasî û cihgirtina wan a di pozîsyonên biryargirtinê de nayê înkar kirin, lêbelê ev rêje ji bo bicîhanîna wekheviyê pir kêm e. Li gorî îstatîstîkan, di sala 2018’an de nûnertiya jinan a di qada siyasî de ji sedî 162 ye, di sala 2022’an de gihişt ji sedî 19’an. Ev wek serkeftinek têkoşîna jinan tê hesibandin û tê fikirandin ku faktora herî girîng a bandorê li vê rewşê dike, kotayên ku di hilbijartinên partiyên siyasî û parlementoyê de tê pêkanîn e.

Lubnan

Qet ne mimkunê ku zehmetiyên ku jin di sala 2023’an de li Lubnanê jiyan kirine, ji şerê li Zîvala Xezayê didome cuda bifikirin. Êrîşên Îsraîlî yên li dijî Başûrê Lubnanê, bi hezaran jin bi metirsiya koçberbûne re rû bi rû dihêle. Dîsa bêîstîqrariya siyasî û qeyrana aborî ya li Lubnanê berdewam dike, ji bo zêdebûna tundiya mêr bû zemînek. Li Lubnanê jin ji bo mafên xwe yên bingehîn dev ji têkoşîna xwe bernedan e, lê rewşa şer pir tiştan guhert. Hikûmeta ku hewl dide vê rewşê veguherîne derfetek, di nava nêzîkatiyên ku destkeftiyên jinan xesp bike de ye.

Îran

Piştî ku jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve bi hinceta ku li gorî rêgeza hîcabê tevnegeriyaye, hate binçavkirin û di 16'ê Îlona 2022'an de jiyana xwe ji dest da, serhildanên li tevahiya Îranê bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Dema jinan pêşengiya serhildanan girt ser milên xwe bi dirûşma "Jin jiyan azadî" agirê serhildanê geş kirin, ji bo jinên Kurd ji dirûşmekê wêdetir tê wateya felsefeya jiyanê. Felsefeya ku bingeha îdeolojiya azadiya jinê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, navê xwe li serhildana Îranê da û bi serhildanê re gihişt jinên cîhanê. Serhildana ku di sala 2022’an de destpê kir, di sala 2023’an de bi çalakiyên bêîteatiya sivîl ên bi pêşengiya jinan li hemû qadên jiyanê belav bû. Gelek parêzer, rojnameger, hunermend û aktîvîstan bi hesabên xwe yên medyaya dîjîtal dîmenên xwe yên ku çarşefên xwe derxistine parve kirin û bang li raya giştî kirin ku piştgiriyê bide serhildanê. Jinên ku bang li wan kirin, li kuçe û kolanan, li metroyê û çi li dibistanan li kuderê lê bin, çarşefên xwe rakirin û beşdarî çalakiyê bûn. Her çend dewleta Îranê bi zext, qedexe, binçavkirin, komkujî, girtin û cezayê darvekirinê hewl da serhildanê bitepisîne jî, lê bi ser neket. Serhildana ku li hemû cîhanê deng veda, her çendî hê jî nekariye desthilatdariyê ji holê rake jî, di warê guhertina zihniyeta ku di nava gelan de afirandiye û pêşxistina têkoşîna hevpar a gelan de, pêşketineke şoreşgerî afirandiye. Bi dehan welatiyên Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Sunne, Xiristiyan, Cihû û Behayî hatin girtin û bi cezayên giran hatin mehkûmkirin. Li paytexta Swêd Stockholmê di navbera 20-21 Çile de konferansa 2 rojan a bi navê “Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” hate lidarxistin û tê de berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat nîqaşkirin. Di konferansê de ku gelek jinên Îranî amade bûn, rêyên parastina serhildana "Jin jiyan azadî" û armancên şoreşê hatin gotûbêjkirin. Li girtîgehan, bi taybet girtiyên jin, ji bo piştgirîkirina serhildanê û li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê, tevahiya salê grevên birçîbûnê hatin lidarxistin. Çalakî ji aliyê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Mihemedî ve hatin lidarxistin. Malbatan jî bi çalakiyên xwe yên li ber girtîgehan piştgirî da girtiyan.

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Werîşe Muradî (Ciwana Sine) di 1’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hate revandin. Ji Werîşa ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû revandin, 70 roj bûn tu xeber nehat. Piştre hate hînbûn ku Werîşe li girtîgeha Sine hatiye girtin û rastî îşkenceyê hatiye. Ji bo Werîşe Muradî ya di Girtîgeha Êvînê de ma piştî 6 mehan îdianame hat amadekirin. Jinan ji bo azadiya Werîşe Muradî li gelek bajarên Kurdistanê ji Ewropa heta Rojhilata Navîn çalakî li dar xistin.

Gel li hember bangawaziyên boykotê yên ku çend roj beriya 12’emîn hilbijartinên  Meclisa Îranê ku di 1’ê Adara 2024’an de hat lidarxistin, bersiv da û neçûn ser sindoqan, ji ber ku ew hilbijartin wek dawerî didîtin û bawer nedikirin ku bi hilbijartinan re li Îranê guhertin çêbibe.

Efganîstan

Ji dema ku Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’ê de li Afganîstanê desthilatdarî bi dest xistiye, bi taybetî jin û zarokên keç û civak bi giştî hatine bindestkirin. Jinan di tevahiya salê de li her qadê li dijî Talîbanê ku Afganîstan vediguhere welatê qedexekirina jin û zarokên keç, protesto kirin. Rêxistinên jinan ên wekî Komeleya Jinên Şoreşger ên Afganîstanê (RAWA), Tevgera Şemiyê ya binefşî û Tevgera Xwepêşandana Jinan di nava salekê de li dijî polîtîkayên qedexe û zextê yên Talîbanê protesto kirin, her wiha bang li sazî û welatên navneteweyî kirin ku Talîbanê nas nekin. Li Afganîstanê ku jin ji qada giştî tên dûrxistin, herêm bi herêm qedexe tên meşandin. Ji zarokên keç û jinên piştî xwendina navîn di sala 2022’an de çûna dibistanê hat qedexekirin. Niha li gelek herêman çûna dibistanê ya zarokên keç ên ji 10 salî mezintir hatiye qedexekirin. Jin hem ji kar û hem jî ji perwerdehiyê tên dûrxistin. Her wiha di saziyên sivîl, saziyên Neteweyên Yekbûyî û sektora tenduristiyê de karkirina jinan hat qedexekirin. Li gel qedexeyên li ser jinên ku di çapemeniyê de dixebitin, telefonkirina bernameyên radyo û televîzyonê jî li jinan hat qedexekirin. Ji xeynî van, pêşveçûna herî balkêş jî zêdebûna mirina jinan a bi guman e. Gelek jinên ku ji ber ku li gorî rêgezê hîcabê tevnegeriyan hatin binçavkirin, piştre di bin şert û mercên bi guman de mirin. Di dema ku saziyên navneteweyî li hemberî jinan bêdengiya xwe didomînin, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li dijî êrîşên li ser Şengal û jinên Afganî bi dirûşmeya “Li dijî êrîşên mêrên hegemon em li cem jinên Afgan û Şengalê ne” di navbera 3 û 15 Tebaxê de kampanyayek li dar xist. Kampanyayê ji gelek welatan û ji bajarên Kurdistanê jî piştgirî girt. Di nava salekê de bi çalakî û peyamên hevgirtina jinên Afganî û jinên Kurd û balkişandina li ser têkoşîna hevpar hatin nîşandan.

Tirkiyê

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) ku ji aliyê rêxistinên jinan ve hatiye avakirin û Jin Hev re bi Hêz e ku qada hevpar a têkoşîna jinan e, di nava salekê de li bajarên Tirkiyeyê bi gelek çalakiyan polîtîkayên hikûmetê protesto kirin û torên têkoşînê yên xurt ava kirin û ji bo birînên erdheja 6’ê Sibata 2023’an li navenda Mereşê pêk hat bipêçin torên tekoşînê avakirin.

Li gorî daneyên JINNEWS’ê di sala 2023’an de li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 320 jin hatine qetilkirin û 189 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Berpirsiyarên piraniya jinên hatin qetilkirin mêrên ku herî zêde di mal de nêzî wan bûn bûn. Li welatê ku qetilkirina jinan û tundî lê zêde bû, rêxistinên jinan jî li korîdorên edliyeyê doz dişopandin. Di rojeva rêxistinên ku ji bo mafên jinan li dijî daraza mêr têdikoşin, parastina zagona hejmar 6284 û vegera li Peymana Stenbolê bû.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê xwe rêxistin kiriye, di heman demê de xebatên xwe yên birêxistinkirinê û piştevaniya bi jinên ji erdhejê zirar dîtine re lez kir. Rojeva sereke ya jinên ku li kolanên bajarên Kurdistanê geriyan, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet, êrîşên dagirkerî û qirkirinê bû. Kampanyaya 'Bi Jin Jiyan Azadî re Ber bi Azadiyê ve' ku ji aliyê TJA'yê ve jî hatiye destpêkirin, bi eleqeya jinan dewam dike.

Hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên lidarxistin di rojeva jinan de ye. Jinên ku bi xurtî xwe ji hilbijartinan re amade dikin û perspektîfên şaredariyên wekheviya zayendî diweşînin, di nava pergala hevserokatiyê de têdikoşin.

Sibê: Tekoşîna jinên Kurdistan