Li Rojhilata Navîn sala 2023: Jinan têkoşînê bilind kirin - PANORAMA

Li welatên Rojhilata Navîn sala 2023’an ji ber feraseta mêr bi zextan derbas bû. Jinên ku li dijî zextan xeta berxwedanê hilbijartin, bi armanca azadî û jiyana demokratîk têkoşînê bilind kirin.

SANAA AL-ALÎ

Navenda Nûçeyan – Jinan li welatên Rojhilata Navîn ku polîtîkayên şer her diçe kûrtir dibe, di sala 2023’an de jî di hemû qadên jiyanê de rastî zextan hatin lê di heman demê de di vê salê de têkoşîna femînîst jî bilind bû. Jinan ji koçberî û şer bigre heta pirsgirêkên ku jin dijîn û ji şert û mercên zehmet ên jiyanê heta hebûna xwe ya di qada siyasî de, li gelek qadan dengê xwe bilind kirin.

Filistîn

*Li Xezayê beriya êrîşên Îsraîlê jinan di gelek qadan de îmze avêtin bin xebatên serkeftî. Di vê çarçoveyê de Komxebata Xezayê ya ku di destpêka meha Cotmehê de bi beşdariya gelek hunermendên di warê hunerên dîtbarî de hat pêkanîn, alîkariya jinan kir ku jêhatîbûna xwe bi pêş bixin û mijarên ku neçar mane bêdeng bimînin bînin ser ziman.

*Azhar Tanboura ku li Xezayê li dijî ziyanên bermahiyên poşetan ên ku davêjin nava xwezayê dest bi kampanyaya bi navê ‘Biguherîne’ kir, bi xebatên hişmendiyê re wek alternatîfa plastîkê li hemwelatiyan gelek paç û çante belav kir.

*Li Xezayê bi însiyatîfa 'Ew Ne Tenê Hejmarek e' re hat armanckirin ku zêdetir jin di mekanîzmayên biryargirtinê û jiyana xebatê de cih bigrin.

*Li Xezayê jinên ciwan ên xwedî pêdiviyên taybet ên ku bi Projeya Tayên Rengîn astengiyên li pêşiya wan derxistin derbas kirin, bi saya projeyê gelek serkeftinan bi dest xistin.

 

*Meclisên Siya Jinan ku di sala 2004’an de ji aliyê rêxistinên jinan ve li Filistînê hatin avakirin, ji rêveberiyên herêmî heta meclis û Meclisa Neteweyî ji bo beşdarbûna aktîf a jinan di nava siyasetê de dixebitin.

*Bi kampanyaya 'Feragat' a ku li Xezayê hat destpêkirin re, bilindkirina temenê welayata zarokan armanc kirin.

*Jinên Filistînî ji bo têkoşîna li dijî tundiyê kampanyaya ‘Wek xwe be’ dan destpêkirin.

*Nagham Ghattas a projeya ‘Nanê Mala Me’ bi pêş xist, bi kivarkên ku hilberand re ji jinan re qadên nû yên kar afirand û bû yekemîn hilberînerê kivarkan a li Xezayê.

*Navenda Karên Jinan a li Xezayê, bi hevkariya Koma Hîdrologên Filistînê ya di çarçoveya porjeya “Li Zîvala Xezayê Piştgiriya Berfireh a ji bo Windayan Mafên Jinên Berasteng û Teşwîqkirina Edaleta Avhewayê” de Hewldana ‘Berpirsyariya Min Derdora Min e’ ket meriyetê.

*Nagla Abu Nahla ya Filistinî ji bo parastina mîrasa dîrokî a welatê xwe 3 hezar berheman berhev kir û li bajarê dîrokî Qarara Mûzeya Çandê vekir. 

*Li Xezayê ji bo jinan projeya bi navê “Karê min min diparêze” hat pêşxistin. Bi vê projeyê hedef ew e ku jin di qada aborî û civakî de bi hêz bibin û di warê mafan de xwe bi pêş bixin, biparêzin.

*Di çarçoveya projeya ji aliyê Komeleya Eyes on Heritage ve hat amadekirin de, 9 lêkolînerên jin ên Filistînê nivîsên ku ji tesewufê heta felsefeyê xwedî qadek berfireh in, destxetên bi hezaran salan hatin rastkirin û arşîvên wan ên dîjîtal tên çêkirin.

 

*40 hunermendên jin ên beşdarî pêşangeha ku ji aliyê Weqfa Dar El-Kelima ya li Xezayê ve hatiye vekirin bûn, bal kişandin ser serpêhatiyên jinan di berhemên xwe de û gotin ku huner amûreke baş e ji bo gihandina peyama ji civakê re.

*Jinan bi Forûma Pêşengên Xezayê ji bo Çandiniyê re, projeyên xebatan pêk anîn û dahata aborî bi dest xistin.

*Hunermenda dîtbarî Tahanî Skaik, 8’emîn pêşangeha “Xewn û Rastî” ku pirsgirêkên jinan bi wêneyên hunerî yên balkêş vedibêje, vekir.

*Ji bo piştgirîdayîna jinên Xezayê, weke aborî bihêzkirina wan a di her warî de û ji bo hêsankirina beşdarbûna wan bazarên cihî di meha Hezîranê de pêşangeha bi navê "Berhemên me yên Jinan" hat vekirin.

*Rojnameger Mervat El-Azza dema ku qezayeke trafîkê derbas kir û wê rakirin nexweşxaneyek taybet a bajarê Bêt Lehim, li wê derê rastî destdirêjiya xebatkarê nexweşxaneyê hat, tevî hemû gefên lê hatin xwarin bêdeng nema û ji bo ku kiryar bê cezakirin têkoşiya.

*Li Xezayê li dijî bûyerên xeniqînê yên di mehên havînê de cara ewil ekîbek rizgarkirinê ya jinan hat avakirin. 80 jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn perwerde girtin.

*Komeleya Foruma Ragihandinê ya li Xezayê, bi armanca pêşîgirtina zewaca zarokan û di civakê de hişyariyê ava bike projeya 'Gustîlka Mezin' amade kir.

*Li Xezayê ji bo jinên dixebitin kampanya ‘Empowered Workers’ hat destpêkirin.

*Li Xezayê Komeleya Jinên Mewzûn bi projeyên ku pêk tînin ji bo jinên çavên wan nabînin bi hêztir beşdarî jiyana civakî bibin, menuyên restoranan veguherandin alfabeya Braille.

*Jinên Xezayê bi "Atolyeya terzîtiyê ya Şemsê" aboriya xwe xurttir kirin.

*Li Zîvala Xezayê jinan bi kooperatîfa ku ava kirin dikana necariyê vekirin.

*Îman Awad a ku li Xezayê der barê jiyana karsaziyê de gelek proje bi pêş xist, wek yekemîn endama jin a konseya bazirganî û pîşesaziyê hat hilbijartin.

*Di pevçûnên ji 7’ê Cotmehê vir ve di navbera Îsraîl û Hemasê de di çarçoveya Operasyona Tofana Eqsayê de diqewimin de, cihên niştecihbûnê yên sivîl, nexweşxane, dibistan, avahiyên medyayê, daîreyên hikûmetê, binesaziyê û gelek cihên din ên li Zîvala Xezayê bûne hedefa êrîşên hewayî. Di êrîşan de nûçegihana ajansa me Nagham Karajeh jî di nav de gelek rojnameger birîndar bûn, 95 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên xwe yên li ser Xezayê da 52 hezar û 500 avahî serûbin kir. Hejmara kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane nêzî 20 hezar bû; tê texmînkirin ku hê bi sedan cenaze di bin xirbeyan de ne. Li aliyê din jin, zarok, kal û pîr û ciwan jî di nav de bi hezaran kes neçarî koçberiyê hatin kirin, gelê Xezayê ku di kampan de dijî di nava şert û mercên giran ên dermirovî de ji bo jiyanê têdikoşin. Îsraîl, ji bo pêşî li ragihandinê bigre ji bo sûcên şer ên dike ji cîhanê re neyên ragihandin înternetê qut dike lê rojnamevan di wan şert û mercan de, tiştên tên jiyîn ji cîhanê re radigihînin.

Bertekên jinan ên li dijî êrîşên Îsraîlê

 

*Tora Civaka Sivîl a Femînîst a Ereb, di daxuyaniya 5’ê Kanûnê de metirsiyen xwe yên têkildarî sûcên zayendî yên jinên Filistînê rû bi rû dimînin anî ziman û xwest komîteyên lêkolînê yên kûrewî bên avakirin. Torê, her wiha fikarên xwe yên der barê daxuyaniya dawî ya Yekîneya Jinê ya NY’ê ya têkildarî rewşa Filistîn û Îsraîlê de anî ziman.

*Di hefteya 7’emîn a êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de di navbera Îsraîl û Hamasê de lihevkirin ji bo agirbestê çêbû. Piştî lihevkirinê Hamasê, di 25’ê Mijdarê de 13 rehîneyên Îsraîlê ango 8 zarok û 5 jin berda. Piştre koma duyemîn a rehîneyan ku 4 Taylandî jî di nav de berda. Îsraîlê jî 6 jê jin 39 rehîneyên Filistînî berda.

*Aktivîsta Fîlîstînî Meryem Ebû Daqqa ku binpêkirinên li Xezayê protesto kir, di 10'ê Mijdarê de ji Fransayê ji bo Misrê hat dersînorkirin.

*Di 18'ê Kanûnê de mala rojnameger Haneen Al-Qashtan ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de Hanîn El-Qeştan û ferdên malbata wê jiyana xwe ji dest dan.

*Jinên li bajarê Taîz ê başûrê rojavayê Yemenê, bi armanca piştgiriya gelê Xezayê di 12-13’ê Cotmehê de meşa piştevaniyê ya jinan li dar xistin, li Mexribê di 15’ê Cotmehê de bi beşdariya bi hezaran jinan meşa piştevaniyê hat lidarxistin.

*Dema komkujiya 17'ê Cotmehê ya li Nexweşxaneya El Ahlî ya Xezayê bû sedema gelek bertekên navneteweyî û kurewî, jinên Tûnisî jî di 18'ê Cotmehê de meşek protestoyî li dar xistin. Jinan êrîşan weke qirkirin nirxandin.

*Li Taîz, Yemen û Misirê endamên Konseya Sendîkaya Rojnamevanan bi beşdariya gelek sembolên siyasî, kesayetên naskirî û nûnerên piraniya tevgerên siyasî û welatiyan li ser derenceyên Keleha Azadiyê rawestiyan. Rojnameya femînîst a Cezayîrê jî, daxuyaniyek ku qetlîamê şermezar dike weşand.

*Aktîvîstên jin ên Tûnisê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Piştgiriya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de meşekî bêdeng pêkanîn û piştgiriya xwe ya bi jinên Filistînî anîn li ser ziman. Jinan bi cil û bergên reş û spî li kolanên Tûnisê bertekên xwe yên li dijî êrîşên Îsraîlê nîşan dan.

*Di 19’ê Mijdarê de Edîtora Helbestê ya rojnameya New York Times a Amerîkî Anne Boyer, ragihand ku ji ber berdewamiya bomberbarana Îsraîlê ya li dijî Xezayê îstîfa kir.

*Raporên biyanî ragihandin ku UTA’yê di 22'ê Mijdarê de stêrka Amerîkî Susan Sarandon dersînor kir û biryar piştî ku tevlî meşa alîgirên Filistînê ya li New Yorkê bû hat.  

*Yekem cerahê jinekolojîk a Serîfîkayî ya Xezayê Dr. Sarah Al-Saqqa jî di nava lîste 100 jinên herî bi îlham û bibandor ên cîhanê ku ji aliyê British Broadcasting Corporation (BBC) ve di 21’ê Mijdarê de hat weşandin de, cih girt.

*Êrîşên îsraîlê, ji destpêka sala 2023’an vir ve bû sedema qutbûna xebatên sivîl û femînîst ku ji bo piştgirî û bihêzkirina jinên di sektorên cuda de bi awayekî bênavber dixebitin.

*Komeleya Afirînerî û Pêşketinê ya Ajyal, ji meha Tebaxê û vir ve kampanyaya "Tasaliliş" ku mafê velayetê, di hevberdanan de piştgiriya hiqûqî û mijarên parastinê cih digre jî da destpêkirin.

*Komeleya Geşepêdana Jinên Gundewar, ji bo balê bikşîne ser tundiya derûnî ya li ser jinan û mekanîzmayên ku bi hemû komên femînîst re mijûl bibin û têkoşîna li dijî gotinên nefretê yên li ser bingeha zayendî, di meha Tebaxê de kampanyaya "Tu Bibe" dabû destpêkirin.

*Ji ber êrîşên Îsraîlê, der barê xebatên dawî yên Forûma Çandiniya Bajêr a Jinên Karsaz ên Xezayê ku xizmet dide jinên li taxên xizan û bi 250 jinan re dixebite, agahî nehat girtin.

*Jinên ducanî, ji ber bombebarana Îsraîlê ya li ser Zîvala Xezayê, hilweşîna pergala tenduristiyê, tunebûna pêdiviyên tibî, derman û xurek û her wiha ji ber tunebûna wesayîdên bi ewle ji bo ku bigihîjin nexweşxaneyan, trajediyek dijîn. Bi taybetî jî hinek ji wan jinên ducanî ji ber nexweşiyên wan ên kronîk hene û rewşa wan pêwîstî bi şopandina lezgîn heye, nikarin biçin kontrolê.

Mexrib

*Li Mexribê îsal jî gelek xebatên cur be cur û festîval hatin lidarxistin. Komeleya Nivîskarên Jin ên Afrîkayê, di 9’ê Adarê de li Rabatê bi beşdariya nêzî 100 jinên ji nêzî 40 welatên Afrîkayê konferansa xwe ya damezrandinê li dar xist.

*Yekitiya Pêşverû ya Jinên Mexribê û Federasyona Sendîkayên Herêma Rabat-Salé-Temara, di 12'ê Adarê de bi jinên kedkar ên di sektora tekstîl, pêşketina neteweyî û çandiniyê de û hemû kedkarên jin standa piştevaniyê li dar xistin.

*Di 18’ê Adarê de Yekitiya Çalakiyan a Jinan, bi armanca dawîanîna li tundiya li ser jinan a li Mexribê, çalakiya dadgeha sembolîk li dar xist. Di dadgeha sembolîk de bal hat kişandin ser edalet, wekhevî û tundiya li ser jinan.

*Di 30’ê Adarê de di qezaya ku ji ber şert û mercên kar û çûnûhatinê çêbû de, 11 jinên karker ên çandiniyê yên temenê wan di navbera 25 û 45’an de jiyana xwe ji dest dan.

*Biryara Dadgeha Îstînafê ya ji nû ve nirxandina dosyaya Fatîma El-Zehraa ya ne reşîd ku di 31'ê Gulanê de rastî tecawiza komî hat, di mijara li Mexribê kêmbûna cezayên ji tecawizkar û kujerên zarokan re tên dayîn de bû sedema nîqaşên berfireh.

*Atletîka Mexribî Fatîma Zahraa Al-Idrîsî, di Şampiyoniya Paralîmpîk a ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet ku di navbera 8-17'ê Tîrmehê de li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin de, rekora cîhanê şikand.

*Di 20’ê Tîrmehê de qada kolektîf a jinan a bajarê Ayet Ourîr, ji bo destpêkirina projeya “Yoûda” ya ku di Amazîgha hewldanek femînîst e, armanc dike ji bo jinên Amazîxî bigihîjin xizmetên bingehîn û tesîsên kamûyê alîkarî bike tê wateya “Têrker”, civînek li dar xist.

*Di 11'ê Cotmehê de aktîvîsta Mexribê Saîda Alamî, ji ber parvekirinên xwe yên siyasî mehkûmê 2 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat kirin.

*Rêxistinên sivîl ên li Mexribê, der barê penceşêra pêsîrê de kampanyayên hişyariyê dan destpêkirin. Di meha Cotmehê de bi saziyên hikûmetê re rêze kampanya hatin lidarxistin.

*16’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî li bajarê Salê ya Mexribê hat lidarxistin. Di festîvalê de gelek derhêner, lîstikvan û senarîstên jin hêjayî xelatan hatin dîtin.

*Komeleya Wekhevî û Têkoşîna Hemwelatîbûnê, di civîna xwe ya çapemeniyê de, xebata îstatîstîkî ya analîtîk a ku piştî qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ket meriyetê pêvajoya 5 salên derbasbûyî dihewîne û ji xebatên qadan ên komeleyê dişopîne pêşkêş kir. Di lêkolîna ku ji Mijdara 2018’an heta Mijdara 2023’an dirêj dibe de derket holê ku ji sedî 74’ê jinên rastî êrîşa zayendî hatine mexdûrên tecawiza nava zewacê û tundiya zayendî jî bi hejmareke mezin hatine şopandin.

*Li Marakeşê 20’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî hat lidarxistin. Di festîvalê de derhênera Mexribî Asmaa Al-Moudir, bi fîlma xwe ya "Derewên Spî" hêjayî xelatê hat dîtin.

*Çavdêriya Çavên Jinê, rapora tundiyê ya 2018-2023’an eşkere kir.

*Festîvala Monodrama ya Basmat a Navneteweyî jî, di navbera 6-8'ê Kanûnê de hat lidarxistin. Rûniştina heftemîn a festîvalê ji bo jinan hat veqetandin.

*Erdheja ku di 8'ê Îlonê de li parêzgeha Al Haouzê pêk hat êşa jinan du qat kir.

Sûdan

Pevçûna ku li Sûdanê ji 15’ê Nîsanê vir ve berdewam dike, hilweşîna tevahî sektora tenduristiyê ya li welat rê vekir û bû sedema bersivek qelsa li dijî şewbên wekî kolera û belavbûna diyardeya tundiya zayendî jî. Pisporên serbixwe yên ku di 30’ê Mijdarê de ji aliyê Konseya Mafên Mirov ve hat erkdarkirin, ragihandin ku li Sûdanê bûyerên tundiyê zêde ne, bi eslê xwe etnîkî ne û wekî amûrek şer tên bikaranîn.

*Ji nîvê meha Nîsanê û vir ve kampa taybet a li gundê Al-Talha ya li başûrê Eyalete El Cezîrê ya başûrê Xartûmê jî di nav de, ji bo avakirina kampên cuda û perwerdekirina jinan ji bo parastina xwe gelek însiyatîf hatin destpêkirin. Jinan li nêzî 11 kampên li herêma Shendî û gelek heremên Eyaleta Çemê Nîlê perwerdeya alîkariya ewil dîtin. Ji bo jinên ku ji paytextê ji cih û warên xwe bûne alîkariya ewil, bi armanca xweparastinê perwerdeya leşkerî û rehabîlîtasyona derûnî tê misogerkirin.

*Rêveberên Weqfa Baqadrî tevî ku ji paytext Xartûmê hatin durxistin jî li dijî gelek zehmetiyan têkoşiyan û ji bo jinên di bin şert û mercên zehmet de dijîn, xebat meşandin. Di vê çarçoveyê de ji bo jinan kermesek ku sê rojan domiya hat vekirin.

*Jinên li bajarê Karîma yê bakurê Sûdanê, ji bo jinên bûne şahidên pevçûnan û ji bajaran hatine koçberkirin çalakiyek moraldayîne hat lidarxistin. Her wiha ji bo firotina berhemên jinan jî festîvaleke parfûm û bixûrê hat lidarxistin.

*Hunermend Asîa Abdel Majeed, di şewata ku 4'ê Gulanê li bakurê paytext Xartûmê derket de hat qetilkirin, hunermenda Sûdanî Shaden Muhammad Husseîn jî di 13'ê Gulanê de li mala xwe ya li Omdurmanê bi perçeya şarapnelê hat qetilkirin.

*Di 10’ê Cotmehê de rojnameger Halîme Îdrîs a ku di qenala “Sûdan Bakra” de dixebitî, dema li berbajara Omdurmanê kar dikir, di encama lêketina wesayîdek aydê Hêzên Piştgiriya Lezgîn de jiyana xwe ji dest da.

Tûnis

*Di 5'ê Cotmehê de biryara girtina seroka bloka Partiya Destûra Bingehîn a Azad Abeer Moussa hat dayîn. Abeer Moussa ku di 29'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir, çalakiya xwe heta dawiya çalakiyên di çarçoveya kampanyaya "Çalakiyên 16 rojan" ku her sal li dijî tundiya li ser jinan li cîhanê tê destpêkirin, berdewam kir.

*Aktîvîsta femînîst Dr. Ahlam Belhaj, ji ber nexweşiya xwe êvara 11’ê Adarê di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

*Di 13'ê Kanûnê de Dadgeha Leşkerî ya Tûnisê, piştî ku endama Eniya Rizgariyê ya muxalefetê Shaîma Îssa bi sûcê "teşwîqkirina artêşê ya ji bo bêîteatiyê û heqareta serokomarê welat" mehkûm kir, salek cezayê girtîgehê yê hatiye taloqkirin lê birî.

*Di 26’ê Nîsanê de Meşa Jinan a Cîhanê civîna xwe ya navneteweyî li Tûnisê li dar xist. Civîn 4 rojan domiya.

*Di 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de, li Tûnisê bi armanca yekkirina hewldanên têkoşîna li dijî gef û zehmetiyên ku jin bi wan rû bi rû ne, Eniya Wekhevî û Mafên Jinan hat avakirin.

*Tûnis her wiha di navbera rojên 15-17’ê Hezîranê de 3 rojan mazûvaniya Forûma Jinên Afirîner a Ereb kir.

*Bezvan Sumaya Bou Saîd a xwedî pêdiviyên taybet e, ji bilî di Şampiyoniya Mastera ya Cîhanê de ku li Bolognayê hat lidarxistin de madalyaya zêr her wiha di Şampiyoniya Atletîzmê ya Cîhanê ya li li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin de madalyaya bronz jî di nav de gelek serkeftin bi dest xist.

Yemen

*"Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê ya Jin û Zarokên Keç" di 24'ê Gulanê de komxebatek nîqaşê li dar xist.

*Di 5'ê Kanûnê de Dadgeha Ceza ya Asliye ya Taybet a Sanayê ya di bin kontrola Hûsiyan de, biryara mehkûmiyeta Seroka berê ya Buroya Yekîtiya Lîdertiya Jinên Ereb a Yemenê û aktîvîsta mafên mirovan Fatima Al-Aroûlî da. Ji Fatima Al-Aroûlî re cezayê darvekirinê hat dayîn.

*Di 5'ê îlonê de Seroka Lijneya Serokomariya Lîdertiyê, der barê 8 jê jin 40 dadger ji endamtiya Dadgeha Bilind re were tayînkirin de biryarnameyek weşand.

*Weqfa Pêşketinê ya Banat Al-Hudayde ya bajarê Taîzê, di 20'ê Îlonê de Projeya Başkirina Civakî û Aborî ya ji bo Jinan a li Yemenê, temam kir.

*Di 14'ê Mijdarê de Weqfa Pêşketinê ya El-Kafîla, di bin sernavê "Festîvala Aştiyê û Çîrokên Jinên Yemenê" de Festîvala Fîlmên Jin û Aştiyê ya Salahê li dar xist.

*Yekemîn civîna îstîşareyê ya ji bo lîderên jin di 16'ê Mijdarê de li bajarê Taizê, bi dirûşma "Bi hev re xurtkirina nirxên diyalogê û rola avakirina aştiya civakî ya jinên Yemenê” hat lidarxistin.

*Yekitiya Jinan a Yemenê, di 25’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya Çalakiya 16 Rojan a bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li bajarê Taîzê bi beşdariya 70 jin û saziyan pêşangehek berhemên jinan li dar xist.

*Di 28’ê Mijdarê de ji aktivîsta Yemenî re Xelata Alîkariya Penaberan a Navneteweyî hat dayîn.

Cezayîr

*Yek ji wan welatên ku zextên li dijî jinan tên jiyîn jî Cezayîr e. Li welêt gelek rojnameger, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan ji ber ku mafên xwe yên azadiya derbirînê, rêxistinbûn û civînê bi kar anîne hatin girtin. Rayedaran der barê 5 rojnamegeran de doz vekir û 2 şîrketên medyayê girtin. Saziyek medyayê jî 20 rojan hat girtin.

*Di 26’ê Çileyê de ji aliyê Wezareta Ciwan û Werzîşê ve duyemîn Pêşbirka Wesayîdan a Jinan a Navneteweyî hat lidarxistin.

*Komeleya Jinên Têkildar, di 27'ê Gulanê de piştî nîşandana fîlmek li ser diyardeya koçberiya derqanûnî, projeya xwe ya bi navê We Guhdarke qedand. Di çarçoveya projeyê de salekî ji bo jinên koçber xebat hat meşandin. Armanca projeyê dengê jinên koçber bihîstin, diyardeya koçberiyê kêmkirin û lêgerîna çareseriyên rasteqîn e.

*Di 15'emîn Lîstikên Ereban ku 5'ê Tîrmehê dest pê kir û 10 rojan berdewam kir de, jinan ji bo şampiyoniya boksê mazûvanî kirin û di fînala tûrnûvayê de werzişvanên jin ên Cezayîrî madalyaya zêr qezenc kirin.

*Bi hevkariya Komeleya Tharwa Fatima N'Soumer û Weqfa Wekheviyê di dîroka navbera 23-24'ê Tîrmehê de 2’emîn Foruma Femînîst a Cezayîrê hat li dar xistin.

*8 komeleyên jinan ên li welat, di 22'ê Tîrmehê de projeyek hevpar a têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ji raya giştî re ragihandin.

*Rojnameya Femînîst a Cezayîrê, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bernameyek pêş bixe û kampanyayeke dîjîtal bide destpêkirin, di 10'ê Cotmehê de bi gelek komeleyên femînîst û aktîvîstên mafên jinan re komxebatek li dar xist.

*Di 7’ê Mijdarê de daraza Cezayîrê, biryara da ku aktîvîsta siyasî Amira Bourawî ku yek ji kesayetiyên herî pêş a muxalefeta Cezayîrê mehkûmê cezayê girtîgehê bê kirin.

*Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di çarçoveya kampanyaya "Çalakiyê 16 Rojan” de, di 28'ê Mijdarê de li Cezayîrê ji bo dayîna naskirin a mafên jinan roja hay jê hebûnê li dar xist.

Lubnan

*Di çarçoveya Projeya Jinan a Şaredariyan de bi dirûşma “Ne piranî… Ne hindik… Di şaredariyê de paya wekhev” de rêzecivînên hişmendî avakirin hatin lidarxistin. Kesên beşdarê civînê bûn, der barê kotaya jinan a li şaredariyan de nîqaş meşandin.

*Forûma "Ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk Bi Hev re... Riya Diçe Aştiyê" di navbera 13-14'ê Hezîranê de hat lidarxistin.

*Ji ber 10'emîn salvegera FE-MALE û salvegera damezrandina platforma "Partner Bu” di navbera 23-24'ê Hezîranê de mîhrîcanek femînîst ku axaftinên îlham ên jinên pêşeng cih girt hat lidarxistin.

*Li Paytexta Lubnanê Beyrûdê di navbera rojên 18-19’ê Tebaxê de bi pêşengiya Komeleya Jiyana Jinê, Komeleya Civaka Newroz û Însiyatîfa Nûn ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Konferansa Ezmûnên Tevgerên Jin ên Navneteweyî” hat lidarxistin.

*Di 28’ê Îlonê de hunermenda Lubnanî-Misrî Najah Salam jiyana xwe ji dest da. Rojnamevana navdar Giselle Khoury ya 62 salî ku salên dirêj li dijî nexweşiya penceşêrê têdikoşiya jî di 15'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.

*Di 25'ê Mijdarê de di çarçoveya kampanya "Çalakiya 16 Rojan” de çalakî hatin lidarxistin.

*Li Lubnanê rêxistinên mafên mirovan û jinan bi salane ji bo qanûnîkirina daxwaza kotaya zayendî û mafê temsîliyeta siyasî ya jinan, xebat dimeşîne. Herî dawî di 7’ê Kanûnê de li Beyrûdê ji aliyê Rêxistina Nîv û Nîv ve der barê mijarê de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de Pêşnûmeya Qanûna Kotaya Jinan hat amadekirin. Ev pêşnûmeya hat amadekirin, ji aliyê nûnerên Partiya Amal, Partiya Guhertin, Tevgera Niştimaniya Azad, Partiya Felange ya Lubnanê û Partiya Sosyalîst a Pêşverû ku beşdarî konferansê bûn ve hat îmzekirin û piştre pêşkêşî Lijneta Giştî ya Meclisa Nûneran hat kirin. Tê payîn ku pêşnûme bê erê kirin û ji bo Hilbijartinên Rêveberiya Herêmî yên ku tê plankirin Gulana 2024’an de bê pêkanîn, bê cih kirin.

Misir

*Li Misirê rêjeya tundiya dijîtal ji sedî 50 zêde bûye û gef li jiyana jinan dixwe. Li welat di sala 2023’an de ji aliyê jinan ve li dijî tundiya dijîtal gelek daxuyanî hatin dayîn.

*Weqfa Jinê ya Nû, 16’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Misirê bi beşdariya gelek komele û hewldanên ciwan bi dirûşma “Parastina Jinan Pêşîneyek e” hat pîrozkirin.

*Lîstikvana Misirî Fayza Wassef di 11’ê Hezîranê de û çêkera Misirî Nahîd Farîd Shawqî jî di 5’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan.

*Stranbêj Ummu Gulsum, piştî ku li ser mirina wê zêdeyî nîv sedsalek derbas bû, di lîsteya 200 dengbêjên jin û mêr ên herî mezin ên dîrokê de di rêza 61'emîn de cih girt.

*Balyoza Niyeta Baş a Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya NY’ê Hend Sabry, bertek nîşanî bûyerên li Xezayê diqewimin da û ji peywira xwe ya li NY’ê îstifa kir.

*Jinên Misirê yên ku destnîşan kirin li Misirê li her qadê tundiya li ser jinan berbelav bûye û asayî bûye, ji bo li dijî tundiyê qanûneke yekgirtî bê derxistin xebatan dan destpêkirin.

*Saziyên jinan ên ku li dijî tundiya zayendî hay jê hebûna civakî avadikin, diyar kirin ji bo jinên rastî tundiyê tên divê edalet di dema xwe de bê misogerkirin û bang li jinan kirin ku bêdeng nemînin.

*Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê, li dijî "sunetkirina jinan" a li welat berdewam dike, bi hevkariya rêxistinên sivîl xebatên xwe yên hişmendiyê zêde kirin.

*Însiyatîfa Kandakat Al-Dîwan a ku li Misirê ji aliyê komek jinên Nûbiyan ve hat destpêkirin, ji bo 'mîrateya Nûbyan' neyê tunekirin û di heman demê de li dijî êrîşên zayendperest ên jin bi wan rû bi rû ne, dest bi xebatê kir.

*Komeleya Al-Urwa Al-Wuthqa ku ev 57 sal in xebatan dimeşîne, bi bernameyên perwerdeyê yên cur be cur xebatan ji bo jin û zarokan dike û li dijî tundiyê hişmediya civakî ava dike.

*Jinên li Qahîreyê dijîn li dijî qeyranên ji ber guherîna avhewayê pêk tên bi meşandina xebatên piralî jinan di vê mijarê de kirin xwedî hişmendî û projeyên hawirdorparêz û alternatîf bi pêş xistin.

*Komek jin, li Aswanê ku li Misirê serweriya baviksalar serdest e ji bo çareserkirina pirsgirêkên wek tundî, cudakarî, nijadperestî û newekheviya mûçeyan ku jin rû bi rû dimînin, însiyatîfa Genderîst ava kirin.

*Însiyatîfa Masaha Amena (Qada Biewle) ku li Îskenderiyeyê jinan di têkoşîna li dijî cudakarî û tundiyê de piştgirî dike, ji bilî piştgiriya derûnî û hiqûqî, atolyayên hişmediyê li dar xistin.

*Hikûmeta Misirê, bernameya teşwîqa aborî ku armanc dike rêjeya zayînê ya jinên di navbera 21-45 salî de kêm bike, amade kir.

Lîbya

*Di meha Tîrmehê de rêxistinên sivîl û aktivîstên Lîbyayî li dijî zewaca zarokan di bin sernavê "Ne beriya 18 salî" de kampanyayek xebatên qadan da destpêkirin.

*Pispora zanista jîngehê Sarah El-Wahişî ku ji Lîbyayê beşdarî Konferansa Avhewayê (COP28) a ku li Dubaiyê hat lidarxistin bû, wiha got: “Em ê ji bo misogerkirina edaleta avhewayê bi pêş ve biçin. Çalakî dê li Lîbya û cîhanê belav bibin.”

*Jinên akademîsyen ên li Lîbyayê, tevî astengiyên feraseta mêr jî bi lêkolîn û xebatên zanistî hem li zanîngehan û hem jî li derveyî zanîngehan hişyariyê ava kirin.

*Jinên Lîbyayî gotin ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bi hezaran sivîlan dike hedef ‘felaketek e’ û ji bo piştgiriya bi jinên Filistînê re banga seferberiyê kirin.

*Seroka navenda lêkolînan a jinan Abeer Amnina diyar kir ku li Lîbyayê zagona nû ya hilbijartinê ku rê li ber lidarxistina hilbijartinê vedike, daxwazên jinan bi cih nayne û destnîşan kir ku divê careke din di ber çavan de were derbaskirin. 

*Perwerdeya ku di çarçoveya "Projeya Diyalogan" de li Bîngaziya Lîbyayê tê organîzekirin, bi armanca jinan teşwîq bike ku beşdarî siyaset û diyaloga herêmî û navneteweyî bibin.

*Kampanyaya Alîkariyê ya Fazaa Hawa ji bo peydakirina pêdiviyên jin û zarokên ku ji ber lehiya li Lîbyayê mexdûr bûne hat destpêkirin.

*Jinên Lîbyayî, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de, ji bo rê li ber beşdarbûna aktîf a jinên Lîbyayê ya nava siyasetê vekin, gelek nîqaş meşandin. Jinan li dijî qanûna hilbijartinê ya ku tenê ji sedî 8’ê kursiyên parlamenteran dide jinan, dengê xwe bilind kirin.

*Jinên ku ji bo alîkariya kesên ku ji ber lehiya Bahoza Danîel ku li Lîbyayê rabû 'Însiyatîfa Rizgarkirinê' dan destpêkirin, hewl dan pêdiviyên kesên rizgar bûne bi cih bînin.

*Guhertinên qanûnî yên ku li Lîbyayê hatin kirin, bû sedema nîqaşan. Gelek partî û rêxistinên ne hukmî ragihandin ku ew guhertinên nîvê civaka Lîbyayê ji holê radikin red dikin. Daxuyaniyek bi îmzeya 144 siyasetmedar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ku ji jin û mêran pêk tên, hat weşandin. 144 kesan daxwaz ji parlamentoyê kirin ku van guhertinan nepejirînin, ji ber ku rewşa giştî ya welat li ber çavan nayê girtin û hin xalên destûrî binpê dikin.

*Di 21’ê Cotmehê de Rêxistina Lêkolînên Zayendiya Civakî Navazî, qonaxa yekemîn a Projeya Însaf a xurtkirina rola jinan a di qadên giştî de armanc dike, da destpêkirin.

*Servîsa Ewlehiya Hundirîn a Hikumeta Yekitiya Neteweyî ya li Trablûsê, tevî ku di zagonan de tune ye jî biryara xwe ya ku destûr nade jin sedema seyaheta xwe ya bi tena serê xwe li derveyî welat di forman de tije bikin, xist meriyetê. Gelek rêxistinên mafên mirovan, bi daxuyaniyên xwe “tedbîra cudakar” a ku Servîsa Ewlehiya Hundirîn li dijî jinan ferz kiriye rexne kirin.