Kenveşopiya Satî – 3

Di evînê de rêgeza esas, gihîştina jinê ya Xwebûna xwe û wendanekirina wê ye. Tam di vê xalê de em dikarin bêjin ku şoreşa jinê, demên avakirina civaka demokratîk, hevdîtina di felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de, vedibêje.

ROJBÎN DENÎZ

Kenveşopiya Satî û bi kûrahiye Jineolojîk gihîştina xwebûnê ya di têkoşîna pêşketî de

Ji civaka xwezayî dûrketinek çêbûye û mîta xwedawend Satî girtine navendê û civakê ber bi qalibên zayenda bavsalariyê ve kişandine. Gavê yekem ê vê pêvajoyê ji aliyê Xwedayan ve hat avêtin. Piştî ku Şamanan wek gavê yekem mêr ji jinê qetandin, êdî jinê wek zindiyek ku divê ji bo mêr bê qurbankirin dîtin. Em dibêjin Hîndîstan lê bi rastî ev vegotina mîtolojîk di civakên din de jî bi versiyonên ku dişibin vêya, hene. Divê em vê feraseta ku jinan ne tenê bi bedena wan, her wiha bi giyan û fikrên wan jî mîna berdewamiyek mêr pejirandiye, rast analîz bikin. Ev feraseta ku jinê di nav qalibên koletiyê de asê kiriye, îro li her derê dinyayê bûye pergal û sazî, bi vî awayî hebûna xwe didomîne.

Bi demê re ev vegotin hatiye guherandin û li gor pergala civaka bavsalar hatiye çêkirin. Di vê vegotinê de Xwedawend Satî, kirine sembola zewacek dirêj û bextewar. Yanê, fikra ku dibêje pêwîst e jin heta ku bimre dilsoza mêrê xwe be, hatiye belavkirin. Li gor vê ferasetê ji bo jinê mêrê wê mîna Xwedayek ku divê bihebîne, tê dîtin. Çawa ku peyva ‘swamî’ ya di Sanskrîtî de ji bo ‘mêr’ tê bikaranîn, tê wateya ‘efendî’. Peyva ‘Patî’ jî hem tê wateya ‘mêr’ hem jî ‘efendî. Lewma jî Kenveşopiya Satî, xwe dispêre fikra ku dibêje  jin bi awayek teqez dilsoza mêrê xwe ye û heta divê ji bo mêrê xwe bê qurbankirin.

‘Dayîka îdeal’ ‘Hevjîna îdeal’ û ‘Bermaliya îdeal’

Belê, dibe ku li Hîndîstana îro an jî li cîhekî din ê dinyayê jin gava ku mêrên wan dimirin bi awayek fizîkî bi saxî nayên şewitandin an jî nayên kuştin. Lê berdewama pêwendiyên jinan ên giyanî û fizîkî yên bi mêr re, bi rêya darazên civakî tên domandin. Yanê, Kevneşopiya Satî ku bi rastî Xwedawend Satî nîne, îro jî wek sîstemek ku jinan di nav sînorên koletiyê de digre, xwe didomîne. Jinan bi qalibên ‘dayîka îdeal’, ‘hevjîna îdeal’, ‘bermaliya jin’ teşe dikin û hewl didin ku di nav darazên malbat, kevneşopî, eşîr û civakê de dîl bikin.

Qurbankirina jinan a ji bo mêran li Hîndîstanê bi awayek herî radîkal bûye û jin, gava ku mêrên wan mirine, bi saxî hatine şewitandin û bi vî awayî hatine “qurbankirin”. Ev rîtuel, wek "xwedawendbûna" jinê tê şîrovekirin. Lê bi rastî em dikarin mîna fikrê cezakirina jinan a ji aliyê Xwedayan ve, bi demê re di nav baweriyên olî de jî cîh girtiye, bibînin. Ev feraset, bûye sedem ku di nav civakê de fîgura jina bi namûs, bi şeref, bi îfet û dilsoza mêrê xwe, bipêş bikeve. Qalibên feraseta ku darazên civakî ava dikin, jinan heta îro bi zincîrên koletiyê girêdane. Ev raman dibêje ku pêwîst e jin xwe di feraseta mêr de bihelîne û heta mirinê dilsoza wî be. Di şîretên olî de jî jin, wek xizmetkara mêrê xwe tê pênasekirin. Berpirsyariya wê jî, bicîhanîna şehveta mêrê xwe û xweşkirina dilê mêrê xwe ye. 

Di gelek malbatan de jinebî, bi tirsa ‘ji rê derkeve’ bi pîvanên hişk hatiye sînorkirin û ev wek çareserî hatiye dîtin. Jina ku mêrê wê miriye, êdî wek milkek tê dîtin û neçar e bi tiyê xwe re bizewice. Bi vî awayî bi îsrar tê tapokirin an jî mîna miriyek zindî, xwe nîşan nede. Ji jiyana sosyal û aborî tê qetandin û herwekî dibe kesek ku xuya nake. Mînak, pêkanînên wekî; gava ku mêr dimre jina wî serê xwe rût dike, porê xwe kur dike, li erdê radikeve, pêxas digere, karên giran dike û bi vî awayî zilmê bi bedena xwe dike, kincên rengê wan zer, gewr, qehweyî an jî reş lixwe dike û zêr û zînetên xwe derdixe, mînakên jiyandina Kenveşopiya Satî ya bi awayên cuda ye. Ev jin di nav civakê de wek jinên pîroz, bi îfet û nîşan dane ku di dilsoziya bi mêrê xwe re de çiqas bihêz in, tên nîşandan. Ferzkirinên civakî yên bi vî rengî ne tenê li Hîndîstanê, di serî de li Rojhilata Navîn, li gelek deverên dinyayê kevneşopiyên ku li jinan tên ferzkirin û jin ji ber bandora darazên civakî bi dildarî pêk tînin e. Ev tişt tu car ji bo mêrê ku jina wî miriye derbasdar nebûye.

Ev feraset, di heman demê de dibêje ku jin neçar e xwe li gor pîvanên begemkirina mêr tekûz bike, li gor pêdiviyên wî yên giyanî û bedenî hebûna xwe bidomîne. Fikra ku dibêje divê jin beden, ruh û fikrên xwe tenê ji bo mêr fêda bike, divê wek îcadek ku ji Şamanan gihîştiye Xwedayan, ji wir jî heta feraseta mêr a serdest a îro hatiye, bê nirxandin. Di bingeha vê kevneşopiyê de, hiyerarşiya ku mêr li ser bedena jinê ava kiriye, cîh digre. Sînorkirina hebûna jinê ya hem bi awayê civakî hem jî bedenî, perçeyek ji vê ferasetê ye.

Têkoşîna azadiyê ya bi Jineolojî re kûr bûye

Di şerên ku îro dinyayê dorpêç kirine, yên li ser bingeha mezheb, nîjad, netewperestî û zayendparêzî bipêş ketine de dîsa yên ku wek qurban hatine bijartin, jin in. Xeteke îdeolojîk heye, dibê qey her tim dê qurbanek hebe û ev jî jin be. Her wekî li ser vê xetê lihevkirinek çêbûye. Destwerdanên despotîk ên li herikîna sirûştî û pêşketina wê hatine kirin, bûne çavkaniya bingehîn a krîzên civakî. Şerên qirkirinê yên îro diqewimin jî, tam vêya nîşan didin. Her yek ji me hem di nav van krîzan de divirvirin, hem jî li qalibên qerektera li me tê ferzkirin diqelibin û li rêya çareseriyê digerin. Ji bo avakirina nasnameya jinek azad, pêwîst e em têkoşînek hundirîn, zanabûn û xwebûnek cidî bipêş bixin.

Bi nasnameya jinê re Xwebûn

Tam li vir, analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinê, rê nîşanî me didin. Ji bo têkoşîna azadiya jinan dibêje “Rastiya kolektîf a cewhera gerdûnî, tevgera jinê ye” dîsa dibêje “Jin gerdûn bi xwe ye, mêr jî wê xericiye, gerstêrkek xericî ye. Ya ku destpêkê ji bo gazî zaroka xwe bike ziman afirandiye, jin e. ya ku çandê afirandiye jî jin e. Ya ku zayîna civakê peyda kiriye jî jin e. Pîrozbûn û Xwedayî, aydî wê ye.” Ev gotin, li hember kuna reş a ku feraseta mêr a serdest jinan dikşîne nav, navnîşana têkoşîna hevpar nîşan dide. Li hember feraseta mêr a serdest a global ku jinê dike qurban, bi awayê sîstematîk wê tune dihesibîne, serdema hevpariya di tevgerek azadiya jinê ya bi Jineolojî re kûr bûye, ji aliyê jinan ve hat destpêkirin. Jinan ber bi çaxa ku bi têkoşînê destpê kir ve, bi fikrê azadiya jinê, ber bi Xwebûnê ve gavên yekem avêtin û pîvanên ji bo jinan şênber kir. Ji bo jinan gihîştina Xwebûnên xwe, gihîştina evîn û rastiya azadiyê ye. Di evînê de rêgeza esas, gihîştina jinê ya Xwebûna xwe û wendanekirina wê ye. Tam di vê xalê de em dikarin bêjin ku şoreşa jinê, demên avakirina civaka demokratîk, hevdîtina di felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de, vedibêje. Şoreşa jinê, têkoşîna wê, sînorên ku ji bo sînorkirina beden, ruh û ramanên jinê hatine diyarkirin, bêwate kiriye. Jin bi qasî ku di sînoran de bicîh nebin xwedî herikbarî, afirînerî û enerjiyek ku dikarin bibin xwebûn in. Bes bila bikaribin xwebûnê pêk bînin..