Jinên ku bi îdeolojiyê re rûbirû dimînin: Hebûneke nû di qadên berxwedanê de –1
Ma seferberî riyeke nû ji bo têkoşînê çêdike, yan pergala baviksalar bi rengekî nû bi cih dike û wê dixe rewşeke îstismarkirinê?
MALVA MUHAMAD
Navenda Nûçeyan – Di xalên werçerxê yên dîrokê de, dema ku krîz zêde dibûn û nazikiya sîstem û têgehan eşkere dibû, jin ji pişt perdeyê derketin, ne ji bo pêşxistina berxwedanê, ji bo temsîlkirina wê. Wan ala welat bilind kir, çek hilgirtin, li kolanan dirûşm avêtin û daxuyaniyên hêrs û redkirinê nivîsandin. Seferberiya jinan qet bêalî nebû kiryarek bi sembolîzm, pirs û nakokiyan dagirtî bû.
Di çarçoveyên ku têkoşînên siyasî bi avahiyên civakî û çandî re li hev dikevin, têgeha "seferberiya jinan" weke lenzek analîtîk derdikeve holê ku rageşiya berdewam di navbera sembolîzm û kiryarê de û di navbera seferberiya rewşê û beşdariya veguherîner de eşkere dike.
Seferberî bi rizgariyê ve girêdayî ye û bi awayê ku jin ji sembolên di gotarê de tên bikaranîn vediguherin aktorên çalak ên ku dîrokê ji nû ve şekil didin. Di navbera bîrdozî û pratîkê, bîr û rastiyê de, îstîsmar û hêzdarkirinê de, hebûna jinan li eniyên pêş, weke taybetmendiyek diyarker dimîne ku nîşan dide qehremanî ne wêneyek statîk e, kiryareke zindî ye wateyek nû dide cîhanê.
Dekonstruksiyona zayendî û veguherîna zanînî
Têgeha "seferberiya jinan" behsa beşdarbûna jinan a di têkoşînê de dike. Gelek caran di nava tevgerên berxwedanê yan projeyên rizgariyê de ku wan dike aktorên navendî bi neheqî, dagirkirin, an pergalên baviksalar re rûbirû dimînin. Ev têgeh ne tenê beşdariya leşkerî ye, di heman demê de seferberiya rewşenbîrî, çandî û rêxistinî jî vedihewîne ku jin weke sembolên rûmet û berxwedanê û hêzên guhertinê di civakê de cihê xwe digrin.
Lê seferberkirina jinan bê pirsgirêk nîn e. Hinek xwendinên rexnegir dibînin ku ew carna dikarin wekî amûrek sembolîk bêyî guhertinek rastîn di pergalên baviksalar de werin bikaranîn, an jî bêyî naskirina tevahî ya şiyanên jinan di serokatiyê û biryardayînê de were kêmkirin ji bo rolên mîlîtan.
Veguherîna seferberiya jinan bo rizgariyê, pênaseyeke ji nû ve ya têkiliya di navbera beden û zanînê de û di navbera sembolîzm û pratîkê de hewce dike. Însiyatîfên jinan ên ku li ser serxwebûna darayî, bihêzkirina siyasî û perwerdehiya herêmî disekinin, modelên ji bo dûrketina rastîn ji seferberiya rewşî temsîl dikin.
Di veguherînê de rola bîrdoziya jinan
Seferberkirina jinan di qadên şer an jî di gotûbêjên siyasî de ne tenê bersiveke rewşî bû ji bo pêdiviyên têkoşînê, nîşaneya dehsalan têkoşîna jinan bû ku bi riya gelek herikînên rewşenbîrî xwe, nasname û rola jinan di cîhanê de ji nû ve pênase kir. Femînîstan nexşeyên cuda yên beşdarbûnê, rizgarbûn û têkoşîna ku jin ne ji bo îsbatkirina hebûna xwe, ji bo guhertina pozîsyona xwe têdikoşin, xêz kirin.
Femînîzma radîkal ji têgihîştina vê yekê derdikeve holê ku zordestiya zayendî ne nîşaneyek paşguhkirî ye, hêza sereke ya kontrolê ye. Ji ber vê bangên jinan derketine holê ku bawer dikin beşdarbûna jinan di berxwedana çekdarî de ne tenê hilbijartineke stratejîk e, kiryarek sembolîk e ji bo şikandina otorîteya pergala baviksalar.
Li aliyê din ê îdeolojiyê, femînîzma enternasyonal perspektîfek berfireh pêşkêş kiriye ku zayendê bi nijad, çîn û çarçoveya dîrokî ve girêdide. Ev nêzikatiya ku ji hêla ramanwerên wekî Kimberly Crenshaw ve hatiye formulekirin, eşkere dike ku jin bi awayekî dûrî faktorên din ên bindestiyê nayên girtin lê ji spektrumek tevlihev a paşguhkirinê dikşînin. Li Kongoyê, jinên ku hatine girtin ne tenê bi şer re rûbirû dimînin, di heman demê de bi mîrateyek kolonyal, cudahiyên çînî û pergaleke baviksalar a kûr re jî rûbirû dimînin.
Bi rêbazek sazûmanîtir, femînîzma lîberal hewl da bi entegrekirina jinan di artêş, parlamento û navendên biryardanê de wekheviyê di nava saziyên dewletê de bi dest bixe. Lê seferberkirina jinan li vir, her çendî di formê de dişibe hev, naverokek cuda hildigire; armanca wê ne hilweşandina pergalê, reformkirina wê ji hundir ve ye. Li hinek welatên Bakurê Afrîkayê, vê femînîzmê derî ji bo tevlîkirina jinan di xizmetên ewlehiyê de vekir lê bêyî ku kokên serdestiya mêr ji holê rake.
Her çiqas femînîzma Marksîst zordestiya li ser jinan bi pergala aborî ya kapîtalîst ve girê dabe jî li gorî vê nêrînê jin weke hêza kar a paşguhkirî di pergala hilberînê de tên îstîsmarkirin, ji ber vê seferberiya wan ne temam e heya ku bi rizgariya çînî ve neyê girêdan. Li Sûdanê û di hinek tevgerên çepgir de, jin beşdarî berxwedana li dijî rejîmên otorîter û neolîberal bûn da ku di têkoşîna berfirehtir a li dijî îstîsmara aborî de dengê wan hebe.
Piştre tezên Judith Butler hatin ku diyar kir zayend bi xwe ji bilî saziyek civakî ye ku dikare were hilweşandin. Di wê demê de pirs êdî ne ev bû "Rola jinan çi ye?" lê belê, "Wateya 'jin' çi ye?" Vê îdeolojiy3e rê li ber tevgerînek ku ji seferberiya kevneşopî derbas kir ber bi berxwedaneke nasnameyî û rewşenbîrî ve beşdarbûn, bi taybetî heta zimanê ku van hemûyan vedibêje ji nû ve pênase dike. Ango, wê bal kişand ser vê rastiyê ku zayend ne diyariyek biyolojîk e, hebûneke civakî ye. Di vê çarçoveyê de, seferberiya rastîn a jinan ne tenê di seferberiya bedenê de ye, di heman demê de di hişmendiya xwe de jî ye, di hilweşandina dualîteya dijber a di navbera "ên bûne hedef û rizgarkar" de ye û di redkirina kêmkirina jinan ji bo pozîsyoneke sembolîk de ye.
Di dawiyê de bandora van îdeolojiyan ne tenê teorîzekirina akademîk bû, wê sazûbûna ku jinan bi wê dest bi ji nû ve şekildana hebûna xwe di qadên têkoşînê de kirin, di navbera hilgirtina çekan, dayîna daxuyaniyan, sembol û beden, beşdarbûn û veguherînê de, şekil da. Îdeolojiya jinan dengek ma ku bi gavên jinan re diçû, ne tenê ji bo ravekirina wan, di heman demê de ji bo avakirina qadeke nû ya bandorbûn û guhertinê li ser xirbeyên hegemonyayê.
Jin di navbera berxwedan û nasnameyê de ne
Seferberkirina jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê mijareke aloz e ku aliyên siyasî û civakî bi pirsgirêkên zayendî re li hev dicivin. Di hinek rewşan de, jin di şerên çekdarî de tên îstîsmarkirin, çi bi riya leşkerkirina bi zorê yan jî bi riya pêşvebirina rola wan di berxwedanê de, ev yek jî pirsên li ser xweseriya beşdarbûna wan û bandora wan li ser mafên wan derdixe holê.
Ji aliyekî din ve, hewl hene ku jinan di warê siyasî û aborî de bihêz bikin û serxwebûna darayî wek faktorek sereke di zêdekirina beşdariya wan di pêvajoyên siyasî de, taybetî di demên pevçûnan de, tê dîtin. Hin însiyatîf li ser piştgiriya jinan bi rêya fînansmana femînîst a ku li gorî hewcedariyên herêmî hatî çêkirin bêyî ku şertên hişk ferz bikin ku dikarin karanîna bibandor a çavkaniyan asteng bikin, disekinin.
Dema ku em li têgeha "seferberiya jinan" bi rêya ezmûnên femînîst li Rojhilata Navîn û Afrîkayê dinêrin, eşkere dibe ku ew ne tenê kiryarek seferberiyê ye, lê rêyek dirêj a dijwarkirin û xwe-reformasyonê ye li hember gelek pergalên bindestiyê.
Mexrib riyên ber bi bihêzkirina sazûmanî ve ye
Li Bakurê Afrîkayê, ezmûna entegrekirina jinan di nava hêzên çekdar de xwedî karekterekî cuda ye ku tê de modernîteya qanûnî bi hişyariya çandî re li hev dikeve û welatên wekî Mexrib û Tunis wekî modelên hêjayî berawirdkirinê derdikevin pêş, ligel Angola, Gana û Senegalê.
Li Mexribê, jinan di sala 1963’an de dest bi tevlîbûna saziyên leşkerî kirin, dema ku yekem jinên ku tevlî vê artêşê bûn wekî xebatkarên civakî, bijîşk û hemşîre. Bi dehsalan re, ev rol berfireh bû û warên cûrbecûrtir, wekî bijîşkiya leşkerî, ragihandin, xizmetên civakî û heta perwerdehiya şer jî di nav xwe de girt. Di salên dawî de, bi avakirina navendeke perwerdehiyê ya taybetî ji bo jinan li Temara, ku perwerdehiya leşkerî û akademîk a yekgirtî peyda dike, ku bi dîplomeyek di xwendinên leşkerî yên pispor de bi dawî dibe, pêşkeftinek berbiçav çêbûye.
Her çend Mexrib hejmarên rast li ser rêjeya jinan di artêşê de belav nake jî, hebûna wan di mîsyonên mirovî, nexweşxaneyên meydanî û destwerdana di karesatên xwezayî de berbiçav bûye. Hin ji wan beşdarî meşên leşkerî yên navneteweyî jî bûne, wekî Kaptan Dr. Leila Sfendella, ku di sala 1999an de li Parîsê serokatiya tabûreya Mexribî kir.
Ji dema ji nû ve destpêkirina xizmeta leşkerî di sala 2019’an de, ew ji bo mêran mecbûrî ye lê ji bo jinan vebijarkî dimîne, ev yek jî nîşan dide ku ew ne li hev dikin da ku wekheviya zayendî pêk bînin. Tevî vê hejmareke girîng ji jinan xwebexş bûne, ku di serjimêriyekê de ev rêje ji sadî 16 derbas bûye, ku ev yek nîşan dide ku jin dixwazin rêyên nû ji bo perwerde û naskirinê bigerin.
Xizmeta leşkerî wek derfetek ji bo perwerdehiya pîşeyî û leşkerî tê pêşkêş kirin û hebûna jinan di Hêzên Çekdar ên Qraliyetê de berfireh dibe û Hêzên Deryayî, Hêzên Hewayî, Jenderme û Parastina Aştiyê jî di nav xwe de digire, bi taybetî li ser warên taybetî yên wekî paraşûtvanî û kontrola trafîka hewayî. Lê ev beşdarbûn ji hêla sînorkirinên çandî û sazûmanî ve sînordar dimîne ku hê bi tevahî nehatine derbas kirin. Pirs ev e: gelo ev rêyek ber bi wekheviya rastîn ve ye, an tenê ji nû ve hilberandina propagandayî ya wêneya "jina neteweyî" ye?
Tûnis di navbera nivîsa qanûnê û sînorkirinên sepandina wê de
Li Tunisê, ji sala 2016’an vir ve dewletê dest bi nîqaşên fermî kiriye li ser berfirehkirina xizmeta leşkerî da ku bi rastî jinan jî di nava xwe de bigre. Ev gav di demeke ku pirsgirêkên ewlehî û aborî yên zêde dibûn de pêwistî bi ji nû ve nirxandina têgeha xizmeta leşkerî weke projeyek neteweyî ya berfireh ku cudahî nake navbera zayendan hat dîtin.
Artêşa Tûnisê îro bê jin nîn e; di tendirursî, ragihandin, xizmetguzarî û heta di tîmên operasyonel de jî lê hejmar kêm dimîne. Bi taybeti dema ku em behsa rolên serokatiyê dikin. Digel vê yekê, tenê hebûna îradeyek siyasî ji bo vekirina vê derî guhertinek hêdî hêdî di nêrîna jinên leşkerî de nîşan dide, ji "îstîsna" ber bi "îhtimal" ve.
Cezayîr di navbera dîrokê û hêviya pêşerojê de
Li Cezayîrê şoreş bi tîrêjê nayê nivîsandin lê li ser milên wê tê neqişandin. Jinên ku li dijî kolonyalîzmê çek hildan, ne madalyaya rûmetê lê qada jiyanê dixwestin. Di dema serxwebûna welat a di sala 1962’an de, tovên leşkeriya jinan hatin avêtin ku ne wekî dozeke sembolîk, wekî mîrateyek hêjayî dirêjkirinê, bikevin nava dezgehên leşkerî.
Gavên pêşîn ber bi desthilatdariya fermî ve di sala 1978’an de hatin avêtin, dema ku korpusa efseran ji bo jinan hat vekirin, veguherîna rastîn heta sala 2009’an hat paşxistin, dema ku Fatima Zahra Arjoun wekî yekem jina Ereb ku gihîşt vê meqamê, pileya "Tûgaya General" girt û piştî wê yên din ji kêliyek awarte zêdetir ango destpêka rêwîtiyek, temsîl kirin.
Paradoks çi ye? Ev pêşketin li eniyê bi sînor nema, heta rêxistina artêşê bi xwe domiya. Hemû şax, ji hêzên bejayî bigre heta hêzên deryayî û ji leşkeran bigre heta xizmetên tibî, ji bo jinan vekirî bûn û terfî li ser bingeha jêhatîbûnê bû, ne li ser bingeha zayendê, her çend serokatiya payebilind li pişt deriyekî neragihandî girtî ma ku hinekî vebû, dûre bi hişyariyeke mezin hat girtin.
Tevî derxistina fermana wekheviyê di sala 2006’an de, rolên şer û berpirsiyariyên meydanê hê jî bi piranî ji bo mêran tên veqetandin. Pirsgirêk ne tenê di qanûnan de ye, di çanda saziyê de jî heye ku her çend nermbûn nîşan daye jî hê bi nêrîneke kevneşopî ya "Gelo jin dikare li qada şer fermanan bide?" dagirtî ye. Tewra dema ku artêş wêneyê xwe li derveyî welat wek hêzeke nûjen ku baweriya xwe bi hêzê tîne nîşan dide jî pirs dimînin: Gelo rewşa navxweyî bi heman lezê diguhere? Gelo jin amade ne ku bi rastî bigihîjin navenda biryardanê?
Ezmûna Cezayîrê nakokiyeke berbiçav nîşan dide. Saziyeke leşkerî ku ji hinek saziyên dewletê yên sivîl vekirîtir e, dîsa jî di navbera azwerî û hişyariyê de diqelişe. Berê di salên 1980’yan de, ne wekî protestoyek, ji ber sedemên darayî û îdarî, wergirtina jinan ji bo leşkeriyê rawestandibû ku nebûna vîzyoneke stratejîk di wê demê de nîşan dida.
Îro, efserên jin ên Cezayîrî ne tenê bi pirsgirêkên ewlehiyê re şer dikin, di heman demê de ew bi civakên ku her tevgera wan dişopînin û bi dengekî veşartî dipirsin re jî rû bi rû ne, "Ma hûn heq dikin ku li vir bin?" Di nav vê şerê bêdeng de, jinên Cezayîrî bi gavên hişyar lê bi israr pêşve diçin.
Sûdan dema ku "Kandaka" bi zimanê şoreş û çekan diaxive
Li kolanên Xartûm û bajarên şoreşê, jin ne tenê siya li pişt dirûşmeyan bûn, lê di heman demê de sotemeniya wan jî bûn. Kandakayên 2019’an derketin pêş, bi hêrs, serbilind, ji bo azadiyê dirûşm davêtin û rûmetê dixwestin û pergalek red dikirin ku mafê tevger û biryardanê ji wan digirt. Di kêliyeke girîng de, wan qîr kir "Kandakek nayê têkbirin!" mîna ku dîrok li hember seqamgîriya wan înkar kiribe.
Lê leza şoreşê têrê nekir ku sîstemên dûrxistinê bişkîne. Her ku kolan aram bûn, deriyan dest bi girtinê kirin, meqam hatin yekdestkirin û danûstandin bêyî ku nîvê civakê beşdar bibe hatin kirin. Bi îmzekirina Peymana Cûbayê di sala 2020’an de, hinek tevger vekişiyan Xartûmê û bi wan re statuya jinan kêm bû, ji ber ku ew mîna dengê ji stranek ji rêkeftinên aştiyê hatin dûrxistin.
Di bihara 2023’an de, dema ku pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kir, dîmen bi awayekî radîkal guherî. Di nava kaos û wêraniyê de, "Artêşa Reş" wek qîrînek nû ya jinan derket holê. Bi hezaran jinên Sûdanê, ciwan û pîr, tevlî kampên perwerdeyê bûn, çekan hildigirtin ne ji bo serdestiyê lê ji bo jiyanê. Armancên wan ew bûn ku ji destdirêjiya sîstematîk birevin, an jî tenê xwe biparêzin. Dîmenên perwerdeyê ne propaganda bûn, lê îfadeyek berxwedanê bûn ku ji bin kavilan çêbû, di navbera wan kesên ku wê wekî hêzek neteweyî dibînin û yên ku jê wekî destwerdanek dijwar di şerekî ku rehmê nas nake de ditirsin.
Darfur ji beşdarbûna jinan di şerên çekdarî de jî bêpar nebû. Ji destpêka salên 2000’an vir ve ew di tevgerên çekdarî, şer, keşf û plansaziyê de cih girtine. Lê li kêleka van kiryarên qehremanî, mafên wan tune bûn û meqameyên biryardanê pir dûr bûn. Di vê navberê de, jinên koçber ên li kampan însiyatîfên perwerdehî û civakî pêş dixistin, bêdeng li ber xwe didan û birînên xwe derman dikirin dema ku yên din nexşeya siyasî xêz dikirin.
Tevî derketina holê ya destpêşxeriyên sembolîk di navbera salên 2024 û 2025’an de, beşdariya jinan ji tevlîbûna rasterast a leşkerî bêtir wekî celebek seferberiya exlaqî ma. Li vir, berxwedana jinan bi şiklê berxwedana civakî bû, ku dijwartirîn pirsgirêk rûbirûbûna tundûtûjiya cinsî û koçberiyê bû, ne hilgirtina çekan. Hin destpêşxeriyên femînîst wekî kampanyayên piştgiriya exlaqî û sembolîk ji bo hêzên çekdar derketin holê, lê ew negihîştin asta avakirina hêzên jinan ên birêkûpêk.
Leşkerên bê çek seferberiya sembolîk a jinan li Misrê
Di dîroka Misrê de, jinan gelek rol lîstine ku ne tenê bi têkoşîna siyasî û civakî ve sînordar bûn, di heman demê de berfirehtir bûn û formên "seferberiyê" di wateya wê ya berfireh de jî di nav xwe de girtin. Her çend Misrê wekî ku li hin welatan tê kirin, leşkeriya mecbûrî ji bo jinan nizanibû jî, hebûna jinan di nav saziyên dewletê, ewlehî û siyasî de bi veguherînên îdeolojîk û aborî ve girêdayî bû.
Seferberiya sazî ya jinan hêdî hêdî dest pê kir dema ku hêza polîsên jinan di salên 1970’yan de derket holê, di çarçoveya pêwistiya rûbirûbûna bi hinek sûcan û ferzkirina hebûna ewlehiyê ya jinan li kolan û tesîsên giştî. Piştî vê yekê, beşdariya jinan di Akademiya Polîsan de berfireh bû ku di sala 1984’yan de bi fermî deriyên xwe ji keçan re vekir û hebûna wan di warên hemşîretiya leşkerî û xizmetên bijîşkî de zêde bû, karmendên jin bûn hêmaneke bingehîn di nexweşxaneyên leşkerî de.
Misir hê jî bi giştî bi fikra "artêşa jinan" nehatiye naskirin. Heta niha, hebûna jinan bi riyên taybetî bi sînordar in ku ji beşdariya rasterast a şer bêhtir nêzî pisporên piştgiriyê ne.
Heta pêşketina ku di sala 2025’an de bi qebûlkirina yekem pola tenê ya jinan ji bo koleja bijîşkî ya leşkerî hat dîtin jî, her çend gaveke girîng be jî, hîn jî bi mentiqa pisporiya bijîşkî ve girêdayî ye, ne bi mentiqa wekheviyê li qada şer. Di derbarê xizmeta mecbûrî de, ew ne leşkerî ye, lê belê xizmeteke sivîl a giştî ye ku ji hêla mezûnên zanîngehê yên jin ve di warên civakî de wekî bernameyên xwendin û nivîsandinê an ewlehiya civakî tê kirin. Bi vî rengî dewlet têgeha "erka neteweyî" ji bo jinan diparêze, lê li derveyî saziya leşkerî mîna ku beşdariya wan tenê di warên sivîl de gengaz be.
Di dawiyê de ezmûna Misrê di seferberkirina jinan de ne ezmûnek tenê leşkerî ye, lê ew taybetmendiyên "têketina sembolîk" a jinan di qadên girîng ên dewletê de hildigire, têketina ku armanc dike wêneyek civakek yekgirtî biafirîne, bêyî ku hewce bike ku avahiyên baviksalar ên kevneşopî sînordar bike. Ew rêyek e ku hîn jî di pêvajoya avakirinê de ye, di navbera tevlêbûna dilxwazî û dorpêçkirina sazûmanî, û di navbera hêzdarkirina rastîn û lerzîna di navbera destkeftî û dijwarîyê de.
Lîbya ji jinên berxwedêr ber bi parêzvanên şoreşê ve
Di destpêka sedsala bîstan de, jinên Lîbyayî ne li rêzên paşîn rawestiyan, lê belê bi deriyên herî fireh ketin nav cihê bûyerê. Li gundan, biyabanan û rêyên veşartî, jinên mîna "Mebruka Al-Alaqia" û "Salima Bint Al-Maqous" xuya bûn, cilên mêran li xwe kiribûn, çek hildigirtin û fermanan didan, ne tenê ji bo serhildanê, ji bo parastina axê ji zilm û zordariya dagirkeriya Îtalyayê.
Mîna ku qehremanî di nav sir û razên de hatibe pêçandin, jinên bi cilên veşartî, şervan û mamoste di heman demê de, bi berxwedan navên xwe li ser dîwarên demê dinivîsandin her çendî bi awayekî lawaz be jî. Piştre sala 1969’an hat û şoreşê bi zimanekî nû dest bi axaftinê kir. Bi hatina Muammer Qedafî re, jinên Lîbyayî dîmenek nakoktir, wêneyek geş ê desthilatdariya fermî ku ji hêla tabûrên jinan ve, ji hêla "rahîbeyên şoreşger" ve dihatin rêvebirin, girtin. Ew di hemû tevgerên Qedafî de dişopandin, çekan hildigirtin, cilên hişk li xwe dikirin lê wan şer nebir serî, berevajî wan kesên ku wî rêberî dikirin parastin.
Li vir hêzdarkirin bêtir dişibiya performansek şanoyî, geşek kontrolkirî, performansek hesabkirî û dilsoziya bi desthilatdariyê re ji dilsoziya bi jinê re bêtir, wêneyek ku jineke şoreşger pêş dixe, di heman demê de paşxane rastiya "seferberiya sembolîk" vedişêre ku laşê jinê kiriye beşek ji dîmena siyasî, ne afirînerê wê.
Di dema berxwedanê de, jinên Lîbyayî qehreman bûn ku bi bêdengî û çekên xwe guhertin çêkirin. Lê di dema şoreşê de, ew bûn parêzvanên rejîmê, di projeyek mezin a îdeolojîk de hatin bikar anîn, bêyî ku ji wan nêrînek were pirsîn an biryarek were dayîn. Ev ne rexneyek li ser xuyangê ye, lê pirsek li ser eslê wê ye: Parêzvanê şoreşger dengek ji bo jinan bû an jî organek desthilatdariyê bû?
Bi hilweşîna rejîmê di sala 2011’an de, "rahîbeyên şoreşger" ji nişkê ve winda bûn û hebûna jinan vegeriya çarçoveyên kevneşopîtir ku beşdarbûna wan bi erkên teftîş û xizmetê ve sînordar bû, taybetî li Bengazî, da ku valahiya ewlehiyê tijî bikin. Yekîneyên karûbarên jinan di nav artêşê de hatin damezrandin, ku li şûna serokatiyê, bal kişandin ser piştgiriya civakî û îdarî. Tiştê ku jê re "artêşa jinan" dihat gotin ne saziyek hêzdarkirinê bû lê bêtir rûyekî îdeolojîk bû ku hilweşiya û jinan xist ber pirsgirêka ji nû ve avakirina hebûna xwe di saziyên ewlehiyê yên nazik de.
Jinên Yemenî di navbera serokatiyê û îstîsmarkirinê de
Hebûna jinên Yemenî ne tenê bi roleke civakî ya kevneşopî ve sînordar bû; berevajî vê, ew ji destpêkê ve bi rêberî û têkoşînê ve girêdayî bû. Ji şahbanûyên kevnar ên wekî Bilqis û Arwa al-Suleyhi, yên ku artêşan rêve dibirin û hukum dikirin, bigire heya şervanên jin ên sedsala 20’an ên wekî Da'ra Saeed û Xedîce al-Hawshiba, eşkere ye ku jin beşek girîng a berxwedanê bûn.
Lê bi destpêka sedsala 20’an re, ew ji şahbanûyek li ser text veguherî şervanek berxwedanê li çiya û bajaran, çekan hildigire û xetên piştgiriya lojîstîkî li hember kolonyalîzm û îmametê ava dike. Ji sala 2014’an vir ve, ew bi formasyonên mîna "Zeynabiyat" re ku wekî baskê jinan ê Hûsiyan derket holê, ketiye qonaxek tevlihevtir. Ew wekî sembola bihêzkirina jinan hatin pêşkêş kirin, lê rastiya wan amûrek polîsan eşkere dike ku karê wan bi lêgerîn, girtin, peydakirina endaman û belavkirina îdeolojiya Hûsiyan ve sînordar e.
Beşdarbûn bi dilsoziyê ve girêdayî ye û hewcedariya aborî bikar tîne; ango, ew projeyek ji bo rizgariya jinan temsîl nakin, lê belê amûrek ji bo ji nû ve hilberandina zordariyê di bin maskeya jinan de ne, ol û xizaniyê bikar tînin da ku desthilatdariya Hûsiyan xurt bikin û tirsê di nav civakê de kûrtir bikin.
Ezmûnên cihêreng ên li Mexrib, Tûnis, Cezayîr, Sûdan, Misir, Lîbya û Yemenê nîşan dane ku "seferberiya jinan" ne têgeheke yekane ye lê belê toreke wateyan e, carna bi nakok lê her dem hev diguherînin. Toreke ku xeta di navbera îstîsmarkirin û hêzdarkirinê, di navbera bîr û rastiyê de digre nav xwe.
Di beşa duyemîn de, em ê balê bikşînin ser ezmûnên din û pirsên li ser sînorên beşdarbûnê, wateyên rizgariyê û îmkanên ji nû ve avakirina têkiliya jinan bi têkoşînê re di çarçoveyên nû de derxin holê.