Jinên Başûrê Kurdistanê 2023’an bi tekoşînê derbas kirin - PANORAMA
Jinên RJAK’ê ên li Başûrê Kurdistanê sala 2023’anbi tekoşînê derbas kirin, bi çalakiyên xwe yên cûr bi cûr peyama jiyanek azad gengaze dan.
TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Silêmanî – Rojeva jinên Başûrê Kurdistanê ên 2023’an, polîtîkayên şer dewleta Tirk ên sîvîlan hedef digre, gendeliya civakî ya ku di encama desteka hikûmetê ya ji van polîtîkayan re çêdibe, zêdebûna tundiya li ser jinê û krîza aborî ya kûr dibe bû.
Tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bû mijara sereke ya jinan. Jinan di destpêka salê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdulah Ocalan çalakî û xebat dan meşandin. Di çalakiyan de felsefeya Abdulah Ocalan a “Jin, Jiyan, Azadî” hat nîqaşkirin. Jinên ku di navbera Şoreşa Rojava û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdîstanê de man, ji bo jiyanek azad biafirînin tekoşîna xwe berdevam kirin.
RJAK sala 2023’an bi tekoşîn derbas kir
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), RJAK’ê ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û pirsgirêkên civakî têdikoşiya, bi anîna felsefeya “Jin jiyan azadî” ji bo civaka Başûrê Kurdistanê, pêşengiya afirandina civakek exlaqî û polîtîk kir. RJAK jinên pêşeng ên wekî Viyan Soran, Leyla Qasim, Şîrîn Elamhulî, Gurbet Aydin di salvegera şehadeta wan de bi çalakiyan wan bibîranî. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya RJAK'ê bi dirûşma "Em bi Jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" hate pîrozkirin. RJAK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê meşek bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi dirûşmeya “Em ê bi felsefeya Jin jiyan azadî têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinan bidomînin” li dar xist, peyamên hevgirtinê hat dayîn.
Jinan di tevahiya salê de têkildarî qumarê ya ku di civakê de weke polîtîkaya şerê taybet a bi armanca hilweşandina civakê tê pêşxistin, çalakiyên hişyarkirinê li dar xistin.
Li hemberî tecrîtê tekoşîn
Li hember êrîş û bikaranîna çeken kîmyewî ên dewleta Tirk gelek daxuyanî û çalakiyên ku ji aliyê RJAK’ê hat lidarxstin bang li saziyên navneteweyî hat kirin.
RJAK’ê li dijî dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve daket qadan û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê bi gelê wargehê re di nav hevgirtinê de bû. RJAK’ê bi çalakî û daxuyaniyên bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, bi name û hashtagan beşdarî çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bû.
Jinan bi awayek çalak tevlî kampanyaya “16 Roj Çalakî” bûn
RJAK’ê bi rêxistinên sivîl û rêxistinên jinan re bi awayekî aktîf beşdarî kampanyaya “16 Roj Çalakî Li Dijî Tundiya Zayendî” bû ku di navbera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan ya 16 rojan dewam kir bû. Ji bo hişyarkirina gel a li dijî tundiyê bi çalakiyên weke gelek semîner û xebatên çandina daran çalakiyên hişyariyê hatin lidarxistin. Jin li gelek bajaran li hev civiyan û destnîşan kirin ku tundiya li ser jinê binpêkirina mafên mirovan e.
Xebata Nagîhan Akarsel jiyanî bû
"Pirtûkxane Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd a Kurdîstanê", ku projeya endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel a ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin bû, di sala 2’ê Hezîranê de hat vekirin. Bernameya ku du rojan bi dirûşmeyên “Bi zimanê jinê dîroka jinê dinivîsin” û “Dema ku em dinivîsin, xeyalên xwe tomar dikin û parve dikin, ji bo bîranîna Nagihan Akarsel” hat lidarxistin 300 kesên ji Başur, Bakur, Rojava, Rojhilat, Şengal, Elmanya û Spanyayê beşdarî bûn.
Jinan ji bo azadiya fîzîkî a Abdulah Ocalan tekoşîn kir
Di tevahiya salê de jinên ji Başûrê Kurdistanê bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ji bo azadiya xwe ya fîzîkî têkoşiyan.
Jin bi baweriya ku Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn e, bi awayekî aktîf beşdarî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" a ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendan hat destpêkirin, bûn. Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê di 4’ê Nîsanê de hem ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka xwe û hem jî balê bikşîne ser tecrîdê, bi dirûşmeya “Dema dawîkirina komploya navneteweyî ye” kampanya li dar xist. Di çerçoveya kampanyayê de grevên birçîbûnê hat lidarxistin. Dîsa di salvegera 15 Sibatê komploya navnetewî li Silêmanî bi kîtleyên berfireh meş hat lidarxistin.
Newroza bi coş a li Qendîlê
Li Qendîlê li qada Newrozê bi tevlîbûna hezaran Newroz bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de ku peyama mezinkirina têkoşînê û parastina xakê hat dayîn de, bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê hat diyarkirin ku dê peymanên qirkirinê bên xerakirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn diyar kirin ku ew bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li derdora felsefeya Abdullah Ocalan bûne yek.
Bi hunerê bersiv dan pirsgirêkên civakî
Jinan di warê çand û hunerê de jî gelek xebat meşandin. Pêşangehên wêne, peyker û wêneyan hatin lidarxistin. Festîval û lîstikên şanoyê hatin lîstin. Her wiha di berhemên hunerî yên ku pirsgirêk û têkoşîna jinan rawestiyan de xwezaya ku tê dagirkirin hate nîşandan. Li Ranya mamosteyan pêşangehek bi navê “Hîskirina hest, reng û ciwaniyê” li dar xistin. Di vê pêşangehê de berhemên hunermendên jin ên Rojhilat jî cih girtin. Li Helebce û Silêmanî pêşangeheke hevbeş a bi navê “Stargeha Rengan” a 309 hunermendên Rojhilat û Tehranê û “Jinên Rojava û Jiyana wan” ya hunermendên Başûr û Rojhilat hate lidarxistin.
Piştgiriya bi polîtîkayên dagirkeriyê re krîza aborî kûrtir kir
Desteka hikûmeta Federe ya Kurdistanê ya ji bo dagirkerî û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk, bandor li her beşê gel kir. Li herêma ku tundiya li ser jinê û mirina bi guman zêde bûne, krîza aborî ya kûr dibe herî zêde bandor li qada perwerdeyê kiriye. Di dema ku bûrsa xwendekaran hat birîn, bi mehan maaşê mamosteyan nehat dayîn. Li Başûrê Kurdistanê ku bêkarî lê zêde bûye, mamostayan di nava salekê de nerazîbûn nîşan dan û dest ji kar berdan. Xwepêşandanên li bajarên wekî Silêmanî, Helebce, Koye, Germiyan û Raperîn 3 meh berdevam kir.
Xebatên girîng ên hatine meşandin wiha ye:
* Komîteya Hevbeş a Xebatê ya Çepên Kurdistanî û Yekîtiya Jinên Kurdistanî li Navenda Biryar û Aştiyê ya Kurdistanê li ser pirsgirêkên jinan civînek li dar xist.
* Yekîtiya Jinên Kurdistanê (KWU) bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan çalakiyeke hunerî bi dirûşmeya “Hêza jinê di yekîtiyê de ye” li dar xist.
* Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) bi heyetek ji nûnerên jin ji Bolîvya Cla Cooper, ji Koreya Caroline Kim, ji Îranê Raha Zamanî, ji Erîtreya Kokhob Mehrîtab û ji Rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Bayazîdî ên ji welatên cuda pêk dihat, hat cem hev.
*Jinên di pêşengtiya heyeta Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Bakurê Kurdistanê de, bi partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.
*16’ê Îlonê di salvegera qetilkirina Jina Emînî a ku lu Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ hate qetilkirin çalakî û seminerên cûr bi cûr hat lidarxistin. Navenda çandê a Jina jî bi çalakiyên cûr bi cûr Jina Emînî bibîranî.
* Di erdheja 6’ê Sibatê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk hat de bi milyonan kes mexdûr bûn. Yekitiya Jinên Kurdistanê û RJAK’ê ji bo hevgirtinê bi mexdûrên erdhejê re kampanyayeke alîkariyê bi taybet pêdiviyên tenduristiyê lidar xist.
*Di salvegera Komkujiya Şengalê de jinên ji bawerî û civakên cuda li Silêmanî konferansek li dar xistin.
*Komek jinên Başurê Kurdistanê jî beşdarî konferansa “Jin jiyan azadî û ezmûna tevgera jinan” ku di navbera rojên 18-19 Tebaxê li paytexta Lubnanê Beyrûtê ku bi pêşengiya Rêxistina Jinan û Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê hate lidarxistin bûn..
* Jinên ku li Koye ya Başûrê Kurdistanê hatin cem hev, "Xelata Xwişka Melekê " dan jinên ku ji bo maf û azadiyan têdikoşin.
* Li Hewlêrê konferansek bi navê “Sedsaliya Lozanê, rola jinan di parastina ax û nasnameyê de” hate lidarxistin.
* Bi pêşengtiya Fakulteya Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmanî û bi hevkariya Zanîngeha Cîhanê konferanseke navneteweyî ya bi navê "Jin, neynika civak û dîrokê" hate lidarxistin.