Gulistan û Hêro gulên baxçeyê rojnamgeriya azad in

Gulistan Tara bi gotina; ‘Em hebûneke azad in’ dikaribû 20 salên xebat û têkoşînê weke rojnamevanek di ragihandina azad de watedar bike, bi ked û hewldana xwe ji bo nîşandana rastiyê şopa xwe di dîrokê de bihêle.

NERMÎN EHMED

Silêmanî- 40 roj di ser qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn re derbas bûn. Ew du rojnamevanên Kompanyaya Çetir ku karê çepemeniyê dikirin bûn. Di 23’yê Tebaxa îsal de di dema erkên xwe yên rojnamevaniyê de, li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê bi balafira bêmirov û bi çek a dewleta Tirk hatin hedefgirtin.

Dîrokek ji têkoşîna rojnamevanên azad

Di dîrokê de em dibin şahid ku rola jinan ji ber pergalên serdestiya mêr nehatiye nivîsandin û têkoşîna jinan di rûpelên dîrokê de hatiye veşartin.

Wekî ku dibêjin “Heyv her dem li pişt ewran namîne” di serdema niha de xebat û têkoşîna jinên berxwedêr, berdewam dike û dê ji rehên xwe yên dîrokî vejînên nû biafirîne.

Jinên Kurd di roja îro de, bi têkoşîn û xebata xwe rûpelek nû di dîrokê de vekirin û bi fedakirina canê xwe di riya azadiyê de, navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji wan jinên têkoşer in, ji bo ragihandin rastiyê karê xwe bênavber domandin loma wê navê wan her dem bi tîpên zêrîn di dîrokê de bimîne.

Gulistan Tara ku piranî hevalên wê bi ‘Gulê’ gazî dikirin, di sala 1983’an de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li hemberî ew zilm û zordariya ku li dijî  gelê xwe dibîne, zêdetir damarên di nava xakê welat de gur dibe û hêza xwe ya têkoşînê li hemberî dijmin zêdetir dike. Gulistan biryar dide bi riya ragihandina azad berpirsyariya xwe weke jinek Kurd ji bo netew û gel bi cih bîne.

Têkoşîna Gulistan tenê li bakur sînordar nabe û bi pênûs û kamereya xwe dibe dengê hemû Kurd û bi taybetî yê jinan.

Gulistan wiha digot: “Hêza jina Kurd ya şikandina tabuyên civakî heye.” Bi hilgirtina kameraya li ser milê xwe, bi girtina pênûsê di destê xwe de nîşan daye ku di her qadekê de dikare bibe dengê rast yê heqîqetê.

Gulistan bi xebatên bê westan û bi xweperwerdekirinê bû baxçeyek ku jin tê de jiyana bi bêhna azadiyê bijîn. Gulistan di çend dezgehên çapemeniyê de kar kir, yek ji cihên wê Rojavayê Kurdistan û JIN TV bû.

Gulistan Tara dema ku beşdarî bernameyeke JIN TV li Rojavayê Kurdistanê dibe wiha dibêje: “Weke jinek û rojnamevanek Kurd ez kêfxweş im ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên rojnamegeriyê dikim. Li vê derê jî me gelek şehîd dane, tenê ne di qadên şer de, ji her temenî û ji her beşa civakê şehîd hene.”

Gulistan ku hêza civakê di cewherê jinan de dibîne, bi guftûgokirina bi jinan û danûstanadin ezmûna xwe di dema êrişên li ser Serêkanî de li Rojavayê Kurdistanê di sala 2019’an de, dikaribû hêza jinan û bandora wan bi pêşengiyê ji bo serkeftinê nîşan bide, jinên beşdarî bernameyên wê  bûne jê re digotin dengê me bigihîjûne cîhanê. Gulistan jî soza xebatên rojnamevaniyê û hêza deng û rengê wan jinan e.

Gulistan dibêje ger daxwaza ragihandina heqîqetê nebûya, îro em ê ne li ser riya rojnamegeriya Kurd bûna. Vê daxwazê asoya armancên Gulistanê berfireh kir. Rawestgeha dawî ya Gulistanê û kameraya wê bi riya ragihandina azad Başûrê Kurdistanê bû. Di sala 2020’an de bû cihekî ku Gulistan dikare bibe pêşengek di aliyê rojnamegeriyê de, ji bo kesên li pey rastiyê digeriyan.

Gulistan Tara ya ku 20 salan di riya rojnamegeriya azad de xebitî, her çend di Kompanaya Çetir de rawêjkara bernameyên siyasî bû jî weke guleke bêhnxweş bû, her kesê li dora xwe kom dikir. Gulistanê bi ezmûna xwe ya cuda hemû kesan li dora xwe kom kir. Hêro jî yek ji wan kesan bû ku dikaribû li gel vê bêhna xweş di riya ragihandina azad de bixebite.

Gula Hêro ya baxçeyê azadiyê

Hêro Bahadîn di sala 1992’an de li Sengawê çavên xwe li cîhanê vekir. Koleja Endezyariyê li zanîngeha Silêmanî temam kir. Piştî xwendinê, di sala 2018’an de li Kompanyaya Çetir weke monîtor dest bi kar dike. Rojnamevan Gulistan Tara nas dike û şeş salan bi hev re li pey gihandina rastiyê rêwîtiya xwe berdewam dikin.

Êdî başûrê Kurdistanê weke baxçeyek bû. Bi du gulên, weke Hêro û Gulistan. Ji du parçeyên cuda yên Kurdistanê dilê ê wan ji bo heman fikir û bîrdoziyê lê dida. Wan bi xebata xwe ya li pey hişyarkirina civakê berpirsyariya xwe li hemberî rewşa gelê xwe û jinan bi cih anîn.

Gulistan di axaftinek ji ajansa JINNEWSÊ de dibêje: “Ger di civakek de pirsgirêka sereke weke demokrasî û azadî hebe, jin zêdetir êşê dikşînin. Ji ber vê cihgirtina jinan di nava siyaset û parlamentoyê de girîng e.”

Gulistana ku çareseriyê azadbûna jinan û bi taybet li başûrê Kurdistan di yekrêziyê de dibîne, di bernameya bi navê Rojeva Başûr a kenala MEDYA HABER de bal kişandibû ser qetilkirina Firyal Silêman Xalid li Kerkukê û wiha gotibû: “Di nava van çend salan de li başûrê Kurdistanê em dibin şahidên qetilkirina jinan. Ger em êrişên SIHA’yan û hedefgirtina siyasetmedaran û bombebarana rojane li ber çavan bigrin, dane zêde ne. Lê belê di van du salên dawî de hedefgirtina kesayetên siyasî zêde ye, ev di demek wisa de ye ku piranî kiryar nayên girtin û ger bên girtin jî cezayê wan çi ye bi raya giştî re nayê parvekirin.”

Gulistan û Hêro bûn gulên bexçeyên heqîqetê

Gulistan Tara di bernameya Rojeva Başûr de der barê girtina rojnamevan Silêman Ehmed û rewşa rojnamevanan de wiha gotibû: “Li Başûrê Kurdistanê li hemaberî çapemeniya azad, rojnamevan û kesayetên diyarkirî aciziyek, an jî tirsek zêde heye. Bi taybetî tirsek mezin a PDK’ê li hemberî rojnamevanan heye. Ji ber vê jî divê hemû kes li dijî vê bêdadiya ku li hemberî rojnamevanan tê kirin, ku tenê karê wan ragihandina rastiyê ye, bibin yek, bibin asteng û dengê xwe bilind bikin.”

Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, du rojnamevanên ku bi berdewamiya riya şehîdên çapemeniya azad karê xwe kirin û di encamê de bûn rêwiyên riya azadiyê. Navê wan bû tirs ji bo dijmin û dengê wan bû azadî ji bo nifşê nû, jinan û gelê Kurd. Weke Gulistan dibêje: “Ger karektera berxwedanê nebûya, em ê jî îro li ser riya rojnamegeriya alternatif nemeşiyana…” Gulistan û Hêro ji bo derxistina rastiyê bi îradeya xwe her dem amade bûn ku ji bo hişyarkirina netew, jin û ciwanên welatê xwe canê xwe feda bikin.