Di navbera guherîn û zextên cîhadîstan de jin li Sûriyeyê çîrokên xwe dinivsînin
HTŞ’ê qadên çandî jî kiriye hedefa xwe. Pirtûk tên kontrolkirin, navendên şano û çandê tên girtin. Ev yek ne tenê tê wateya sînorkirina azadiyê, maf nade ku jin serpêhatiyên xwe jî vebêjin.

MALVA MUHAMED
Navenda Nûçeyan – Mercên jiyanî yên li Sûriyeyê, nîşaneya hilweşîna civakî û aborî ya li welat e. Piştî ku komên cîhadîst ên wek Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) herêmên berfireh bi dest xistin, di serî de azadiya jinan û mafên wan, di gelek waran de astengî çêbûn.
Ji aliyê siyasî û dîrokî ve: Ji Şoreşê ber bi vederkirinê ve
Krîza Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir, welat veguherand qada pêvçûnên hêzên herêmî û navneteweyî. Pevçûnên di navbera hikûmetê û komên muxalif de, mudaxeleyên ji derve û qedexeyên aborî, bûn sedema tunebûna otorîteya dewletê û hilweşîna xizmetên civakî.
Jin, bûn pêşengên têkoşîna azadî û rûmetê. Tevlî xwepêşandanan bûn, dest bi avakirina însiyatîfan kirin, bedêl dan, lê piştî ku HTŞ’ê rêveberî desteser kir, jin ketin bin zexteke girantir.
Nabe ku jin werin bêdengkirin
Dengê jinan nehat birîn, lewre bi bêdengî be jî tevî binpêkirinên li dijî dayîkên ku zarokên xwe spartine axê jî ew bêdeng namînin. Bi awayekî vedigerin, bi awayekî zanatir, wêrek û berxwedêr.
Zagonên şerîetê dikin hinceta vederkirina jinan
HTŞ bi rêbazên şerîeta hişk ji lixwekirina jinan bigre heta jiyana wan a xebatê, hewl dide teşe bide jiyana wan. Ev biryar ne tên nîqaşkirin, ne jî dihêlin dengdan pêk bê. Bi temamî ji aliyê “buroyên şer” yên desthilatdariya mêr ve tên meşandin.
Jinên ku di refên pêş ên şoreşê de têkoşiyan îro ketine bin kontrolê, hatine çewisandin û ketine rewşeke ku nayê dîtin.
Bêdengkirina jinan û qedexekirina hunerê
HTŞ’ê qadên çandî jî kiriye hedefa xwe. Pirtûk tên kontrolkirin, navendên şano û çandê tên girtin. Ev yek ne tenê tê wateya sînorkirina azadiyê, maf nade ku jin serpêhatiyên xwe jî vebêjin.
Kontrola li ser ‘rûmeta’ jinan
Gotina “El Haraîr” ku tê wateya “Jinên azad” di pêvajoya şoreşê de ji bo pênaseya jinên berxwedêr ên bi rûmet hat gotin. Lê bi demê re ev gotin veguherî amûra zextê ya ku jinan dike nav qalibên kevneşopî û jinan ‘ehlaqî’ dike. Azadiya jinan bi sînorê “namûs” û “kevneşopiyan” hat girêdan.
Rola jinan a di şoreşê de: Ji nûnertiyê ber bi mafan ve
Jin ne tenê bi awayê dîmen dixwazin çalak û bi bandor bin. Di pêvajoya şoreşê de destûr nedan li paş bimînin û bikevin bin “parastina mêr.” Li cihê ku “destûrê bixwazin”, mayîna di bin parastina mêr de red kirin. Kesên ku di warê navneteweyî de destek didan jî hewl dan jinan bi mijarên mirovî ve bi sînor bikin, wan ji têkoşîna polîtîk dûr bixin.
Têkçûna aborî û xizanî
Jin bi şer re hem barê malê hem jî malbatê digin ser xwe. Bi zêdebûna koçberî, bêkarî û bê perwerdehiyê re, jin hewl didin di jiyana rojane de li piya bimînin.
Jin gelek caran neçar dimînin di karên bê qeyd, bê temînat de bixebitin, ji mafên xwe yên wek mîras û milk bêpar dimînin.
Jin dibin hedefa şerên mezhebi
Jin li Sûriyeyê ne tenê ji ber ku jin in, ji ber mezhebên xwe jî dibin hedef. Jinên Elewî, bi bûyerên weke revandin, tacîz, zewicandina bi darê zorê, mêtinkariya aborî re rûbirû dimînin. Hinek ji wan hê jî winda ne. Hinek ji wan bi zext di vîdeoyên ku hatin kişandin de gotine “em di rewşeke baş de ne.”
Tunebûna hiqûqê: Ceza tuneye parastin tuneye
Ji ber ku pergala darazê serbixwe nîne, jin nikarin li mafên xwe bigerin. Jin piranî, ji ber ku li gorî “talîmatên şer” tevnagerin tên cezakirin. Bêyî biryara dadgehê ev yek tê kirin û riyên îtirazê girtî ne.
Têkoşîna jinan didome
Tevî van hemû zextan jî, jinan serî netewand. Hinek ji wan li qadên şer, hinek ji wan di meclîsan de hinek ji wan jî bi hevgirtina civakî, ji bo şikandina vê çerxa zordar têkoşiyan. Tevgera jinan dikare bibe mifteya Sûriyeya adil di pêşerojê de.
Deriyê ku ber bi hêviyê ve vedibe: Tecrubeya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê
Li bakur rojhilatê Sûriyeyê, tecrubeya Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê, ji bo jinan nûnertiya wekhev û beşdariya çalak pêşkêş dike. Bi pergala hevserokatiyê re, her jin û mêrê xwedî pozîsyona siyasî bi hev re peywira xwe dikin.
Zagonên ku şîdeta li dijî jinan ceza dikin hatin derxistin, zewaca di temenê biçûk de hat qedexekirin, jinan hem di siyasetê de hem jî di warê ewlehiyê de roleke çalak girt. Ev herêm, di warê mafên jinan de li Sûriyeyê weke mînakek kêm tê dîtin li pêş e.
Azadiya jinan azadiya civakê ye
Têkoşîna jinan li Sûriyeyê, ne tenê ji bo wekheviya zayendî ye, di heman demê de berxwedaneke piralî ya ji bo edalet, demokrasi û aştiyê tê meşandin e. Tu tiştek ku jin jê werin vederkirin çareseriyê bi xwe re nayne lewre azadiya jinan, azadiya civakê ye.