Zivistana dirêj bandorê li debara gundan kir

Gundiyên li navçeya Xirwate ya Colemêrgê dijîn, ji ber zivistana dirêj û barana zêde, di meha Hezîranê de karîne dest bi karên xwe yên çandinî û ajalvaniyên bikin. Muselma Eren got ku ew neçar mane ku giya bikirin û ji ber derengketina hilberîna şîr.

MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN

Colemêrg – Dirêjbûna werza zivistanê û barîna zêde, li gundan xebatên çandinî û ajalan bi derengî xist. Di salên borî de karê çandiniyê, amadekariyên zozanan, çandina baxçe û ajalvanî di mehên Nîsan û Gulanê de destpê dikir, îsal ancax di Hezîranê de destpê kir. Welatiyên ku debara xwe bi karên gund pêk tînin, ji bo telafîkirina windahiyên jiyanî, hewl didin bi asanbûna hewayê re hemû karên xwe bi hev re bimeşînin.

‘Me nekarî em giyayê xwe biçînin, em neçar in bikirin.’

Muselma Eren a 50 salî ku li bajaroka Xirwate ya Geverê dijî, bandora zivistana dirêj a li ser jiyana wê anî ziman. Muselma Eren diyar kir ku bihar îsal dereng hatiye û baran zêde bariye û tengasiyên ku jiyan kiriye wiha anîn ziman: “Me hîn nekarî pezên xwe bidoşin. Hîn giya li zeviyên me şîn nebûne. Me giya ji zeviyên xwe berhev dikir, lê îsal em neçar man bikirin. Gelek pezên me nexweş ketin. Me ancax di destpêka Hezîranê de karî dest bi karê xwe bikin. Di şertên normal de me dê di meha Gulanê de dê dest bi karê xwe bikira.”

‘Em debara xwe bi pez dikin’

Muselma Eren da zanîn debara xwe bi ajalvaniyê dikin û wiha got: “Ji ber zivistan gelek dirêj bû, me nekarî em pez bidoşin û penêr çêkin. Em her tim ji bo temamkirina kêmaniyên xwe diçûn Wanê û dihatin. Dema giya şîn nebû, em neçar man bikirin. Bihayê giya jî pir zêde ne. Em desteyek giya bi 100 lîreyî dikirin. Em debara xwe bi pez dikin. Karekî din tune ye ku em bikin.”

‘Em zarokên xwe bi pereyên şîr didin xwendin’

Muselma Eren diyar kir ku wan hê dest bi çandina baxçe nekirine û wiha behsa butçeya ku bi berhemên şîr ên bi dest xistine kir û got: “Em sifreya xwe bi şîrê ku didoşin radixin. Tiştê ku me bi vî şîrî bi dest xistiye em pêşkêşî mêvanên xwe dikin. Em xwarina ji bo şivan jî bi wî şîrî amade dikin. Em bi qezenca ji şîr tê, zarokên xwe didin xwendin. Ti mûçeyê me tune ye, em neçarin vî karî bikin. Ger em vî karî nekin, em ê nikaribin xwe an jî malbata xwe xwedî bikin.”

‘Havînê hemû bar li ser milê jinan e’

Muselma Eren anî ziman ku jin di jiyana gund de bêtir ked didin û wiha pê de çû: “Dema ku zivistanê kar hebe, mêr pê re eleqeder dibe. Lê havînê, hemû kar li ser milê jinan dimîne. Çêkirina nan, dotîna şîr, amadekirina xwarina ji bo şivan, mêvanperwerî, mezinkirina zarokan… çi kar hebe jin dikin. Dema mêr diçin ser kar, em xwarinên wan amade dikin û dibin ji wan re. Lê dema ku karek jinê hebe, hewcedarî bi alîkariya mêr nayê dîtin.”

‘Dema hewa hinekî germtir bibe, em ê dest bi çandina baxçe bikin’

Muselma Eren bi bîr xist ku ew di meha Nîsanê de dest bi çandina baxçe dikin û planên xwe yên ji bo mehên pêş, wiha anî ziman: “Vê mehê emê bi şirê ku me dotiye, penêr çêkin. Meha bê em ê dest bi firotina şîr bikin. Di Tebaxê de em ê nivîşk çêkin. Em ê têra xwe rakin û yê ku bimîne em ê bifroşin. Baxçe girîng e, lê em hemû mesrefa xwe ji şîr bi dest dixin. Dema hewa hinekî germtir bibe, em ê dest bi çandina baxçe bikin.