Zarokatiyên ku tên dizîn û çîroka keçên ku bi zorê hatine zewicandin

Li Efganistanê, bi hezaran keç mexdûrên zewacên bi zorê û zû ne, nikarin perwerdehiyê bibînin an jî hilbijartinên xwe bikin. Nafîse û Nûriye tenê du ji wan keçan in ku zarokatiya wan ji ber xizanî, kevneşopiyên xelet û qedexeyên zêde hatiye dizîn.

BAHARAN LEHÎB

Efganîstan – Zewaca zarokan û zewaca bi darê zorê li Efganistanê pirsgirêkên cidî yên mafên mirovan in ku di dehsalên dawî de bandorê li jiyana bi hezaran keçan dikin. Ev ne tenê zarokan ji mafê wan ê perwerdehiyê, pêşkeftina saxlem û mafê hilbijartina pêşeroja xwe ya azad bêpar dikin. Di heman demê de bingehê ji bo tundiya navmalî, pirsgirêkên tenduristiyê û trawmaya psîkolojîk a demdirêj jî datîne. Her çend di demên berê de hewldanên sînorkirî ji bo kêmkirina vê pirsgirêkê hebûn jî, xizanî, kevneşopiyên zirardar û newekheviya zayendî faktorên sereke yên beşdar dimînin.

Talîbanê ji nû ve dest bi binpêkirina mafên jinan kir

Piştî ku Talîban desthilatiyê di sala 2021’an de girt, fikarên li ser zêdebûna zewacên bi zorê û yên zarokan zêde bûne. Sînorkirinên berfireh ên li ser perwerdehiya keçan, kêmbûna çavkaniyên aborî yên malbatê û nebûna mekanîzmayên piştgiriyê yên serbixwe gelek malbat neçar kirine ku keçên xwe di temenê biçûk de bizewicînin. Parêzvanên mafên mirovan hişyar dikin ku ev rewş ji bo pêşeroja nifşê nû yê keçan li Efganistanê gefek cidî çêdike.

Di salên dawî de, Talîbanê hin guhertinên di qanûn û rêziknameyên derbarê malbat û zewacê de ragihand. Qanûna nû ya derbarê jinan de ku bi "rêvebirina fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê" tê tekezkirin, serîtewandina jinan a ji mêrên xwe re, azadiyên takekesî bêtir sînordar dike û rolên kevneşopî yên jinan di nav malbatê de tekez dike. Rexnegir dibêjin ku ev rêbaz dikare newekheviyê zêde bike û hêza jinan a li hember zewacên bêdil kêm bike.

Zewaca zarokan tenê bandorê li zarokatiyê nake

Zewaca zarokan û zewaca bi darê zorê ne tenê bandorê li ser zaroktiyê dike. Gelek keçên ku di temenê biçûk de dizewicin, bi şîdeta navmalî, windakirina perwerdehiyê, ducaniyên xeternak û nexweşiyên laşî û psîkolojîk re rû bi rû dimînin. Çîrokên wan nîşan didin ku zewaca zû ne tenê zarokatiya wan xera dike, di heman demê de wan ji derfeta avakirina jiyaneke serbixwe û bi ewle jî bêpar dihêle.

Nafîse Nurullah yek ji van keçan e û ew li parêzgeha Host dijî. Dema ku me serdana wê kir, ji rû û çavên wê diyar bû ku wê jiyaneke dijwar jiyaye. Nafîse bi van gotinan qala jiyana xwe dike: “Dema ku ez tenê 14 salî bûm, malbata min ez neçar kirim ku bi zilamekî du qat temenê min mezintir re bizewicim. Wê demê, min hîn jî dixwest biçim dibistanê û bixwînim, lê kesî raya min nepirsî.”

‘Ez ji zindanekê bo zindaneke din dihatim veguhestin’

Nafîse dema axaftinê gelek caran disekinî, hêdî diaxivî û carinan bi xemgînî dikeniya. Nafîse dibêje ku jiyana wê ji rojên pêşîn ve gelek pirsgirêk bû û wiha didomîne: “Mêrê min nehişt ku ez bi heval an malbata xwe re serbest biaxivim. Xeletiya herî biçûk jî bi heqaret, rûreşî û carinan jî bi îstîsmara laşî dihat pêşwazîkirin. Min hîs dikir ku ez ji zindanekê bo zindaneke din dihatim veguhestin. Ez hîn zarokek bûm û min nizanibû çawa bi berpirsyariyên giran ên zewacê re mijûl bim.”

Dema me li ser tenduristiya wê pirs jê kirin, wê rave kir ku di pênc salên zewaca wê de sê zarokên wê yên biçûk hene û berpirsiyariyên wê yên rojane karên malê, karên çandiniyê û lênêrîna mêr û zarokên wê ne. Nafîse wiha rêz da gotinên xwe: “Çend meh piştî zewacê, ez bi nexweşiya kêmxwîniyê ya giran ketim û her tim westiyayî bûm. Paşê, ji ber ku ez di temenê ciwan de ducanî bûm, gelek pirsgirêk li min çêbûn; bijîşkan digotin ku laşê min ji bo vê yekê ne amade bû. Ji bilî pirsgirêkên laşî, ez bişev fikar û bêxewiyê dikşînim û pirî caran bêhêvî û xemgîn dibim.”

‘Divê mafê keçan hebe’

Nafîse di nava gotinên xwede dibêje ku ew qet naxwaze tu keçek wê jî çarenûsa wê bijîn. Nafîse wiha didomïne: “Divê mafê keçan hebe ku perwerde bibînin, li ser pêşeroja xwe biryar bidin û hevjînên xwe bi azadî hilbijêrin. Ger destûr bê dayîn ku keç zarokatiya xwe û perwerdehiya xwe temam bikin, ew dikarin ji bo xwe û ji bo civakê pêşerojek çêtir ava bikin. Min ji mamostetiyê hez dikir, lê kesî piştgirî neda min. Ez kêfxweş im ku keçek min tune, ya na ew ê mîna min bêbext be.”

‘Kesî guh neda daxwazên min’

Nuriye Ehmed jineke din e ku li parêzgeha Paktia dijî û ew jina sêyemîn e. Dema ku me serdana wê kir, me gelek keç û kur dîtin; hin ji wan ji Nuriye mezintir bûn. Wê got: “Ez 19 salî me. Dema ku ez 13 salî bûm, malbata min li dijî daxwaza min bi zilamekî pir mezintir re zewicand . Ez wê demê di pola şeşan de bûm û min dixwest xwendina xwe bidomînim, lê kesî guh neda daxwazên min."

‘Felaketa ku bi serê min de hatibû nû fêm kir’

Mîna Nafîse, Nuriye jî hay jê tunebû ku xwazgînî ji bo wê hatine; mêrên malbata wê ew bi pereyek mezin zewicandibûn. Nuriye bi van hevokan qala wê roja ku wê bizewicînin dike: “Rojek germ a havînê bû. Xaltîka min cil û berg û tiştên nû ji min re anî û ji min re got ku divê ez ji bo dawetê amade bim. Ji ber ku ez zarok bûm, ez pir kêfxweş bûm û min fêm nedikir ku ez ê bibim bûk. Roja din wan ez zewicandim. Dema ku ez bi wî re hatim şandin, min felaketa ku bi serê min de hatibû fêm kir.”

Nuriye qala jiyanê dike û dibêje heya niha jiyan ji bo wê pir dijwar bûye û wiha vedibêje: “Ji ber ku ez ciwan bûm, min nedikarî berpirsiyariyên giran ên malê bigirim ser xwe û ji ber vê yekê ez her tim rastî, heqaret û lêdanan dihatim. Nakokiyên di navbera mêrê min û jinên wî yên din de jî zextek mezin a psîkolojîk li ser min dikirin. Piraniya rojan min xwe tenê hîs dikir û kesek tunebû ku ez derdên xwe pê re parve bikim.”

Nuriye di 15 saliya xwe de zaroka xwe ya yekem aniye dinyayê û niha bi nexweşiyên cûrbecûr re têdikoşe. Nuriye bi vê awayî dawî li gotinên xwe tîne: “Gelek caran fikirîm ku ez jiyana xwe bi dawî bikim, lê neçar mam ku ji bo her du zarokên xwe bidomînim.”

Divê were zanîn ku qanûna nû ya hevjînan êşa keçên mîna Nafîse û Nuriyeyê hîn bêtir giran dike û hejmara mexdûran zêde dike. Tekane rêya xilasbûna ji van celeb sûcên dijî jinan ew e ku jin li ber xwe bidin. Rizgarî tenê bi hevgirtin û yekîtîyê mimkun e; wekî din, her roj dê bêtir jin mexdûr bin.