Li Afganistanê berdewamiya kuştinên jinan

Ferîşte Emad yek ji wan jinan bû ku çend roj berê di êrîşeke çekdarî de li navçeya Xeyrkana ya Kabîlê hat kuştin. Wekî bûyerên bi vî rengî yên berê, Talîbanê hevjînê Ferîşte neçar kir ku li xwe mikur bê ku ev kuştin wekî xwekuştinê nîşan bide.

Kabîl – Rejîma Talîbanê kuştin, windakirin, xwekuştina bi zorê û zordariya li ser jinan kiriye beşek her ku diçe serdest a civaka Afganî. Di heyama nêzîkî pênc salên desthilatdariya Talîbanê de, ev pêvajo bi derxistina qanûnên li dijî jinan dijwartir bûye.

Li seranserê Efganistanê, jin rasterast an nerasterast dibin qurbaniyên tundî û zilma Talîbanê û di gelek rewşan de, dimirin. Piştre, hêmanên Talîbanê zextê li malbatan dikin ku kuştinê wekî xwekuştin nîşan bidin da ku rastiyê veşêrin. Piştî Hura Sedat û Hasna Sedat, vê carê Ferîşte Emad, ku ji bo ajansa Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê dixebitî, li gorî çavkaniyên herêmî hate gulebarankirin û kuştin. Lê belê hevjînê wê Wais Emad, neçar ma ku îdia bike ku hevjîna wî xwe ji ber zexta psîkolojîk a ji ber pirsgirêkên malbata xwe, kuştiye.

Ji bo bêtir agahdariyê, em çûn herêma ku Ferîşte lê hatiye kuştin. Hin niştecihan piştrast kirin ku ew di 5’ê Gulana sala 2026’an de hatiye gulebarankirin, lê ji dayîna agahdariyên din dûr man. Bi taybetî jî piştî ku hevjînê wê bi darê zorê li xwe mikur hat.

‘Van jinan çi sûc kirine ku tên kuştin?’

Di vê çarçoveyê de em bi Masûda Alîzade ku jineke xwepêşander a ji parêzgeha Belxê ye re li ser kuştinên sîstematîk ên jinan di bin desthilatdariya Talîbanê de û zêdebûna van bûyeran di du mehên dawî de axivîn. Masûda ji me re qala kuştinên jinan yên li Efganîstanê dike û dibêje: “Her cara ku ez bi rêya medyaya civakî kuştinên jinan ên li Efganistanê dibhîzim, ez matmayî dibim. Pirsa her tim tê bîra min, çi sûcê van jinan heye ku tên kuştin?”

‘Me dikin berpirsyarên mirinên me’

Rondik ji çavên Masûdayê diherikin. Bi dengekî lerzok û qerisî, gotinên xwe wiha didomîne: “Tenê sûcê mey jinbûna me ye. Ger em xwenda û hişyar bin, em tên kuştin da ku em li dijî rejîma otorîter a Talîbanê ranewestin. Ger em ne xwenda bin, em rastî şîdeta navmalî tên da ku em bêtir bêdeng bibin; em bi zindî tên şewitandin an jî neçar dimînin ku xwe bikujin. Tewar piştî ku em tên kuştin jî, her tim tê gotin ku pirsgirêkên me yên psîkolojîk hebûn. Bi gotineke din, her wekî ku em hîn jî berpirsyarê mirinên xwe bin.”

Mesûda di nava gotinên xwe de radighîne ku dema hevalên wan û kesên mîna wan dengê xwe bilind dikin, ew bi bêexlaqî û gendeliyê têne tawanbarkirin da ku werin bêdengkirin. Masûda Alîzadeh wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Heta ku Talîban û piştgirên wan li Efganistanê di desthilatdariyê de bimînin, gelek 'Ferîşteyên din dê jiyana xwe ji dest bidin û di dawiyê de, qurbanî dê wekî dîn an jî nexweşên psîkolojîk werin nîşandan da ku sûcdarên van sûcan bên berdan. Ez ji hemû mêr û jinên hişmend ên di civakê de dixwazim ku dengê xwe bilind bikin û bi hev re şer bikin da ku ji zincîrên oldariya hişk xilas bibin, çi yên Talîbanê bin çi jî yên cîhadîst. Wekî din, em ê di şert û mercên ji îro xirabtir de bijîn.”