Li Suweydayê pêdiviyên jiyanî dibin amûrên zexta siyasî

Bi kûrbûna dorpêç û qutbûna elektrîkê re, krîza mirovî li Suweydayê gihîştiye qonaxeke giran. Xebatkarên herêmî diyar dikin ku bikaranîna pêdiviyên jiyanê wekî amûra zextê, rûmeta mirovan hedef digre.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Ji bûyerên Tîrmeha 2025’an vir ve heta niha, bajarê Suweyda yê Sûriyeyê di bin dorpêçê de dijî. Tevî ku hejmarek kêm ji kelûpelên bingehîn ên destûrdayî tê de hene jî ev ji bo pêdiviyên niştecihan têr nakin û qedexe bûn beşek ji jiyana rojane. Krîz niha gihîştiye qonaxeke nû ya giran. Ji 27’ê Tebaxa 2026’an vir ve, li Suweydayê di warê bazirganiyê de her diçe derfet kêmtir dibin her wiha kêmbûna sotemeniyê vê rewşê dijwartir dike.

Krîza mirovî

Bandorên krîzê ne tenê bi kêmbûna xwarin û sotemeniyê ve sînordar man. 11 rojên qutbûna elektrîkê ya dirêj bandor li deverên cuda yên Suweydayê kir, di nav de bajarê Şehba, gundên derdorê û hin taxên bajarê Suweydayê bi xwe.

Qutbûna elektrîkê rasterast bandor li ser xizmetên bingehîn kir, nemaze nexweşxane, bîrên avê û firinên nan. Saziyên tendirustiyê ji bo misogerkirina xebata ji bo alavan û parastina dermanan hewceyê elektrîkê ne. Di heman demê de, rawestandia bîrên avê krîza avê girantir kiriye û kêmbûna sotemeniyê gelek firin neçar kirin ku xebatên xwe bidin sekinandin.

Qada tenduristiyê yek ji wan waran bû ku herî zêde ji vê krîzê bi bandor bû. Xebatkarên civaka sivîl radigihînin ku nexweşên penceşêrê, nexweşên gurçikan, kesên bi nexweşiyên nurolojîk û psîkolojîk dijîn her wiha nexweşên din ên kronîk, ji ber nebûna dermanan rastî astengiyên mezin hatine.

‘Mala Min Mala Te ye’ vegera li alîkariyên mirovî ye

Di bin van şert û mercan de, rêxistina "Mala Min Mala Te ye" ku di sala 2011’an de li Suweydayê wekî komîteyeke alîkariyê dest bi xebatê kiribû, bersiva pêlên koçberiyê yên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê dabû, çalakiyên xwe yên mirovî zêde kirin.

Bi derbasbûna salan re, karê rêxistinê bi pêş ketiye û niha bernameyên debara jiyanê, xurtkirina ciwanan û jinan, xurtkirina hevgirtina civakî û her wiha hevkariyên bi rêxistinên herêmî û navneteweyî re vedihewîne.

Der barê rol û çalakiyên heyî yên rêxistinê de, endama Beşa Bernameyan Lemîs Munzêr diyar kir ku rêxistin di vê krîza dawî de, nemaze piştî pêlên koçberiya bi darê zorê yên piştî bûyerên Tîrmeha 2025’an, vegeriyaye ser xebatên alîkariyê yên lezgîn.

Lemîs da xuyakirin ku di vê heyamê de wan tu piştgiriyeke navneteweyî ya taybet negirtine û bi giranî xwe dispêrin destpêşxeriyên herêmî. Wekî din, weke beşek ji komîteya alîkariyê ya yekgirtî li Şehbayê, wan bi encumena şaredariyê, çalakvanên civakî û xêrxwazan re koordînasyon çêkiriye.

Pêdiviyên ku ji kapasîteya herêmî derbas dibin

Her ku asta pêdiviyan berfireh dibe, bersivdayîna mirovî jî dijwartir dibe. Li gorî rapora Komîsyona Navneteweyî ya Lêpirsînê, hejmara kesên ji ber bûyerên Tîrmehê koçber bûne (IDP) nêzî 190 hezarî ye. Ev hejmar rêxistinên herêmî bi pêdiviyên ku ji çavkaniyên wan ên darayî û mirovî pir mezintir in re rû bi rû dihêle.

Di vê çarçoveyê de, Lemîs Munzêr diyar kir ku ji ber kêmbûna fînansê, xebatên wan bi nûjenkirin û parastina hejmarek stargehan ve sînordar mane, da zanîn ku wan hewl daye ji bo koçberan cihekî ewle peyda bikin, xwarin û hinek alîkariyên tibî dabîn bikin.

Lemîs Munzêr bal kişand ser pirsgirêkên ku rêxistinên herêmî bi wan re rûbirû ne û wiha got: "Kêmbûna fînansê yek ji astengiyên herî mezin e; ji ber ku tevî rûbirûbûna bi krîzên mezin û berdewam re, çavkaniyên berdest sînordar dimînin."

Lemîs da zanîn ku rêxistina "Mala Min Mala Te ye" di dema krîzê de bi tora "Vejandina Civaka Sivîl" re li Suweydayê hevkariyê kiriye bi armanca ku dengê sivîlan bigihîjîne saziyên navneteweyî.

Dema pêdivî dibin amûreke zordariyê

Lemîs Munzêr behsa taktîkên zordariyê yên rayedaran kir û wiha anî ziman: "Dema ku jiyan û berxwedana mirovan rasterast bi gihîştina wan a bi pêdiviyên bingehîn ve girêdayî dibe, ew pêdivî jixweber dibin amûreke zordariyê di destên desthilatdaran de."

Her wiha tekez kir ku tiştê li Suweydayê diqewime, ne tenê krîzeke mirovî ye, di serî de krîzeke rûmet û mafan e.

Lemîs Munzêr giraniya krîza mirovî ya li Suweydayê bi van gotinan bi dawî kir: "Aliyê herî xeternak ê dorpêçê ne ew e ku ew mirovan ji çavkaniyan mehrûm dike, belkî ew e ku ew wan ji hesta wan a mirovahî mehrûm dike. Bidestxistina pêdiviyên bingehîn bûye têkoşîneke rojane ku mirovan neçar dike beriya parastina mafên xwe yên din, mirovahî û hebûna xwe biparêzin."