Li Sûdanê tundiya li ser zarokan zêde dibe: Malbat bêdeng in

Li Sûdanê bi bandora şer û hilweşîna xizmetên bingehîn re, zarok rûbirûyê tundiyeke giran tên. Pispor hişyariyê didin ku ji sedî 80’ê zarokên rastî îstîsmarê hatine pêdiviya wan bi dermankirina derûniyê heye.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Şerê li Sûdanê yek ji krîzên mirovî yên herî giran e ji bo zarokan. Bandorên wê ji windabûna ewlehî û aramiyê wêdetir diçin, bandorê li ser perwerde, tenduristî, xwarin û parastinê dike. Zarok ji ber hilweşîna nebûna mekanîzmayên parastina civakê û xizmetên bingehîn bi kuştin, birîndarkirin û îstîsmarê re rûbirû dimînin.

224 dozên tundiya zayendî ya li dijî zarokan ketin qeydan

Di rojên dawî de, Wezareta Çavkaniyên Mirovan û Xizmeta Civakî ya Sûdanê 224 dozên tundiya zayendî li dijî zarokan belge kir. Bûyer ji destpêka pevçûnên ku di nîvê Nîsana 2023'an de dest pê kirine û pê ve qewimîne. Di nav van dozan de pênc keçên temenê wan di navbera 6 û 14 salî de hebûn ku birînên giran li ser bedena wan hebû, hestiyên wan hatibûn şikandin.

Tundiya zayendî bandorên demdirêj li pey xwe dihêle

Derûnînas Ezhar Îbrahîm bawer dike ku 224 dozên tundiya zayendî ya li dijî zarokan nîşaneya derketina holê ya tundiya li ser bingeha zayendî ye. Ezhar da diyarkirin ku hejmarek zarokên rastî îstîsmara zayendî û gelek awayên din ên tundiyê hatine zêdetir e û got: "Tundiya zayendî gelek bandorên demdirêj û demkurt dihêle, ev tundî ji awayên din ên tundiyê cuda ye."

'Zêdetir zarok di xeterê de ne'

Ezhar Îbrahîm der barê bandorên psîkolojîk ên li ser zarokan, piştî ku tundiya zayendî dijîn de got: "Travma, tecrîd û gelek nexweşiyên derûnî yên ku dibe di nav zarokan de derkevin holê dihewîne. Hejmara nexweşiyên ku piştî pevçûnan bandorê li zarokan dikin pir zêde bûye, ji sedî 80 hewceyê dermankirina psîkolojîk in, ji ber ku zarok di nav komên herî xeternak de ne."

'Berpirsyarên sereke yên zarokan malbat in'

Ezhar Îbrahîm bang kir ku divê zarokên rastî her cure tundî yan destdirêjiya zayendî hatine bişînin ba pisporên psîkolojîk û bijîşkan. Ezhar Îbrahîm wiha got: “Divê piştgirî û lênêrîna pêwîst bigrin da ku bandorên psîkolojîk ên neyînî kêm bibin. Lê divê beriya her tiştî were gotin ku berpirsiyariya sereke ya parastina zarokan li ser malbatên wan e.”

Pêwîst e hawirdoreke bi ewle û aram ji bo parastina zarokan were avakirin

Ezhar Îbrahîm bi xemgînî da zanîn ku hinek malbat naxwazin van dozan belge bikin û zarokên xwe bişînin rayedarên berpirsiyar û wiha pêl da gotinên xwe: "Ev yek rê li ber şiyana fêmkirina rewşa zarokan û dabînkirina piştgirî û parastina pêwîst ji wan re digre. Bi taybetî ji ber zêdebûna pîvana hewcedariyên mirovî û psîkolojîk. Nexweşiyên ku zarok piştî tundiya zayendî pê re dimînin deprasyon, tecrîd û fikar in. Jîngeha derdorê roleke girîng di başbûna psîkolojîk a zarokan de dilîze û pêdivî heye ku hawirdoreke bi ewle û aram ji wan re were peydakirin."

'Divê malbat di nava stargehan de bên veqetandin'

Ezher Îbrahîm eşkere kir ku pêşniyarek hatiye pêşkêşkirin ku malbat di nava stargehan de ango malbat û malbatên mêvandar ji hev werin veqetandin û bal kişand ku bi vê yekê dê mercên jiyana taybet û nepenîtiyê çêbibe, hawirdorek saxlem û ewle ava bibe, ev yek bibe alîkar ji zarokan re.

Ji ber demxeya civakê ev doz tên veşartin

Gelek malbat di civaka Sûdanê de ji tirsa demxeya civakê û bandora wê ya li ser jiyana wan a rojane, bêyî ku encamên potansiyel ên psîkolojîk û fîzîkî yên demdirêj li ber çavan bigrin, dudil in li ser rûbirûbûna zarokên xwe bi tundiya zayendî re nîqaş bikin.