Seroka ‘Popular Relief’ Henaa Abas: Riya ber bi edaletê ve hê jî dirêj e

Seroka rêxistina "Popular Relief" Henaa Abas, ragihand ku jinên Êzîdî piştî zêdeyî 10 salan ji qirkirinê hê jî bi bandorên dîlgirtin û tundiyê re rûbirû ne û got ku riya ber bi edaletê ve hê jî dirêj e.

TEMENÎ EL-SERAWÎ

Bexda – Di ser komkujiyên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve li Şengalê hatine kirin re 12 sal derbas bû, lê hê jî bi hezaran kesên rizgarbûyî bi bandorên kûr ên psîkolojîk, civakî û aborî re rûbirû ne. Di heman demê de rêxistinên civaka sivîl piştrast dikin ku bersiva fermi ne li gorî asta sûcê ku bi awayekî sîstematîk jinan hedef digre, ne jî li gorî hewcedariyên wan ên rastîn ên ji bo başbûn, edalet û ji nû ve entegrekirinê ye.

'Jinên Êzîdî heya îro bedela qirkirinê didin'

Seroka rêxistina "Popular Relife" an jî "Alîkariya Gel" a li Iraqê Henaa Abas diyar kir ku jinên Êzîdî heta îro jî bedela qirkirinê didin. Henaa destnîşan kir ku başbûna rastîn ne tenê bi derxistina qanûnan pêk tê, hewcedarî bi pergaleke yekgirtî ya edaletê, piştevaniya psîkolojîk, aborî û civakî jî heye ku ji bo rizgarbûyan vegerandina serxwebûn, rûmet û mafê wan ê ji bo pêşerojê, garantî dike.

‘Parastina rizgarbûyan beşek bingehîn a rêya edaletê ye’

Henaa Abas derbarê edaletê de tekez kir ku hesabpirsîna sûcdaran hê jî bi astengiyên girîng re rûbirû ye û bêcezatî hê jî rê li ber rêya bidestxistina edaletê ji bo jinan digire. Henaa Abas got: “Hin jin ji tirsa tolhildanê, çi di hundirê Iraqê de be çi piştî koçberiyê, ji dayîna agahdariyê dûr dikevin, ku gihîştina edaletê tevlihevtir dike. Ev yek destnîşan dike ku parastina rizgarbûyan û hêzdarkirina wan ji bo îdîakirina mafên xwe, beşek bingehîn a her rêya rastîn a edaletê dimîne.”

Henaa Abas tekez kir ku jinên Êzîdî li ser tiştên ku li Şengalê qewimîne, hem di derbarê sedemên hilweşîna ewlehiyê ya beriya jenosîdê de û hem jî derbarê aliyên ku nekarîn wan biparêzin de, hê jî li benda bersivên rastîn in. Henaa wiha domand: "Lêpirsînên herêmî û navneteweyî hê rastiya tevahî eşkere nekirine, birînên rizgarbûyan vekirî hiştine."

Henaa Abas girîngiya weşandina raporên periyodîk ên ku rewşa jinên Êzîdî dişopînin û asta pêkanîna sozên hikûmetê dinirxînin, tekez kir û ev tişt anî ziman: “Ev yek dê bibe alîkar ku polîtîkayên ku bersiva hewcedariyên wan ên rastîn didin, ji çareseriyên demkî wêdetir biçin. Wêrankirina berdewam li gelek gundên Şengalê, digel hebûna berdewam a gorên komî û çarenûsa windahiyan a nediyar, rê li ber bi hezaran jinan digre ku beşa li ser windakirina xwe bigirin û başbûna psîkolojîk hê dijwartir dike, ji ber ku li benda fêrbûna çarenûsa hezkiriyên xwe ne.”

‘Ev komkujî tenê bi jenosîd bê naskirin têr nake’

Tevî ku ji hêla çend welatan û Konseya Ewlekariyê ve tê nas kirin tiştê ku Êzîdiyan kişandiye qirkirin e, Henaa Abas bawer dike ku ev nasandin bi têra xwe di lêgerîna edalet û tazmînatê de nehatiye nîşandan. Hena anî ziman ku nirxandinên siyasî û tevliheviya şopandina endamên DAIŞ'ê yên ji neteweyên cûda, bûne sedema derengxistina hesabpirsîna kesên berpirsyarên sûcan.

‘Jinên ku rizgar bûne hê jî di bin bandora derûnî de ne’

Henaa Abas eşkare kir ku piraniya kesên saxmayî yên ku rêxistin wan dişopîne, di dema qirkirinê de zarok bûn û niha jinên ciwan in. Henaa destnîşan kir ku birînên kûr ên psîkolojîk hildigrin ku bandor li ser perwerde, têkiliyên civakî û perspektîfa wan a li ser pêşerojê kiriye û wiha domand: “Gelek ji wan xwesteka berdewamkirina xwendina xwe yan avakirina jiyanek nû winda kirine, ji ber ku trawmaya berdewam hê jî rê li ber wan digre ku ji nû ve li jiyana normal vegerin.”

‘Malbat hê jî li benda dîtina hezkiriyên xwe ne’

Henaa Abas balkişand ser rewşa jinên rizgarbûyî û wiha axivî: “Hin ji saxmayiyan niha berpirsyar in ku piştgiriyê bidin zarokên ku di dema dîlgirtina wan de ji dayîk bûne. Di heman demê de gelek malbat hê jî bi hêviya dîtina zêdetirî hezar û 700 kesên winda ne ku di nav de jin û zarok hene. Her wiha pirsgirêkek mirovî ya ku hê jî çareser nebûye, dijîn. Hewlên ji bo vegerandina kesên hatine revandin berdewam in, bi taybetî ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ji ber nêzîkbûna wê bi deverên ku sûc lê qewimîne. Lê ev pirsgirêk hê nehatiye çareserkirin û gelek malbat hê jî çarenûsa hezkiriyên xwe nizanin.”

‘Salvegera qirkirinê tenê fersendek bîranînê nîne’

Henaa Abas destnîşan kir ku salvegera qirkirinê ne tenê fersendek e ji bo bîranîna rabirdûyê, di heman demê de bûyerek dubare ye ku birînên jinan sal bi sal ji nû ve vedike. Henaa got her ku malbat vedigerin gundên xwe yên wêrankirî û gorên komî, hestên windakirin û travmayê nû dibin. Li gor Henaa, ev mîrateya giran ji zarokên ku di nav dîmenên wêrankirinê û nebûna hezkiriyên xwe de mezin dibin re tê veguhestin.

‘Tevî dayîna sozan jin nikarin vegerin hewîrdorek bi ewle’

Henaa Abas eşkere kir ku leza hêdî ya ji nûve avakirinê li Şengalê û deverên bandordar, digel nebicîhanîna gelek sozên hikûmetê, nahêle ku jin vegerin hawîrdorek bi ewle û aram. Her wiha zarokên ku ji qirkirinê bandor bûne, tevî birînên kûr ên psîkolojîk û civakî, li derveyî çembera baldariya têr dimînin.

‘Jin hewcedarî piştevaniya psîkolojîk a domdar in’

Henaa Abas da zanîn ku jinên Êzîdî bi berdewami şerekî rojane li dijî bandorên trawmayê dikin û ku başbûn bi tenê bi demê re nayê bidestxistin. Ew piştgiriya psîkolojîk a domdar, edalet ji bo rizgarbûyan û hawîrdorek ewle hewce dike ku derfetek rastîn dide wan ku jiyan û rûmeta xwe vegerînin.