Koçberek ji Yemenê: Ev 2 roj in em birçî ne

Di bin zexta bombebaranê de, malbatên Yemenî bi koçberiya dubare re rûbirû dimînin. Koçberek ragihand ku ev 2 roj in di rêya koçberiyê de ne û tiştek jî nexwarine.

RANIYA EBDULLAH

Yemen – Li deverên gundewarî yên rojavayê Taizê, piştî êrîşên Hûsiyan ên li ser bendera Mocha ya Deryaya Sor, pevçûnên leşkerî û eniyên şer ên çalak li navçeyên El-Kedha destpê kirin. Lewma jî, li Meqbanah û Cebel Hebaşî yên rojavayê Taiza Yemenê, koçberiyeke girseyî ya malbatan çêbûye.

Dema ku Fatimê Ehmed gihîşt ser rêya asfaltkirî, gêj bû. Nêzî 6 seatan hewl da ku bi hevjîn û çar zarokên xwe re, ji ber topbarana ji gundê wê yê li Meqbanah Şamîra rojavayê Taizê, bireve.

Fatimê Ehmed neçar ma ku bireve, mal û erdê xwe li dû xwe hişt lê tiştê ku herî zêde wê diêşîne, dê û bavê xwe li dû xwe hiştiye. Ji ber ku ew nekarîn ji herêmê derkevin. Fatimê ragihand ku Hûsiyan bêserûber gundê wan topbaran kirine û got “Em di nav bombebaranê û dengê guleyan de reviyan.”

Hin ji wan reviyan çiyayan

Ezmûna Fatimê Ehmed û malbata wê, êşa gelek malbatên koçber ên ku neçar mane mal û erdên xwe biterikînin, debara xwe li dû xwe bihêlin, an jî li deverên ku bi bombebarana domdar re rûbirû ne bimînin, vedibêje. Êşa jinan pir zêde bûye, wan nepeniya xwe winda kirine. An di konên ne guncav de dijîn an jî di malên ku bi gelek malbatan tijî de ne. Di vê navberê de kal û pîrên nexweş wek dê û bavê Fatimê dema ku hewl didin birevin, bi xetereyên zêde re rûbirû dimînin. Derbarê niştecihên gund ên mayî de, Fatimê Ehmed got ku “Hin ji wan reviyan çiyayan da ku jiyana xwe xilas bikin, ji ber ku ji bo wan cihekî ewle tunebû ku herin.”

Perwerdehî hat rawestandin

Êşa malbatan ne tenê bi koçberiyê ve sînordar bû, ew gihîşt paşeroja zarokên wan jî. Li deverên ku tenê du roj piştî destpêkirina sala akademîk a 2026-2027'an pevçûn lê qewimîn, perwerde hat rawestandin. Fatimê Ehmed da zanîn ku ji ber koçberiyê zarokên wê, dev ji xwendinê berdane û neçariya xwe bi gotinên “Me cil, pirtûk û amadekariyên dibistanê bi tevahî li dû xwe hiştin” anî ziman.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, koçberiya di navbera 30'ê Tebaxê û 5'ê Îlona 2026'an de, ya nêzî 13 hezar û 500 kesan ku wekhevî 2 hezar û 250 malbatan e, tomar kir. Ji Taizê di vê heyamê de hejmara herî zêde ya koçberiyê hat tomarkirin. Piştî wê El-Hudeydayê tê û di heman demê de yên mayî, li çend bajarên din belav bûn.

‘Ev 2 roj in me tiştek nexwariye

Malbatên koçber ên li kampa ‘El-Qadha’, neçar man ku konên xwe bihêlin û careke din ber bi cih û kampên bi ewletir ve her çiqas ne guncav bin jî birevin. Gelek malbatan kon nedîtin ku xwe lê bihewînin û li ber şert û mercên hewayê man. Nêzî 200 malbat ji El-Qadha ji bo ku ji bombebarana bêserûber birevin, reviyan û çûn kampên ‘El-Birin’ û ‘El-Neşma’.

Taxrîd Mihemed Seîf yek ji vana ye ku dibêje: “Em ji kampa xwe reviyan. Ev 2 roj in me tiştek nexwariye. Zarokên me feqîr in. Me ji ber bombebarana Hûsiyan a li nêzî kampê, pir êş kişand. Me heta lawirên xwe jî li dû xwe hiştin. Kes newêre ku here wan vegerîne.”

Em bê mal man, cihek ku em serî lê bidin, nema’

Huda Seîd ku piştî zêdetirî deh salan koçberiyê hêvî dikir ku vegere malê, dît ku ew li şûna wê, direve kampeke din. Huda ragihand ku cihekî ku lê sitar bibin nemaye û wiha pê de çû: “Em bê mal man, cihek ku em serî lê bidin, nema. Piştî bendewariyek dirêj, em dîsa ji cih û warên xwe hatin derxistin, tenê ji bo ku em li derve bimînin.”

Jin, keç û zarokên li cihên koçberiyê û civakên malovan, bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rûbirû ne. Di nav van mercên dijwar de, kêmbûna xwarin û ava vexwarinê ya paqij, gihîştina sînorkirî ya stargeh û lênêrîna tenduristiyê ya seretayî û hewcedariyek lezgîn ji bo karûbarên piştgiriya psîkososyal û pêdiviyên paqijiyê hene.

Li gorî berpirsê kampa IDP ya El-Kadha, hejmara kesên koçber bûne, ji çarçoveya destwerdanên mirovî yên heyî derbas dibe. Hewcedariyek lezgîn ji bo kîtên alîkariyê û konên stargehê heye.