"Serkeftin bi xweparastinê pêkan e"

Endama meclîsa gel ya navçeya Şêranê Temra Mihemed behsa girîngiya parstina rewa kir û got: "Xweparastin şaxekî girîng yê dewamkirina hebûna me ye. Bi taybet di vê pêvajoyê de divê em di mal, tax, kolan û bajarên xwe de parastina rewa xurt bikin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Tevahî hebûnên zindî yên di gerdûnê de xwe li ser bingeha xwetêr kirin, xweparastin û xwe zêdekirinê dijîn. Ji ber vê di xwezaya mirov, lawir û xwezayê de xweparstin girîng e. Di dirêjahiya dîrokê de gelên ku nikarbûn parastina xwe xûrt bikin, bi qirkirin û tunebûnê re rû bi rû man. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de bal dikşîne ser mijara xwe parastinê û dibêje; “Heger civak nikaribe xwe biparêze, ew civak bê wate dibe”. Civakên ku dixwezin xweseriya xwe ava bikin û dagirkeriyê red dikin, divê parastina rewa pêş bixin. Zemînê parastina civakên demokratîk, xweparastin e. Xweparastin mafekî gerdûnî ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser bingehê pirojeya Netewa Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêxstin kirin. Ji ber vê xwe di mijara parastinê de bi hêz kirin. Li ser vê bingehê bi dehan saziyên xweparastina civakî û jin weke QSD`ê, YPJ/YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC`ê hene ku bi deh hezaran kes cihê xwe di nav de digrin. Di çarçoveya girîngiya xweparstinê û bi taybet di vê pêvajoyê de endama meclîsa gel ya navçeya Şêranê Temra Nesan, ji ajansa me re nirxandin kir. 
"Ji hemû aliyan ve êrîş li ser me tên kirin"
Temra yê di destpêka axaftina xwe pêvajoya ku gelê Kurd dijî anî ziman û got: "Tecrîda îroj li ser rêberê me, tecrîda li ser giştî gelê Kurd e. Ji ber Rêber Apo pirsgirên azadî, maf, nasname û hebûna gelan eşkere kir û çareseriya wê jî pêkêş kir, ew rastî koployeke navnetewî hat. Her wiha heger mirov rewşa li Kurdistanê jî binrxîne, emê bibînin ku em di pêvajoyeke gelek dijwar e derbas dibin. Li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerên gelek mezin rû dan. Bajarên me Efrîn, Girê Spî û Serêkanî hatin dagirkirin, gelê wê koçber, talan û wêran bûn. Li rex vê yekê dewleta tirk rojane gefan dixwe û êrîş dike, ew nabjêjin ev leşker ango sivîlin. Erdogan dibêje ez êrîşî leşkeran dikim, ma ne ev şervan jî zarokên vî gelî ne. QSD`ê, YPJ/YPG`ê tu caran êrîşî kesî nakin, lê dema ku tê hêz êrîş me bikin ewê parastina me bikin û emê jî parastina zarokên xwe bikin. Her wisa dewleta tirk rêbazên şerê deronî û taybet jî bi kar tîne, ew her roj bi balefirên bê mirov deverê bombebaran dike. Di êrîşên balefirên bê mirov de sivîl, ciwan û zarok jiyana xwe ji dest didin û bîrîndar dibin."
"Divê me xwe bigihînin her kesê û rêxistin bikin"
Temrayê di domandina axaftina xwe de behsa şêwazên xweparastina ji êrîşan kir û got: "Ji bo ku mirov bikarbe vê rewşê derbas bike, divê ku her kes xwe û derdora xwe jî biparêze. Raste hêzên leşkerî me diparêzin, lê heger ku em jî pişta hêzên xwe xûrt nekin emê bi sernekevin. Ji ber vê divê ku em di mal, tax, kolan, bajar û gundên xwe de xweparastina rewa bikar bînin. Gotineke pêşiyan heye dibêje; du kes hevdû bigrin gundek bi wan nikarin, 10 kes jî hevdû bigrin cîhanek bi wan nikare.  Bê guman gelek rêbazên xweparastinê hene, ji lewra divê ku em weke civak û gel di destpêkê de xwe ji şerê taybet yê dewleta tirk biparêzin. Pêwîste çavdêriya me li ser  xizm, cîran û yên xerîb jî hebe û li hember  her tevgerê hişyarbin. Bi taybet jî weke tê zanîn dewleta tirk gelek sîxorên xwe di nava gelê me de ava kiriye, ji bo vê girîng e ku em derdoa xwe biparêzin û rêxistin bikin."   
"Em bi riya xweparstinê dikarin hebûna xwe dewam bikin"
Temra Nesan di dawiya axaftina xwe bal kişand ser hêzên parastian civakê û got: "Hêza me ya parastina rewa HPC`ê heye, ev hêz a me ya civakî ye. Em hemû hêzên parastina cewherî ne. Heger tiştên min anîn ziman bi cih werin, tu hêz jî nikare me tune bike. Ger ku em xwe ji hemû êrîşên dewleta tirk biparêzin û dest bidin hev emê hebûna xwe jî biparêzin û serokê jî rizgar bikin. Dema ku em li pişt hêzên xwe yên leşkerî bin û hêza xwe ya rewa jî xûrt bikin, emê welatê xwe ji her tiştî biparêzin. Bi taybet jî weke jin, divê em pêşengiya xweparastina rewa bikin û gelê xwe teşqîqî vê yekê bikin. Rêber Apo gelek perspektîf li ser vê mijarê, ji me re hîştin. Ger ku em wan perspektîfan bi cih bînin, wê serkeftin para me be."