Rojnamevana Sûdanî ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî jinan eniyên şer derbas kir
Jinên Sûdanî di şerê Nîsana 2023’an di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de dest pê kirî de bedêlên herî giran dane. Jin bi binpêkirinên berfireh ên ku beden, rûmet û ewlehiya wan dikin hedef de re rû bi rû mane.
EYA IBRAHÎM
Sûdan – Di nav şert û mercên dijwar ên ku gelê Sûdanê dijîn de, rojnamevan Rufka Abdullah yek ji navên derketî pêş e. Her çend ji ber pevçûnên dijwar neçar ma ku ji Xartûmê derkeve jî, wê berpirsiyariyên xwe yên pîşeyî û mirovî berneda. Piştî artêşa Sûdanê kontrola eyaletên El Cezîre û El Sennar ji nû ve bi dest xist, wê kamera û deftera xwe hilda û çû herêmê. Li wir, wê dest bi rêwîtiyek xeternak lê pêwîst kir. Xwest ku binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jin û keçan belge bike û rastiyê û ragihandina dengê yên rizgarbûyî eşkere bike.
Zêdetirî 500 bûyerên tecawizê 3 mirin û 26 jiberçûn
Rufka Abdullah anî ziman ku ew ji bo belgekirina binpêkirinên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve, bi taybetî li eyaletên Cezîre û Sennar hatine kirin, dixebite. Rufka ragihand ku bi taybetî li eyaletên Cezîre bûyerên tecawizê bi awayek cidî zêde bûye û ev agahî dan: “Li gorî daneyên ku ji xebata rojnamegeriyê, raporên nûçeyan û belgeselan hatin berhevkirin, zêdetirî 500 bûyerên tecawizê hatine qeydkirin û 3 mirin û 26 bûyerên jiberçûnê hatin tomarkirin. Hejmara rast dibe ku ji ber şert û mercên ewlehiyê û negihîştina hin deveran, gelek zêdetir be.”
‘Ji heman malbatê 3 xwişkên di navbera 13-24 salî de rastî tecawîza komî hatin’
Rufka Abdullah, bi van gotinan behsa demên herî zor ên lê rast hatiye kir: “Li eyaleta Cezîre ji heman malbatê sê xwişkên di navbera 13-24 salî de rastî tecawîza komî hatine û min ev bûyer qeyd kiriye. Tiştên hatiye jiyîn, pir tirsnak in. Êrîş bi tundiya li dijî dê û bavan dest pê kir. Birayê wan hate gulebarankirin, li zarokan xistin û wan girê dan. Keça herî biçûk, tevî ku tenê 13 salî bû û piştgiriya psîkolojîk û bijîşkî digirt, nexwest ku êdî vegere dibistanê. Piştî tiştên ku jiyaye, bi temamî di hundirê xwe de girtî maye.”
Bandorên psîkolojîk û pêwîstiya piştgiriya ji bo mexdûran
Rufka Abdullah dibêje ku rewşa derûnî ya jinên saxmayî pir aloz e û gelek ji wan ji bo vegera jiyana xwe ya normal têdikoşin. Saziyên civaka sivîl û hewldanên alîkariya mirovî bernameyên piştgiriya derûnî ji bo mexdur û malbatên ku vedigerin malê pêşkêş dikin. Lê belê, di gelek bûyerên ku hatine belgekirin de, tê dîtin ku bi taybetî keçên ciwan, tevî wergirtina terapiyê, naxwazin ku vegerin dibistanê û di ji nû ve beşdarbûna jiyana rojane de zehmetiyan dikişînin.
Rufka Abdullah xwest ku di mijara destekkirin û qebûlkirina mexdûran de civak hişyar be û wiha got: “Di gelek rewşan de, civak hîn jî qurbaniyan wekî kesên reşkirî dibînin. Her çiqas tu berpirsyariyek wan di mexdûrbûna van sûcan de tune be jî. Wek mînak, çîroka jinek dema zewicî rastî tecawîzê hatî parve bikim. Her çend bijîşkek ji bo bidawîkirina ducaniya ji ber êrîşa zayendê hewl dabe jî, hevjînê jinê ev rewş qebûl nekir û dev ji jinê berda. Tevî tu sûcek vê jinê tune ye, neçarî van encaman hatiye kirin.”
‘Divê civak di mijara mafê jinan de hesastir be’
Li gorî xebata wê ya li eyaletên Cezîre û Sennar, dibêje ku divê civak di mijara cewherê tawanên cinsî, bi taybetî yên ku di dema şer de hişyar bin. Rufka destnîşan kir ku mexdûrên tecawizê divê ne wek sûcdar, wek mexdûrên destdirêjiya bi zorê werin dîtin. Rufka bi bîr xist ku welat di pêvajoyek gelek giran de derbas dibe û got ku divê civak di mijara mafê jinan de hesastir be û zêdetir destek bide.
Rufka Abdullah diyar kir ku jin ne aliyek ê pevçûnan e, divê şer li ser bedena wan neyê meşandin. Rufka li dijî bikaranîna jinan a wek amûra tolhildanê an jî zext û zilmê xwe neqayîl dike. Rufka bang li rêxistinên civaka sivîl dike ku ji bo parastina jinan tedbîran bigirin û bi awayek lezgîn li dijî binpêkirinên berdewam bikevin nava tevgerê.
Rêwîtiya rojnamevaniyê ya tije metirsî
Rufka Abdullah dibêje ku dema hewl dida binpêkirinan li eyaletên Cezîre û Sennar belge bike, ew rastî xetereyên cidî hatiye û got: “Dema di navbera eyaletên cuda de digeriyam, ketim deverên ku hîn jî pevçûn lê berdewam dikir, carna min xwe di navbera du hêzên şer de didît û ji ber vê, karê min hertim di bin gefê de bû.”
Rufka Abdullah bal kişand ser rola bingehîn a rojnamegeriyê ya di eşkerekirina rastiyan û belgekirina binpêkirinan de. Rufka got ku “Hewldanên belgekirinê yên heta niha, têr nakin” û banga kampanyayên hişyarkirinê ku ji mirovan re bibîr bixin ku jin û zarok ne aliyên şer in, kir. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û dezgehên medyayê kir ku helwesta bêalî biparêzin û bi hev re ji bo şer bi dawî bikin û piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê, bixebitin.