“Rêxistina Sara pişta jinên bêpişt e”

Endama Rêxistina Sara Reca Îsa destnîşan kir ku Rêxistina Sara ji bo peydakirina jiyana azad û ewle ji bo jinan têdikoşe û doza wan dişopîne. Her wiha da zanîn ku di sala 2021’ê de karekî serkeftî ji bo jinan hatiye meşandin û dê şaxên Sarayê berfereh bibin ji bo gihîştina hemû jinan.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Rêxistina Sara rêxistineke jinan a sivîl û civakî ye ku li dijî şîdetê û her cure cudakariya li ser jinan têdikoşe. Rêxistina Sara jinên her mezheb û etnîsîteyê weke endamên xwe qebûl dike. Sara di 1’ê Tîrmeha 2013’an de li Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin û peyamên navneteweyî û medyaya cîhanî ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan wekî refransa xwe digre dest. Ji destpêka damezrandina vê rêxistinê û heta roja îro, ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de kar dike. Her wiha ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan bi rêya pêkanîna semîner, çalakî û bernameyên bihêzkirina jinan û parastina jinên ku hatine çewisandin di dadgehên mafdar de kar dike. Bi nêzîkbûna sala 2022’an re, endama rêxistina Sara ya dijî tundiya li ser jinan Reca Îsa kar û xebatên salekê nirxand û plansaziya sala nû bi ajansa me re parve kir.
Raca di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Rêxistina Sara ji bo bidestxistina mafên jinan û xilaskirina wan ji tundiyê hatiye avakirin û wiha pêde çû: “Rêxistina Sara, jinên hemû pêkhateyan tê de kar dikin. Şaxên me li Kobanê, Hesekê, sirîn û Qamişloyê hene ku heman karî didin meşandin. Rêxistina Sara li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên jinan, rakirina tundiya li ser wan, bidestxistina mafên wan, piştgiriya wan û xwedîderketina li wan hat avakirin. Rêxistina me, doza jinan dişopîne û em wekî endamên Sarayê her dem ji me tê xwestin ku xwe pêş bixin li gorî dema niha, da ku em bikaribin alîkariya jinan bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Sala 2021’ê ber bi dawî ve diçe, karê me hemû bi tundî û zagonên jinan ve girêdayî ye û semîner li navçeyan tên dayîn da ku jin rêxistina Sara û zagonên xwe bêtir nas bikin. Her wiha têkilyên me bi rêxistinên din ên sivîl ên ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo jinan kar dikin re hene û em destek didin hev.”
Kampanyaya “Tu hêvî yî” ji bo rakirina diyardeya xwekuştina jinên ciwan e
Reca bal kişand ser diyardeya xwekuştina jinên ciwan û serkêşiya rêxistina Sara ji kompanyaya “tu hêvî yî” ji bo rakirina vê diyardeyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di dema dawî de li gelek herêman diradeya xwekuştina ciwanan zêde bûbû. Loma me pêwîstî bi kampanyayek dît û me dest bi kampanyaya “tu hêvî yî” kir em çûn serdana çend dibistanan û me diyarî li wan belav kir û dirûşmên hişyariyê belav kirin ji bo belavkirina hişmendiyê û piştgirîkirina wan. Di heman demê de, me danûstendina mamosteyan bi şagirtên ciwan re di vî temenê hesas de şopand û me nirxandina hewcedariyên şagirtan kir. Bi rastî jî şopandina şagirtan û bi taybetî keçên ciwan girîng e ji ber ku di temenekî hesas de ne û zû bandor ji aliyê dibistan, malbat û civakê ve li wan tê kirin lewre me dayîna şêwirmendeke psîkolojîk (derûnî) li her dibistanê kiriye nava plana xwe ku di demên pêş de were kirin da ku bikaribin bi rehetî pirsgirêkên xwe jê re bibêjin û alîkariya wan bikin da ku negihîjin asta xwekuştinê û derûniya wan xerab nebe. Rewşa ku em tê re derbas dibin, rewşeke şer e ku bandora wê li ser civakê heye. Jin ji mêr zêdetir bi debara mal û xwedîkirina zarokan re mijêl dibe loma jin ji mêr bêtir bi vê rewşê bi bandor dibe çi di milê aborî de û çi jî di milê derûnî de.”
Hemleya “Dengê min bi dengê te re, na ji kuştina jinan re”
“Rêxistina Sara bi armanca rakirina tundiyê li ser jinan, ji bo 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya tekoşîna li  dijî tundiya ser jinan ji bo me xwedî wateyeke kûr e ku me dest bi kampanyaya “Dengê min bi dengê te re, na ji kuştina jinan re” kir. Kampanyaya me li Qamişlo, Kobanê, Hesekê û Sirînê hat destpêkirin bi riya belavkirina broşur, flîks û skîner ên ku di hundirê xwe de gotinên li dijî tundiya li ser jinan dihewand di bajaran de û nav gel de. Mixabin gelek mêran nizanibûn ku 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan e ji bo vê yekê jî me çîroka vê rojê ji wan re digot ka çawa her sê xwişkên Mîrabel têkoşiyane da ku bêtir civakê nas bikin û hişyar bibin. Di çarçoveya hemleya me de, me serdana gundê Jinwar kir û semîner li Qamişlo jî hat lidarxistin. Her wiha civîneke înteraktîf a hevpar bi navê “ Ji ber ku tu azad î” wekî Rêxistina Sara, Tevna Pêşengên Jinan û Komeleya Şawîşka ya Jinan li ser jinên ku tundî û têkçûnên jiyanê li ber xwe dane û bi ser ketine hat lidarxistin ji bo ku jin hêzê ji hev bigrin û xwe bêtir bi pêş bixin.”
“Sara doza jinan li dadgehê dişopîne”
Reca got ku ji bo roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi gelek çalakiyan ve rabûne û wiha domand: “Di rêxistina Sara de komîteyek bi navê “komîteya şopandina şîdetê” heye. Rola vê komîteyê di rêxistina me de girîng e ji ber ku ev komîte hemû dozên wekî tecawiz, lêdan, kuştin û xwekuştinê yên jinan dişopnîne li dadgehan. Di vî milî de dadgeh û Mala Jinan bi me re dibin alîkar û mudaxeleya Rêxistina Sara dixwazin. Em li gorî zagonên navneteweyî dixebitin lewre di hin dozan de ger ku hukmê dadgehê mafê jinek nedê wê demê mafê me heye ku em biryara wê dozê îtîraz bikin. Em qebûl nakin ku mafê jineke rastî tundiyê hatibe, neyê standin ger ku malbata wê jî qebûl bike em wekî rêxistina Sara vê yekê qebûl nakin. Gere mafê her jinê were standin û em jin hemû yek in.”
“Sara jiyana saxlem û bi ewle ji jinan re ava dike”
Reca diyar kir ku rêxistina Sara her dem têdikoşe ji bo rakirina tundiyê her wiha da zanîn ku karekî serkeftî di vê salê de dane meşandin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Tundî li cîhanê bi giştî heye, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê jî ji ber ku em di rewşeke şer de dijîn. Dewletên cîhanê hemû şerê xwe li ser me dimeşînin û bi taybetî şerê psîkolojîk, ji bo wê em dibînin ku tundî, kuştin û xwekuştin çêdibe. Di sala ku em niha tê de ne yanî sala 2021’ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên kuştinê 39, lêdan 92, tehdîda kuştinê 24, tecawiz 5, tacîz 9, berdan 39, xwekuştin 34 û hewldanên xwekuştinê jî 34 bûn. Rêxistina me her dem hewl dide ku vê tundiyê rake da ku jiyana saxlem û bi ewle ji jinan re were çêkirin. Di vê salê de Sarayê karekî baş da meşandin û xwe gihand gelek jinan û ew ji tundiyê xilas kirin. Di heman demê doza kuştiyên jin şopand û mafên wan bi dest xistin. Gelek caran jî jin û mêran berê xwe didan me da ku hev berdin lê me rê neda vê yekê ji ber ku em dixwazin herdû cins jiyana saxlem, hevbeş û ewle bijîn û gelek caran jî em diçûn nav malbatan û em li hev diciviyan û wekî hişyariyê me dida wan.”
Plansaziya rêxisina Sara ya 2022’an 
Reca di dawiya axaftina xwe de, plansaziya Rêxistina Sara ya 2022’an eşkere kir: 
Vekirina buroyan û avakirina şaxên din li herêmên din ên ku em nikarin bighîjinê wekî Dêrik, Reqa û Eyn Îsayê da ku em bikaribin xwe bigihîjînin jinên wan bajaran jî.
Şopnadina dozên ku em li ser wan kar dikin û em wan çareser dikin da ku em bikin mînaka serkeftinê ji rêxistina Sara re û bidestxistina mafên jinên mezlûm.
Berdewamiya lidarxistina semîneran û kampanyayên tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan.