Ji ji nava kavilên xezayê mala sêwiyan a ‘Merhemet’ ava kir

Meryem El-Hasene, ji bo ku destekê bide zarokên sêwî, mala zarokên sêwî ya bi navê "El-Rahme" (Merhamet) ava kir. Bi vê hewldanê hewl dide derfetên perwerdeya zarokên sêwî ava bike.

REFÎF ÎSLÎM

Xezza - Meryem El-Hasene a ku mudura mala sêwiyan El-Rahme (Merhamet) e, li ser sedema avakirina mala sêwiyan got ku di şerê li Xezayê de gelek zarok sêwî mane, ji bo ku wan zarokan biparêzin, derfetên perwerde û jiyana bi rûmet ji wan re ava bikin dest bi hewldanê kirine. El-Hasene, diyar kir ku di êrîşên li Xezayê de dema ku malbata Ebu Şeria El-Hasene bûn hedef, zarok, nevî û gelek xizmên wê jî mirine û got: “Komkujiyek mezin bû. Gelek xizmên min mirin. Vê yekê bû sedem ku ez li hinek riyan bigerim. Li Zîvala Xezayê gelek zarokên sêwî hene. Nêzî 38 hezar zarokên ku dê û bavê wan tune ne hene. Hejmara giştî ya zarokên ku yan dê yan jî bavê wan tune ye 67 hezar e. Pêdiviya van zarokan bi xurek, derman, perwerde, cil û cihekî lê bimînin heye. Ji bo ku bi travmayên ji ber şer çêbûne re derbikevin serî divê desteka derûnî ji wan re were dayîn”

Sazî hat talankirin

Meryem El-Hasene, diyar dike ku xebatên avakirina mala sêwiyan piştî agirbesta yekem dest pê kiriye û qadeke ji bo zarokan hatiye amadekirin û wiha domand: “Lê dema ku tevgera bejahî ya dawî li Xezayê destpê kir, sazî hat talankirin, hemû tiştên di nav de hatin dizîn. Ji ber vê ez neçar min ji nû ve dest bi avakirina saziyê bikim. Di agirbesta dawî ya Cotmeha 2024'an de me ji nû ve dest bi xebatên navendê kir. Her tişt gelek zor bû, bihayê her tiştî zêde bû, madeyên xam ên ji bo çêkirina mobîlyayan kêm bû. Bi hewldaneke bênavber me navendê ji nû ve ava kir, bi lîsteyên saziyên fermî em gihîştin zarokan û me ew navendê bi cih kirin. Wekî din jî em telefonê gihîştin malbatên zarokên sêwî. Gelek zarok li ba dapîr û bapîrên xwe diman. Ew jî extiyar û nexweş bûn, derfetên wan kêm bûn. Nikaribûn zarokan xwedî bikin. Her wiha em li kampan û li ser riyan li zarokên sêwî geriyan. Piştî vê xebata ku bi mehan domiya me 150 zarokan dît û ji wan re dayîktî kir.”

Li navendê ji bo zarokên di du kategoriyan de xizmet tên kirin

Navend di ji bo zarokên di du kategoriyan de xizmetê dike. Di koma yekem de, zarokên ku desteka malbatê ji bo wan nemaye ne. Mînak ên ku bavê wan di şer de mirine û dayîkên wan ji nûve zewicîne, neçar in bi dapîr û bapîrên xwe re bijîn. Ji bo van zarokan cihê razanê hene û derfetên xwedîkirinê ji wan re tên dayîn. Di koma duyem de jî zarokên ku dayîk û bavê wan mirine hene. Navend ji bo van zarokan jî xizmetê dike.

Zarokên bi dayîk û malbatên xwe jî dijîn jî dikarin ji bernameyên nava rojê yên destekê sûdê bigrin. Bi wê yekê bêyî ji malbatê veqetin destekê dibînin. Têkiliya zarokan bi malbatên wan re didome. Ji bo têkiliya zarokan bi malbatên wan re bidome, bi awayekî çalak navbeynkariyê dike. Zarok her şeva Pêncşemê, dilin serdana malbatên xwe du roj dimînin û roja Şemiyê ji bo perwerdeyê vedigerin. Di wê navberê de psikolog û dayîkên dilxwaz, di dema serdanan de ji bo li ser pirsgirêkên ku dibe derbikevin û çareser bikin bi malbatan re hevdîtinan dikin hewl didin çareser bikin.

‘Behreyên zarokên bi pêş ketin’

Meryem El-Hesene dide zanîn ku ji bo perwerdeya derûnî û bandorên li ser tevgera zarokan û rehabîlîtasyonê, li dibistana “Pirên Merhemetê” ya girêdayî navendê zarokan hînî xwendin û nivîsandinê dikin û wiha didomîne: “Zarok gelek behreyên ku bi wan bikaribin li ser piyên xwe bisekinin hîn bûn. Li navendê pirsgirêkên weke şer, derûnî û bandorên wê yên li ser rewş û tevgera mirov, izolasyona civakî tê rawestîn. Li navendê her wiha ji bo têkiliya zarokan bi hev re çêbibe, hînî hev bibin û ji hev re bibêjin “xwişk û bira” gelek hewldan û xebat çêbûn. Rojane 89 zarok li navendê ji xizmetan sûdê dibînin. Zarokên ku tenê nava rojê tên, êvarê vedigerin malên xwe.”

‘Ev zarok ketine cihê zarok û neviyên min ên ku bi êrîşên Îsraîlê hatin kuştin’

Meryem El Hesene wiha domand: “Her ku pêdiviyên zarokan zêde dibin, lêçûnên saziyê yên cereyan, gaza xwezayî, cilên zarokan û mehaneya jinên ku zarokan xwedî dikin zêde dibin. Ev yek jî barê aborî yê saziyê girantir dike. Tevî her tiştî em dixebitin û dibînin ku têkiliya me ya bi zarokan re her roj baştir dibe. Ev zarok cihê nevî û zarokên min ên ku di dema êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin digrin.”

Meryem El-Hesene, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku zarok xwendina xwe ya zanîngehê biqedînin ez ê ji wan re bibim destek. Ez bi heyecan li bendê me kur oje ew mezin bibin ji civaka xwe re xizmetê bikin, ji bo avakirina welatê xwe destekê bidin. Bi çar çavan li bendê me ku rojek bibînim bûne mamoste û bijîjk.”