Rêwîtiya Silayê ya çîrokan

Sila Topçam; çanda çîrokbêjiyê ku wekî ya demên berê tê zanîn, di roja me ya îro de jî didomîne. Çîrokbêja ku ji beşa lîstokvaniyê mezûn bûye, bi disîplînên cuda bi xwendekaran re dibistaneke çîrokan vedike. Silaya ku bi çîrokan teşe dide jiyanê diyar dike ku çîrok berhemên kevnar ên bi bi salan in û divê werin parastin

 
ZEYNEP PEHLİVAN
Îzmîr- Çîrok di wê cîhana xwe ya xweş de, rêwîtiya bê hesab e. Di nav ew qalibên ku hatine girtin de nîşan dide ku divê hinek jî be em wê qalibê biterikînin û deverên nû keşif bikin. Gotin di cih de be weke rewîtiyek e... Sila Topçam di gerdûnek bêwext de me bi çîrok û xeyalên çîrokî, tîne beramberî hev. Ji demên dûr heta niha, mirov di her temenî de sînoran derbas dikin û me dawetî vê  rêwîtiya taybet dikin.
Em der barê xebatên Silayê de bi gotinên wê yên zelal û xîtabeta wê ya ji bo zarokan, li ser vê rewîtiya wê ya bandorker û dibistana çîrokan a bi navê wê em axivîn.
“Xeyal mirov li hemû cîhanê digerînin”
Sila Topçam di sala 2008’an de li Zanîngeha Suleyman Demîrel ji Beşa Hunerên Lîstokvaniyê mezûn bûye. Ew bi xwe îfade dike ku bi çîrokan mezin nebûye. Dema ku min ev gotin ji kesek ku ewqas çîrok kiriye navenda jiyana xwe bihîst, gelek şaş mam. Eleqeya Silayê ya ji bo çîrokan bi çêbûna keça wê re dest pê dike. Di wan deman de behsa teza xwe ya li ser ‘Çîrokbêj û di roja me ya îro de pêvajoya amadekariyên çîrokbêjan’ amade kiriye û ev eleqeya ji bo çîrokbêjiyê ji wê derê derketiye. Li Dibistana Çîrokan a bi navê Silayê, bi koma xwe ya çîrokbêjan perwerde daye destpêkirin. Beşdarvanên vê dibistanê ji her astê hene. Daxwaze wê ew e ku li cihên vekirî ango li derve çîrokbêjên profesyonel perwerde bike. Gelek kesên ji beşên kar ên ên cuda beşdarî vê dibistanê dibin.
Sila bi van gotinan behsa cudahiya çîrokan dike: “Ez dikarim bibêjim bi bi çêbûna keça min re gelek tişt hat guhertin. Çîrok jî tam di wan deman de ket jiyana min. Beriya wê ez bi xwendina pirtûkan bi çîrokan re eleqedar dibûm. Dema keça min çêbû, wêjeya zarokan ket rojeva min. Di wan deman de  ez hê pê nehesiyabûm ku çîrokbêjî jî heye. Cudahiyek zêde di navbera gotina çîrokan û xwendina pirtûkan de heye. Mirov dema çîrokan dibêjin li çavên hev dinêrin. Di dema guhdarîkirina çîrok û vegotina çîrokê de enerjiyek cuda derdikeve holê. Di wê atmosferê de têrbûyînek çêdibe. Wisa dibe ku tu dikevî nava xeyalan û li hemû cîhanê digerî. Di wê atmosferê de û piştre girêdanek çêdibe.”  
Ji çanda herî kevnar tê
Sila dide zanîn ku beşên din ên kar jî eleqeyek baş nîşanî çîrokbêjeke profesyonel didin û bi bîr dixe ku ev ji çanda herî kevnar e û wiha didomîne: “Ji sala 2017’an ve ez bi awayekî bi rêk û pêk atolyeyan çêdikim ji çîrokên kevn zêdetir, bi sembolan çîrokan dibêjim. Mînak hevalê min Efe Elmas dersa zimanê sembolan dide, ez jî perwerdeya vegotinê didim. Di vê pêvajoyê de ez tevli gelek xebatên kampan bûm. Me hemû çavdêrî, perwerde û lêgerîna xwe bi hev re wekî pêvajoyek nû rave kir. Di dibistana çîrokan de bi awayê disîplînên cuda hem dersên teorî hem jî yên pratîkî didim. Armanca me ew e ku kesên tên vê derê xeyalên xwe bibînin û di rêwîtiya xwe ya şexsî de em rê nîşanî wan bidin.”
“Wateya sembolên çîrokan girîng e”
Sila balê dikşîne ku dema çîrokbêj tê gotin di serê mirovan de bi giştî profîla mêrê bi temen zindî dibe lê di roja me de çîrokbêj herî zêde li bajaran bi jinên temenê wan 30 sal û jortir perwerdekirî tê zanîn û wiha şîrove dike: “Hemû deman ew prensesên ku tên rizgarkirin gelek qels in. Ew jî ji temaşekirina me ya versiyonên Dîsney tê. Dema ku mirov pirtûk dixwîne, dibêje qey kesê ew bi xwe xêz nekiribe yan jî bi taybetî negotibe ye. Hûn ew prenses di serê xwe de dibînin. Gelemperî norm di nava çîrokan de elbet heye lê di pêşdîtinekê de wextê li komkirina çîrokê temaşe bikî dibînî ku çîrok berhemên herî kevnar in. Dema kesê ku çîrokê dibêje aciz be û xwe wekî yekê muhtac bide diyarkirin wê demê pirsgirêk derdikeve. Lê belê pirsgirêk ne di çîrokan de ye, di kesên ku çîrokan dibêjin de ye. Xeyal û xesteka min ew e ku wateya çîrokan bi sembolan were famkirin û nebin amûrên manîpulasyonan. ”