Pêşmergeya herêma Hewremanê Melîhe

Ji pêşmergeyên dêrîn ên herêma Hewremanê Melîhe ji ber fedekariya xwe li herêmê nasnavê Hewramî girtiye û weke Melîhe Hewremî tê nasîn niha 89 saliye û li Silêmaniyê dijî.

HEWAR MEHEMED
Silêmanî – Her kes pêşmergeyên dêrîn ên mêr dizanin lê haya kesê ji Melîhe Mistafa Meruf nîne ku bi salan li çiyayên Hewremanê pêşmergebûye û welatiyên herêmê hemû wê bi keda wê ya domdar dinasin. Ew jina weke xezalan li serê çiyayên Herremanê sînor derbas dikir geh li rojhilat û geh li başurê welatê xwe parêzvanî dikir niha bi wê bîreweriya xwe ya dewlemend li kuçeyek bajarê Silêmaniyê dijî. Kefiyek sipî li serê wê girêdayî herdu keziyên wê li ser singê wêne û tizbiyê wê li dora stuyê wê girêdayî ye, dora kefiya wê bi dizaynek ciwan hatiye çêkirin û bi hêviyek mezin gelek bêriya wan rojên pêşmerge bû dike. Dema behsa ciwaniya xwe dike çavê wê tejî rondik dibe û dibêje: ‘Kefiya min jî bi lingên min re dinava şerde bû.’
Ji pêşmergetiyê ber bi cotkariyê 
Melîhe Mistafa Meruf ku bi navê mele Hewreman ya navçeya Seyîdsadiq tê nasîn. Dema tê gotin navê Mele Hewreman kêmek kes hene vî navî nas nekin. Meliheya ku salên dur û dirêj karê cotyarî jî kiriye û gelek zorî û zehemetî kêşaye, Ji ajansa me re behsa jiyana xwe dike.
“Ew kêliyên jiyana min ên herî xweş bûn”
Mele Hewramî ya temenê wê 89 salî li herêma Tewêla ya navçeya Hewreman di nava malbatek welatparêz ji dayîk bûye. Xwedî zarokek keç û dû kurane û di temenek biçûk de bûye pêşmerge. Heta serhildana 1991’an li Hewreman weke jinek pêşmerge dihat nasîn û pêşmergetî dikir dibêje: “Demê minê herî xweş ew demên ez pêşmerge bûm min jiyan kiriye.” 
Melihe Mistafa ya di temenê ciwanî de li gel malbata xwe tê Seyîdsadiq, niha li wê jiyana xwe di domine û pirsgirêkên wê yên tendirustî heye, piraniya demê xwe di nava malê de yan jî li ber deriyê mala xwe stranên hewremanî dibêje û wextê xwe derbaz dike.