Li Îranê dibistan vediguherin qadên şer

Li Îranê nûçeyên derbarê leşkerîkirina dibistanan û pêşkêşkirina sembolên şer de, fikarên têkildarî ewlehiya xwendekaran û bikaranîna saziyên perwerdeyê ya ji bo armancên leşkerî û siyasî, zêde dike.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Hemû qadên dibistanan, bi alan hatiye xemilandin. Li nêzî deriyê daketina dibistanan, li kêleka mertalên ji torbeyên qûmê hatiye çêkirin, botên leşkerî û çekên sembolîk hatine rêzkirin. Li ser yek ji kefiyeyan lekeyeke xwînê ya ziwa bûyî tê dîtin, mîna kesê ku ew li xwe kiriye, di senaryoya tê dubarekirin de birîndar bûye. Li cihên cûda yên qada kamuflajê, gelek kunyeyên nasnameyê yên bi şêwaza leşkerî hatine daliqandin. Li sehneya bilind a axaftin tên kirin, zilamek sekiniye û behsa berxwedan, biryardarî û têkoşînê dike. Zarokên di merasîma sibê de rêz bûne, bêyî ku fêm bikin, bi çavên matmayî û bêwate kesê ku axaftinê dike temaşe dikin.

Ev dîmen, ne yek ji sehneya axaftinên Rêxistina Ciwanên Hîtler an jî Adolf Hitler û Baldur von Schirach e, dibistaneke dewletê ya li Kirmaşanê ye.

Ji bo xwendekaran kunyeyên leşkerî tên amedekirin

Ji destpêka sala xwendinê û vir ve, li ser medyaya dîjîtal gelek vîdyo belav bûn ku nîşan didin hawîrdorên dibistanan vediguherin cihên ku dişibin navendên fermandariya leşkerî. Di van hawîrdoran de ji xwendekaran re nêzîkatiyek mîna personelên leşkerî tê nîşandan. Hêzên leşkerî li derdora dibistanê hene û tê dîtin ku xwendekar mîna leşkeran dimeşin. Nûçeyên derbarê veguherandina dibistanan a ji hawîrdorên leşkerî an jî şer, piştî videoya erkdarekî agirkujiyê yê ji bo kontrolê çûbû dibistanekê, bêtir balkişand. Erkdar, ragihand ku rêveberên dibistaneke ku navê wê nehat eşkerekirin, li gorî talîmatên ji rayedarên payebilindtir, dest bi amadekirina kunyeya nasnameyê ya ji bo xwendekaran kirine.

Dema mirov li gotinên wî erkdarî dinhêre, derdikeve holê ku ev kunye dişibin kunyeyên nasnameyê ku leşker di şer de bi kar tînin û ji bo naskirina kesan a di rewşa mirina wan de hatine sêwirandin. Tê fêmkirin ku armanca vê kiryarê ew e ku ger mûşekek li dibistanê bikeve, xwendekar bên naskirin.

Piştî belavbûna van nûçeyan û bertekên berfireh ên raya giştî, hikûmetê tavilê dest bi tevgerê kir û bi rêya dezgehên ragihandinê yên girêdayî dewletê yên wekî IRNA, Tasnim û Hamshahri ev nûçe red kirin. Lê belê dema mirov li redkirinên fermî yên berê yên Komara Îslamî ya Îranê dinhêre, tê dîtin ku di gelek bûyeran de her çend hikûmetê bi awayekî kategorîk bûyerek red kiribe jî, ew bûyer di rastiyê de pêk hatiye.

Rêveberên dibistanan vê mijarê red dikin

Şahidên bûyerê ya li Kirmaşanê jî piştrast dikin ku ev mijar li çend dibistanên giştî yên nêzî avahiya Dezgeha Îstîxbaratê ya li herêma meydana neftê ya bajêr, tê nîqaşkirin. Malbatên xwendekaran, piştî bihîstina vê nûçeyê çûn dibistanan, bi rêveberan re rûbirû bûn û di encamê de rê li ber pêkanîna vî planî girtin. Rêveberên dibistanan jî li ber çavên malbatan vê mijarê red kirin. Her wiha li gorî agahiyên ji herêmê, hinek rêveberên dibistanan hewl dan ku di civînên malbatan de vê fikrê wekî kiryareke pêwîst û maqûl nîşan bidin û heta îdia kirin ku ger tedbîreke wiha were pêkanîn, ev nayê wê wateyê ku ev biryar şaş e.

Li Kirmaşanê, hestiyariya derbarê vê mijarê de ewqas zêde bûye ku Rêveberê Giştî yê Perwerdehiyê yê Parêzgeha Kirmaşanê Suleyman Muhebî, bi daxuyaniyeke fermî ev îdia red kir. Daxuyaniya Suleyman Muhebî ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Fars ve hate weşandin.

Lê belê mijar tenê bi kunyeyên nasnameyê re sînordar nîne. Gelek kesan, ragihandine ku hejmareke berbiçav a dibistanên li seranserê Kirmaşanê, mertalên sembolîk hatine çêkirin ku hawîrdora dibistanê bişibe qada şer.

Rojnamevan Mîtra B, derbarê vê rewşê de wiha dibêje: “Di rejîmên dîktatorî de, leşkerîkirina dibistanan dikare wekî veberhênaneke demdirêj were dîtin. Ev rejîm dizanin ku dibistan bi civakê re cihên sereke ne ku bawerî û ramanên nifşên nû lê tên avakirin. Bi veguherandina hawîrdora perwerdehiyê ya ji bo qadeke mîna ya leşkerî, dixwazin ciwanan veguherînin komeke guhdar ku her tim ji bo şer û fedakariyê amade ne. Dema ku li hinek dibistanên welat nîşaneyên nasnameyê li xwendekaran tên belavkirin, peyama vê zelal e; hikûmet planekê pêktîne ku zarokan wekî mertalên mirovî bi kar bîne.”

‘Dibistan ji hawirdorên perwerdehiyê veguhere hedefên leşkerî’

Rojnamevan Mîtra B, da zanîn hikûmet dibistanan vediguherîne qadên pêşxistina armancên xwe yên leşkerî û siyasî û wiha pê de çû: “Di dema xwepêşandanên meha Çileyê, Şoreşa Jîna û têkoşînên din ên berê de, dibistan bûn cihên bicihbûna hêzên zordar û depoyên amûrên tepeserkirina dewletê. Di hinek rewşan de cenazeyên kesên ku di xwepêşandanan de hatibûn kuştin, anîn hewşên dibistanan. Her wiha gelek rapor hene ku diyar dikin kesên hatine girtin, beriya bên sewqkirin li dibistanên di bin kontrola hêzên ewlehiyê de hatine ragirtin. Di pevçûnên dawî de me dît ku Komara Îslamî ya Îranê pergalên avêtina mûşekan û çekan anîne nava dibistanan û wekî ‘mertalên mirovî’ bi kar anîne. Li ser vê bingehê, ez dikarim bêjim ku dibistana li Mînabê jî bûye mexdûrê biryara hikûmetê ya bicihkirina alavên leşkerî ya li cihên perwerdehiyê.”

Mîtra B, diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê îro bi belavkirina kunyeyên nasnameyê yên bi şêwaza leşkerî li ser xwendekaran, wan ji bo mirinê amade dike û got: “Rejîm bi veguherandina dibistan û polan a ji bo eniyên şer, cîhana fikrî ya zarokan bi baweriyê divê ew ji bo şer û mirinê amade bin, amede dike. Di rastiyê de di vê pergalê de zarok wekî hêmanên ku dikarin bên fedakirin tên dîtin û wekî mexdûrên potansiyel ên ji bo parastina rejîmê tên pêşkêşkirin.”

Xwendekar li şûna pirtûkan, kunyeyan hildigrin

Ji bilî veguherandina dibistanan a ji bo navendên leşkerî û neçarhiştina xwendekaran a beşdarî dersan bibin, tevî ku mehek ji destpêka sala xwendinê derbas bûye jî xwendekaran hêj pirtûkên xwe yên dersê nestendine. Çavkaniyên nûçeyan ên cuda, diyar dikin ku hejmareke mezin a xwendekaran hêj bêyî pirtûkên dersê diçin dibistanê. Dezgehên medyayê yên girêdayî hikûmetê, vê derengmayînê bi sedemên wekî guhertina cihê niştecîhbûna xwendekaran ve girê didin.

Pirsa esas ev e; Gelo tevî ku ji bo perwerdehiyê li holê pirtûkek jî nîne, çima derbarê mijara hebûna zarokan a li polên dişibin eniyên şer de, israrek mezin heye?