Mamosteyeke Efgan: Ez di wê hêviyê de me ku temenê Talîbanê dirêj nîn e

Tevî dîroka xwe ya şer û tundrewiyê, navçeya Çeharasiab a Kabîlê hê jî di bin desthilatdariya Talîbanê de bi gelek astengî û sînoran re rû bi rû ye; lê belê jin tevî hemû zulm û zora heyî jî hêviya guhertinê diparêzin.

BAHARAN LEHÎB

Kabîl –  Navçeya Çeharasiab dikeve aliyê başûrê bajarê Kabîlê û yek ji navçeya wîleyeta Kabîlê ye. Weke herêmin din ên Efganistanê di vê navçêyê de jî komên etnîkî yên weke Peştûn, Tacîk û Hazar li vê herêmê dijîn.

Piştî darbeya 7’ê Nîsana sala 1978’an û bi dagirkeriya Sovyetê re mîna deverên din ên welat li vê herêmê jî komên radîkal bi bandor bûn. Di vê pêvajoyê de serokê partiya Îslamî Gulbeddîn Hikmetyar ku bi navê “Qesabê Kabîlê” û “Roketvan” tê zanîn kesê ku herî zêde ciwanan îstîsmar dikir bû. Kesên girêdayî wî, mirovên zana û xwendekaran dikirin hedef û wan dikuştin. Bi taybetî jî keçên ku ji bo xwendina xwe bidomînin ji malê derdiketin rastî êrîşên bi asîd dihatin.

Di sala 8’ê Nîsana 1992’an de di dema desthilatdariya komên mucahîd de baregeha Gulbeddîn Çeharasiab bû. Ji derveyî çalakiyên tundiyê di heman demê de xurekên alîkariyê yên ji hêla Pakistan û Afganistanê ve dihatin ji bo derbasî herêmên din nebin astengî derdixist. Ev kelûpelên alîkariyê nikaribûn ji parezgehên din ên Kabîlê re werin şandin. Rojek bi fermana Gulbeddîn nêzî çil roket ji Çeharasiabê avêtin Kabîlê. Ji ber vê yekê leqebê “Roketvan” lê hat kirin.

Piştî ku di sala 1996’an de Talîban hat ser desthilatdariyê , rewşa navçeyê ket qonaxeke nû ya tundiyê. Talîbanê bi zorê xortan li motorsîkletan siwar kirin û birin bakurê welat, wan ji bo wêrankirina zeviyên çandiniyê, xanî û rezan bikar anîn. Piştî van kiryaran, li ser dîwaran "Serkeftina ciwanên Çeharasiab " nivîsandin. Van kiryaran di raya giştî de pêşî li bertekên mezin vekir ji ber ku wan dabeşbûn û dijminatiyê di navbera komên etnîkî yên cuda de gur kirin.

Bi hatina hêzên Emerîkayê ya Efganistanê re, di sala 2001’ê de û bi damezrandina sîstema qaşo nû, jinên li Çeharasiab, mîna bi milyonan jinên din ên Efgan, xwestin cihê xwe di malbat û civakê de xurt bikin û perwerdeya xwe bidomînin. Lê belê bi vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê re, jinên li vê navçeyê ji ewlehî û azadiyê bêpar man û gelek ji wan neçar man di malên xwe de bimînin.

‘Ruxmê hemû zehmetiyan me hewl da xwe bi pêş bixin’

Di seredaneke dawî ya vê navçeyê de, me jinek dît ku tevî hemû zehmetiyan jî ji bo pêşerojeke baştir têdikoşe. Şemse Şeref, mamosteya yek ji dibistanên vê navçeyê ye, serpêhatiyên xwe yên ji demên cuda yên jiyana xwe wiha vedibêje: "Bi salan, min li çend dibistanên dewletê yên li Çeharasiab ders da. Piştî hilweşîna rejîma destpêkê ya Talîbanê, ez û çend jinên din dikaribûn perwerdeya xwe heta pola 12’an li vê navçeyê temam bikin. Ji ber şert û mercan, em nikaribûn zanîngehê bidomînin lê me dest bi karê mamostehiyê kir. Di wê heyamê de, tevî hemû zehmetiyan, me hewl da xwe bi pêş bêxin, rêbazên hînkirinê û pêdiviyên dibistanê fêr bibin."

‘Aramiya dibistanan têk çûye’                                                               

Şemse Şeref dibêje ku ji hêle Talîbanê ve gelek mamosteyên jin ji kar hatine derxistin û got: "Niha, gelek mamosteyên jin ên xwedî perwerdeyeke bilind in ji aliyê Talîbanê ve bi hincetên cûrbecûr ji kar hatine avêtin û li şûna wan kesên bê perwerde hatine ser peywirê. Rêveberên dibistanan - jin an mêr - ji kar hatine avêtin û li şûna wan kesên dilsozên Talîbanê hatine bi cih kirin. Di encamê de, aramiya li dibistanan bi giranî têk çûye."

Şemse Şeref, wiha dibêje: "Hinek ji tevgerên Talîbanê li dibistanan gelek pêkenok xuya dikin lê bi rastî pir bi êş in. Di destpêka sala xwendinê de, rêveberê dibistanê ku Talîbanî bû, ji bo civînê bangî hemû mamosteyan kir. Di civîna fermî de lingên xwe li ser maseyê danî. Wî ders û ders ji her kesî re diyar kir bêyî ku qada pisporiya wan çi be. Her çendî qada min zimanê Darî bû jî min ew neçar kir ku qebûl bike ku mijara min bi xwe bide."

Şemse Şeref piştê navberek bêdengiyê gotinên xwe domand: "Di demên dawî de, heman rêveber pêşniyar kir ku ez jî zimanê îngilîzî û Peştû jî hîn bikim. Li gorî wî, ev ziman wekî Darî ne. Dema ku min jê re got ku ev ne rast e, wî bersiveke hêsan da wekî, 'Hemûyan rêzimana xwe heye.”

Şemse Şeref her wiha rexne li tevger û xuyabûna hinek mamosteyên Talîbanê dike û dibêje: "Ev kes bi zimanê xwe heqaretê li xwendekarên mêr dikin. Hinek ji wan dema ku bi mamosteyên jin re diaxivin jî reftarên ne guncaw nîşan didin. Ji ber vê yekê, tu mamosteyek jin naxwaze bi wan re biaxive."

Şemse Şeref dibêje ku di demên dawî de nêzîkatiyên rêveberê dibistanê yên nebaş derdikevin û got: "Di demên dawî de, rêveberê dibistanê ragihand ku ew dixwaze jineke sêyemîn bîne û pêşniyara zewacê ji mamosteyan re kir. Me hemûyan got em zewicî ne.”

‘Rojek wê ev rejîm jî hilweşe’

Şemse Şeref bi vê hêviyê gotinên xwe bi dawî dike: "Ez bawer im ku ev rewş dê zêde nedome. Rojekê ev rejîm jî dê hilweşe û pergalek were damezrandin, jin dê tê de rolên serokatiyê bigrin ser xwe.”

Di encamê de Çeharasiab, mîna gelek deverên Efganistanê, nîşaneya salên tundî, bêîstîqrarî û polîtîkayên sînordar e. Lê belê tevî van hemû zehmetiyan, jinên li vê navçeyê ji bo parastina nasname, zanîn û rewşa xwe ya civakî têkoşînê didomînin. Çîroka Şemse Şeref jî nîşan dide ku tevî hemû sînordarkirinan, hêviya guhertinê zindî dimîne û dikare rê li ber veguherînên erênî di civaka Efganistanê de veke.