Mamosteya Filistînî zarokan bê pere perwerde dike
Mamosteya Filistînî Amanî Amar tevî êşa windahî û koçberiyê, li Dêr el-Belahê dibistana belaş a ‘El-Hîbe’ ava kir. Bi vê gavê Amanî, alîkariya sedan zarokan kir ku mafê xwendinê ji dest nedin.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Mamosteya Filistînî Amanî Amar li bajarê Dêr el-Belahê ya Xezayê, dibistaneke belaş ji bo zarokan vekir. Mamoste Amanî, ji bo bîranîna keça xwe ya ku di rojên destpêkê yên şer de di êrişeke Îsraîlê li bakurê Xezayê de can daye, navê wê ‘El-Hîbe’ li dibistanê kir. Amanî xwedî 34 sal ezmûna mamostetiyê ye.
Piştî destpêkirina şer û koçberiya wê ji Refehê ber bi Dêr el-Belahê, Amanî Amar dît ku gelek zarok ji mafê xwendinê bêpar mane. Piştî windakirina zaroka xwe, hevjînê xwe û gelek endamên din ên malbata xwe, wê biryar da ku bi vekirina dibistanê hem ji zarokan re bibe hêvî û hem jî vê xebatê wekî diyariyek ji ruhê keça xwe re pêşkêş bike.
Dema dibistan vekir tenê pênc xwendekar hebûn, lê piştî mehekê hejmara wan gihîşt 400’î. Tevî pêşniyarên ji bo perwerda bi pere jî, wê nexwest ji xwendekaran pere bistîne. Ji bo ku ji zêdetir zarok bikaribin perwerdehî bibînin, wê ev derfet peyda kir.
Zêdebûna xwendekaran û kêmbûna piştgiriya aborî
Dibistan bi komeke biçûk a mamosteyan dest pê kir, lê ji ber zehmetiyên jiyanê û barên aborî, hin ji wan nekarîn xebata xwe bidomînin. Niha pirsgirêka herî mezin a Amanî Amar, kêmbûna piştgiriya aborî û zêdebûna hejmara xwendekaran e. Amanî li pey piştgirekê ye ku tenê mûçeyên karmendan peyda bike.
Di destpêkê de li dibistanê tenê texteyek nivîsê hebû ku ji polê derbasî poleke din dikir, lê niha ji bo her polê texteyek peyda kiriye. Dibistan hê jî ji çend konên ku hin ji wan xerab bûne pêk tê û ji bo zivistanê ne guncav in. Amanî Amar dixwaze berî hatina zivistanê van konan biguherîne da ku baran û lehî xwendekar û mamosteyan metirsîdar neke.
Dibistan ji pola yekem heta ya 9’emîn perwerde dide
Amanî Amar ji bilî perwerdekirina zarokan, hewl dide evîn û hêviyê jî di dilê wan de çêke û bi xelatên teşwîqker destek bide wan. Dibistan ji pola yekem heta ya 9’emîn perwerdehiyê pêşkêş dike û ji aliyê Wezareta Perwerdehî û Fêrkirina Filistînê ve hatiye pejirandin. Heta niha jî çar nifşên xwendekaran mezûn kirine. Amanî hêvîdar e ku rewşa perwerdê û mamosteyan baştir bibe.