Li Xezayê zarok û jin hêdî hêdî dimirin

Êşa zarok û jinan li Xezayê ya ji ber kêmbûna xwarinê, kêmbûna dermanan û ji bo dermankirina nexweşiyan, çûyîna derve zehmet dike. Dayîk di bin şert û mercên dijwar ên dorpêçkirinê de ne û ev yek gef li ser jiyana wan dike.

REFÎF ISLÎM

Xeza Her çend nûçeyên li ser medyayê tên belavkirin û behsa başbûneke qismî ya di rewşa xwarinê de li Şerîda Xezayê tê kirin jî, rewş cuda ye. Bi taybetî jî nûçeyên li ser derbasbûna goşt û kelûpelên din. Lê, mixabin bi hezaran zarok, jinên ducanî û dayîkên ku şîr didin, hîn jî kêmbûna xwarinê dikşînin. Bi hilweşîna pergala tenduristiyê ya li herêma dorpêçkirî, ew bi kêmbûna dermanan û xetereya mirinê ya hêdî re rû bi rû ne.

Şehrah Haniye di dawiya Adara 2025’an de, berî birçîbûna ku li Xezayê qewimî, keça xwe ya bi navê Rîtal a 3.5 kîlogram giran anî dinyayê. Rewşa pitikê heta çar mehî sabît bû. Lê belê, ji ber ku şîrê zarokan û xwarinên cûrbecûr li bazarê winda bûne, kêm xwarin bû. Niha jî nîşaneyên wê dikşîne. Haniye balkişand ser rewşa keça xwe û şertên ku malbat di nav de dijî. Haniye da zanîn, tevî ku hin kelûpelên xwarinê dighîjin herêmê, nebaşbûna rewşa keça xwe bi şert û mercên malbatê yên ne baş a di hêla aboriya dijwar ve, girê dide. Ji ber ev rewş nahêlin malbat bi rêkûpêk xwarin û pêvekên xwarinê  peyda bike. Wekî din, rawestandina demkî ya dermanan bûye sedema ku tenduristiya zarokê dîsa xirab bibe.

Hêzên Îsraîlê qedexe daniye ser tevgera nexweşan

Dema ku rewşa Rîtal xirabtir bû, biryar hate dayîn ku ji bo dermankirinê wê bişînin derveyî welat. Lê belê, ji ber qedexeyên ku hêzên Îsraîlê li ser tevgera nexweşan danîne, malbat nekarî rêwîtiyê bike. Haniye dema keça xwe yekem car aniye nexweşxaneyê, wiha vegot: “Çavên wê ber bi jor ve diçûn, zikê wê werimî, qefesa sînga wê derketibû pêş û nefesgirtinê de zehmetî dikişand. Wê demê, wî nizanibû ku ev nîşanên kêmbûna xwarinê ne; dema bijîşk ji min re got min nû fêm kir.” 

Her çiqas hinek nîşan kêm bûne jî, di reng û rûyê Rîtal de hê jî nîşaneyên kêmbûna xwarinê xwe dide der.  Pirsgirêkên wê yên nefesgirtinê xirabtir dibin, bi taybetî jî di hewaya germ de an jî dema ku agir li nêzî wê tê vêxistin. Haniye ragihand ku amadekirina xwarina xwe ya rojane bi ava ku li ser agir tê kelandin, li şûna gazê rewşê xirabtir dike û wiha got: “Ji ber ku şîr bi xwelî û gemarên ji agir re tevlihev dibe.”

Nexweşxaneyên dewletê nikarin hemû dermanên pêwîst peyda bikin


Haniye ji bo ku dermanên keça xwe peyda bike gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Nexweşxaneyên dewletê nikarin hemû dermanên pêwîst peyda bikin. Her çiqas di dermanxaneyên taybet de peyda bibin jî, carna ji bo bidestxistina tenê dermanek jî, pêwîst e mirov ji başûr ber bi bakurê Xezayê ve rêwîtiyên dûr û dirêj bike. Zarok hewceyî dermanên êşbir ên guncaw û makîneyek nefesê ya elektrîkî ye. Divê havînê bikar bîne. Lê belê, malbat di konek hilweşiyayî de, bê şîr û derman dijî.

Haniye diyar kir ku dema ku derman peyda dibe, rewşa zarok hinekî baş dibe û ev agahî dan: “Dikare dest û lingên xwe bilivîne. Lê dema ku derman tê rawestandin, rewşa wê dîsa xirabtir dibe. Lêdana dilê wê bandor dibe û krîzên giran derbas dike. Her çiqas her roj di konê de hewl didim ku alîkariya yekem û tedawiya fizîkî peyda bikim jî, ditirsim ku keça xwe jî winda bikim. Ji ber ku min sê zarokên xwe, mala xwe û malbata xwe di şer de winda kiriye.”

Ji bo dayîkan û fetûsan riskên zêdebûyî 

Galiya Ubeyd jî ev çar meh in du canî ye û li benda zaroka xwe ya sêyemîn e. Ji ber ku ew li bakurê Xezayê  maye, lewra di şer de bi gazên dijwar re rû bi rû hatiye ji bo wê, ducaniya wê mîna ‘rîska bilind’ tê dîtin. Galiya da zanîn ji ber ku berê jî bi van gazan re rû bi rû maye, zarokek wê nexweşa biçûkbûna mêjî û hîdrosefalus e. Di dema ducaniyê de Galiya negihîştiye derfeta dermankirinê û bi vî awayî aniye dinyayê. Galiya, niha jî kêmbûna xurekê û hem jî ducaniyek xeter dikşîne, dibêje ku pêwîst e ew her tim derman bikar bîne lê dermanek bandora wê pir kêm bikar tîne. Li gorî bijîşkan, ev rewş rîska anomaliyên jidayikbûnê di pitikê de ji sedî 80’yî zêdetir dike. Ji ber vê yekê, ger ku pirsgirêkek di fetusê de were tespîtkirin, ew hewl didin ku emeliyata bidawîkirina ducaniyê bilez bikin.

‘Pêdiviya min bi xwarina masiyan heye, lê êdî nikarim bikirim’

Galiya Ubeyd rave kir ku ji ber kêmbûna xurekê, nekariye şîrê xwe bide zaroka xwe ya duyemîn û ev agahî dan: “Lewra, min şîrên cuda bi kar anî. Loma jî jî zaroka min şîrê min red kir. Paşê min bi hin baqûtên xurekî karîbû rewşê kêmek jî be baştir bikim. Berî şer, bi hêsanî dighîştim van dermanan, min muayeneyên mehane yên birêkûpêk dikir û tîmên bijîşkî dema ku hewce dikir, dihatin mala min. Lê belê îro, her çend derman hebin jî, pereyê ku didim, barekî giran ê aborî yê ye. Ducaniya min, ne plankirî bû û bijîşk ji min re got ku ji bo laşê te ji van toksînan xilas bibe, pêwîstiya te bi du salan heye. Pêwîst e bi tendurist bijîm, pêdiviya min bi xwarina masiyan heye, lê êdî nikarim bikirim.” 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku zêdetirî 10 hezar zarok û nêzîkî 37 hezar jinên ducanî û yên şîr didin, di bin xetereya kêmbûna xwarinê ya giran de ne û ji ber nebûna pêdiviyên bingehîn, bi gefa "mirinek hêdî" re rû bi rû ne.

Di heman demê de, Bijîşkên Sînornenas banga alîkariya mirovî ya bê şert û merc kirin û her wiha pêdiviyên bijîşkî û xwarinê ji bo Şerîda Xezayê hate kirin.