jinên ji Xartûmê banga ji nû ve avakirina jiyanek li ser axa xwe kirin

Jinên ku piştî kontrola RSF’ê ji ser Xartûmê rabû vedigerin ser axa xwe, diyar dikin ku piştî 3 salan pîrozkirina Cejna Remezanê ya li mala xwe, kêfxweşiyek mezin daye wan û banga ji nû ve avakirina Xartûmê dikin.

AYE ÎBRAHÎM

Sûdan – Pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn RSF de ku ji Nîsana 2023’yan vir ve berdewam dike, li welêt bû sedema gelek karesatan. Piştî ku RSF’ê kontrola Xartûmê kir destê xwe, xelkê wir koçber bû. Piştî ku artêşa Sûdanê ji nû ve kontrola bajêr bidest xist, gel 6 sal şûnde vegeriya Xartûmê. Gelek malbatên Sûdanî kêfxweşiya xwe ya mezin a ji ber vegera li malên xwe yên li paytext Xartûmê anîn ziman. Sûdaniyên ku piştî sê salan koçberiya ji ber şer vegeriyan warên xwe, ewê betlaneya Cejna Remezanê li malên xwe derbas bikin.

Kêfxweşiya wan a mezin bi zelalî xuya dike

Ajansa me çû serdana deverên cûrbecûr ên Xartûmê ku şahidiya pevçûnên dijwar ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de kirine. Her çend hilweşîna berfireh a binesaziyê hate dîtin jî, piştî ku artêşê kontrola paytextê ji nû ve girt, hat dîtin ku gelek malbat vedigerin malên xwe. Her wiha hate destnîşankirin ku jiyan li deverên cûda, tevî hin zehmetiyan, hêdî hêdî vedigere rewşa normal. Zehmetiya sereke, bêaramiya ji ber ceyran û avê li hin deveran e. Di vê navberê de, hikûmet soz û hewl dide ku çareseriyên lezgîn bibîne û xizmetên bingehîn bi tevahî vegerîne. Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re, gelek malbatan ji deverên ku berê koçber bûne, berê xwe dane paytextê. Xalên rêwîtiyê bi malbatên ku dixwazin betlaneyê li malên xwe derbas bikin tijî ne. Kêfxweşiya wan a mezin bi zelalî xuya dike, dema ku ew ji bo vegera xwe amade dibin. Bi rewşa li Xartûmê re ku bi piranî aram dibe, tê payîn ku zêdetir malbat vegerin malên xwe.

Jiyan bi tevî şopên nakokiyan vedigere

Henadi Mahcub ku li navçeya Jubra ya li başûrê Xartûmê dijî, diyar kir ku ew çend meh berê vegeriyaye mala xwe û di destpêkê de di veguhestina nav-herêmî û her wiha qutbûna ceyran û avê de zehmetiyan kişandiye. Lê belê, wê zêde kir ku bi vegerandina ceyran û avê re, xizmetên bingehîn vegeriyane hin deveran û rewş aram bûye. Henadî behsa amadekariyên malbata xwe dike ku piştî salan ji koçberiyê, Cejna Remezanê li malê pîroz bike. Henadî wiha got: “Kevneşopiyên cejnê, wekî kirîna cilên cejnê ji bo zarokan an amadekirina şîraniyan, zêde neguherîne. Tevî ku mala me hat talankirin jî, ez pir kêfxweş im ku piştî pevçûnê Cejna xwe ya yekem li malê derbas dikim.”

Henadî Mahcub bang li hemû kesan kir ku vegerin malên xwe û beşdarî ji nû ve avakirina Xartûmê bibin û wiha got: “Xartûm dê bi biryardarî û hêza kesên ku vedigerin, ji berê çêtir be.”

Çop li kolanan kom dibe

Îman Îmad a ku dayîka du zarokan e, bi van gotinan balkişand ser rewşa Xartûmê ya dema ku vegeriyane dîtine: “Dema ku em çend meh berê vegeriyan malê, rewş dijwar bû; kolan tijî kelûpelên talankirî bûn û xizmet ne aram bûn. Lê niha jiyan li Xartûmê hêdî hêdî vedigere rewşa normal.” Îman Îmad diyar kir ku wan bi vekirina bazaran kêfxweşiya cejnê li malên xwe hîs kirine. Wê zêde kir ku ceyran û av aram bûne, nexweşxane û dibistan ji nû ve hatine vekirin. Lê belê, wê destnîşan kir ku lodên çopên li kolanan, dibin sedema zêdebûna mêşan. Îman Îmad wiha got: “Hem dîtina amûrên veguhestinê dijwar e û hem jî biha ye. Em hêvî dikin ku rewş baştir bibe û her kes ji nû ve dest pê bike.”

‘Her ku malbat vedigerin, aramî zêde dibe

Vegera malbatan bo paytext Xartûmê ne hêsan bû. Ew xewnek bû ku bi hewldanên hevbeş piştî ku artêşê kontrol ji nû ve bi dest xist, pêk hat. Kesên ku di saziyên dewletê de dixebitin, piştî vegerê ji paytextê dest bi xebatê kirin. Jina bi navê Ibtîsam Muhammed Elî ku piştî koçberiya bo parêzgeha bakur vegeriya Xartûmê, wiha got: “Rewşa li Xartûmê bi piranî aram bûye. Vegera malê di heman demê de bi awayekî erênî beşdarî başiya psîkolojîk a mirovan dibe. Ibtîsam Muhammed malbatan teşwîq kir ku vegerin malên xwe û wiha got: “Her ku malbat vedigerin, rêjeya aramiyê zêde dibe. Ev ji bo ji nû ve avakirina paytextê girîng e.” Wê her wiha kêfxweşiya xwe ya mezin a ji ber pîrozkirina Cejna Remezanê ku li malê bi malbata xwe re derbas dike, anî ziman.

Her çiqas di çend taxan de zehmetî berdewam dikin jî, şahidiyên kesên ku vedigerin, nîşan didin ku vegera nifûsê gavek bingehîn e ber bi vegerandina aramiyê û ji nû ve avakirina paytextê ve. Gel destnîşan dike ku Xartûm dikare bi îradeya gelê xwe û biryardariya wan a ji bo destpêkirina jiyanek nû, dîsa rabe.