Li Kobanê jinan dest bi çêkirina penêr kirin

Çêkirina penêr yek ji çandên kevnar û vedîtinên girîng ên jinan e ku ji destpêka mirovahiyê dest pê kiriye û heta niha dewam dike. Jinên bajarê Kobanê jî ev çand ji nifşekî veguhestiye nifşekî din.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Kobanê bajarek resen ê Kurdan e ku ji devoka wê ta rê û resim, cil û berg, şêwazên debara jiyan û hwd vê resenbûnê dide berzkirin. Di vî warî de em dibînin ku herî zêde jinên wê rola parastin û veguheztina çand û dîroka xwe ji nifşekî ta nifşekî dikin.

Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ku 490 gundên wê hene, xwedî axeke berhemdar û dewlemend e. Ji ber vê jî bi piranî debara jiyana xwe bi çandinî û sewalkiriyê dikin ku herî zêde jî jin bi berhemên wê re mijûl dibin, vedugherînin çavkaniya debarê û parastina wê jî. Ji ber vê di tevahî pêvajoyên ku derbas bûn de, jinên Kobanê tevî hemû êrîş û dijwariyên heyî dest ji karên xwe bernedan. Ji destpêka biharê û heta dawiya havînê, em dibînin jin bi gelek xebatên cuda re mijûl dibin. Li milek çandina baxçeyên sebze, amadekirina xwarinên zivistanê û li milek jî çêkirina penêr.

Şîr li gor mast û penêr ji hev diqetînin

Jixwe çêkirina penêr jî yek ji çandenên resen û sereke ya jinên Kobanê ye ku niha pêk tê. Çêkirina penêr jî hem hûner û hem jî kedeke mezin dixwaze. Ji ber heta penêr bighêje forma xwe ya dawî ya xwarinê, di gelek pêvajoyan re derbas dibe ku a niha jinên Kobanê bi vî karî re mijûl dibin. Jinên Kobanê ku ji serê sibê de hişyar dibin, şîr didoşin û paşê ji bo mast û penêr ji hev cuda dikin. Paşê jî li gor pêwistiyên malê yên xwarin û debara jiyanê, ew jin wî şîrî bikar tînin ku jê mast, penêr, rûn û bi dehan cureyên xwarinên cuda diafirînin.

‘Ji şîrê pez bi dehan berhem û xwarin jê çêdibin’

Emîne Xelîl a 27 salî ji gundê Çortanekê ye û bûka gundê Taşlûgê ye. Emîne ku dayîka 4 zarokan e, di temenekî biçûk de zewiciye. Emîne dibêje ku ew çêkirina berhemên ji şîr ji dayîka hevjînê xwe fêr bûye ku ev 12 sal in çêdike. Emîne bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî penêr gav bi gav li pêşiya kameraya ajansa me çêkir. Emîne got ku “Şîrê pez xwedî taybetmendiyeke wiha ye ku bi dehan berhem û xwarin jê çêdibin. Çêkirina penêr çandeke me ya resen e ku bi destê jinan hatiye vedîtin. Heta nifşê me jî bi heman şêwazî dewam dike û hebûna xwe diparêze.”