Li Idlibê jin bi şantaj û tacizê re rû bi rû ne

Li Idliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, jin bi diyardeya tacîzê re rû bi rû dijîn. Ji ber zextên civakî, te çewisandin ji bo bêdeng bimîne, ev bêdengî zextên cuda bi xwe re tîne.

HEDÎL EL -OMER

Idlib – Li Sûriyeyê şer, polîtîkayên dagirkerî û talanê yên rojane, jiyana jinan veguheriye dojehê. Idliba ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên paramîlîter ên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, ji bo koçber û şêniyên bajar ên ku neçar dimînin li herêmê bijîn, xeteriyeke mezin e. Jinên ku neçar in li Îdlib û Idlibê jiyana xwe bidomînin, bi binpêkirinên cuda yên mafan re rû bi rû dimînin, weke zextên çeteyan, tacîz, destavêtin, dûrxistina ji qadên giştî û taybet û zextên jiyana aborî. 

Neçar ma dev ji kar berde

Rêm Arafat 28 salî ye, li kampên bajarokê Akrabat li Bakurê Idlibê dimîne, piştî hewldanên destdirêjiya yek ji rêveberên saziya ku tê de kar dikir, neçar ma kar berde û li malê bimîne. Rêm Arafat dibêje ku tenê riyek li pêşiya wê hebû, ew jî ev bû ku dev ji kar berde. Lewre civaka bi hişmendiya mêr ava bûye têkoşîna jinan li hemberî zêxtan qebûl nake. Rêm Arafat wiha got: “Ez her dem rastî hewldanên destdirêjiyê ji aliyê rêveberê cihê kar ve hatim, hemû hewldanên min vala derketin. Gefan li min dixwar û digot ger tu bi ya min nekî, ez ê çîrokên derew ji hevjînê te re bibêjim û ezê te ji kar derxim. Hewl dida bi zextê ez bi ya wî bikim û daxwazên wî bi cih bînim.”

Rêm Arafat fikiriye ku giliyê ji rêveberê giştî yê saziyê re bike lê piştî ku bawer bû giliyên wê paşguh dibin dev jê berda lewre ew kes jixwe nêzî rêveberê giştî bû. Her wiha tirsa wê ji berdana hevjînê wê jî hebû, nikaribû ji kesek din re bibêje herî dawî neçar ma dest ji kar berde da ku mal û zarokên xwe biparêze.

Bersûc îdiayan red kir doz hat girtin

Selwa El-Wekîl, 34 salî ye, di ofîsa serjimêriyê de nêzî sînorên Tirkiyeyê li kampên jinên hevjinê wan jiyana xwe ji dest dane kar dike. Ew tenê agahiyên jinên xwedîkarên malbatan û hejmara kesên her malbatê û rewşên wan jiyanî û pêdiviyên wan tomar dike.

Selwa El-Wekîl dibêje ku ew rastî jî rastî destdirêjiyê hatiye û dozek li dadgehê li ser destdirêjker vekiriye lê wê mafê xwe ji wî kesî negirtiye ji ber ku wî kesî her tişt înkar kiriye û wiha gotinên tîne ziman: “Dema min di kampek kar dikir ez rastî destdirêjiya kesek hatim, ji ber gotinên ku wî kesê ji min re digot ez neçar mam ji tirsan ji cihê kar zû derkevim. Di encamê de bi min re krîzek derûnî çêbû. Her dem dema kar ez ditirsiyam, min digot ger bûyerek wisa dîsa were serê min ez ê dest ji kar berdim.”

Nebûna zagonan û hişmendiya civakê ji bo van mijaran, bûye sedema zêdebûna diyardeya destdirêjiya ku bûye xewnereşk ji bo jinên karmend û çalakvanên herêmên cuda li Idlibê.

Beyanên mêran tên esasgirtin

Çalakvana mafên mirovan Lama Qatea, ji niştecihên bajarê Idlibê ye, der barê vê mijarê de axivî û got: “Li gorî zagonan destdirêjiya bedenî û gotinî sûc e. Cezayê wê jî ji 3 mehan heta 3 salan e. Sedema zêdebûna vê diyardeyê jî nêzikbûna xirab a desthilatdariyê ye ji bo van dozan. Ev diyarede ji ber vê yekê zû belav bûn.”

Lema Qatîi di dawiya gotinên xwe de dibêje: “Li dijî van diyardeyên ne rast divê zagon sûcên  destdirêjiyê ceza bikin da ku mafên jinan bên parastin. Wê demê dê ev diyardeya metirsîdar ji ser jinên karmend û tevahî jinan rabe.”