Li Hîmalayan zarokên keç weke sembola xudawendiyê ne

Li berpesarên Çiyayê Hîmalayan yek ji şopên çanda kevnare ku zarokek keç weke sembola xudawendiyê hildibijêrin. Sedema hilbijatina zaroka keç ew e ku li gor baweriya wan jiyan ji malzaroka jinê çêdibe.

Li berpesarên Çiyayê Hîmalayan yek ji şopên çanda kevnare  ku zarokek keç weke sembola xudawendiyê hildibijêrin. Sedema hilbijatina zaroka keç ew e ku li gor baweriya wan jiyan ji malzaroka jinê çêdibe.
Navenda Nûçeyan – Li hawirdora Çiyayê Hîmalayan ê di navbera Hindistan û Çînê dikeve hinek şopên çanda kevnare yên balê dibin ser xwe hene. Yek ji wan jî li welatê Nepalê zarokek keç weke xudawend hildibijêrin û jê re dibêjin "Komara" ev jî di zimanê wan de pîroziya jinê dide nîşandan. Sedema vê kevneşopiyê jî eweke du welatiyên wê herêmê di wê baweriyê de ne ku jiyan ji malzaroka jinê çêdibe, ji ber wê jî zarokek keç weke sembola xudawendiyê hildibijêrin.
Hilbijartin bi awayekî veşartî û di bin şert û mercên dijwar de tê kirin. 32 xalên bingehîn hene, beriya ku zaroka keç were hilbijartin û bigihêje asta xwedawendiyê. Hin ji wan şertan jî ew e ku ew zarok bi cesaret be û ji tiştekî netirse, çavên wê xweşikbin û bijankên wê dirêj bin û dengê wê hêdî be.
Cilên xudawenda biçuk sor û bixemlin 
Piştî ku zaroka keç tê hilbijartin û ew dibe xwedawend, ji jiyana giştî tê dûr xistin û di perestgehê de dimîne. Qet çênabe ku lingên wê bighêjin erdê, lewma her tim li ser destan tê hilgirtin, da ku lingên wê neghêjin erdê. Di salê de 13 caran destûr jê re tê dayîn ku derkeve derve û divê cilên wê sor û bi xemil bin. Çavê sêyem yê li ser eniya wê tê xêzkirin jî weke îspata xwedawendbûna wê ye.
Dema ku zaroka keç a xwedawend dighêje temenê balixbûnê, vedgere jiyana xwe ya normal û şahiyek ku 12 rojan dom dike ji bo ragihandina teqawidbûna wê tê lidarxistin û li şûna wê zarokeke din a keç tê hilbijartin da ku bibe "Komara". Piştî wê jî, ew dikare derkeve, tevlî civakê bibe û biçe dibistanê ku berê jê re qedexe bû. Dibe zehmetiyan bikşîne dema ku bimeşe, ji ber ku ew bi salan nemeşiyaye.