Li gundê Elbakê jinek epoksî çêdike

Kader Kardaş a 28 salî ku li gundê Xokanê yê Elbakê dijî, tevî karên giran ên gund û malê, bi xebatên epoksiyê re tiştên nû hildiberîne û ji bo xwe qadeke nû ya kar ava dike.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Li deverên gundan, jin piraniya barê kar hildigirin ser xwe. Bi taybetî di mehên havînê de, li kêleka erkên xwe yên birêkûpêk, ji bo xwe jî derfetên hilberînê yên nû diafirînin.

Epoksî rezînek sentetîk a pir domdar e ku bi tevlihevkirina du pêkhateyan (rezîna epoksî û hişkker) hişk dibe. Piştî ku hişk dibe, li hember av, kîmyewî û aşînê pir berxwedêr e.

Kader Kardaş a 28 salî ku li gundê Xokan ê Elbakê dijî, ji bilî karên gund û malê, wekî hobiyek jî karê epoksî dike.

Diyariya salvegerê ya bi por û pelên gulan

Kader Kardaş a 28 salî ku li gundê Xokan ê ser bi navçeya Elbakê dijî û dayîka 3 zarokan e, tevî karên malê û gund wekî hobî dest bi xebatên epoksiyê kiriye. Kader tîne ziman ku wê ev kar li ser tora dîjîtal dîtiye û bi armanca ku ji hevjînê xwe re diyariyeke taybet çêbike dest pê kiriye û wiha dibêje: “Min dixwest ji bo salvegera zewaca me diyariyeke taybet çêbikim. Min xwest ku keda destê min be. Min bi temaşekirinê hîn kir ku çawa tê çêkirin û paşê min malzemeyên pêwîst kirîn.”

Kader diyar kir ku wê biskeke porê xwe xistiye nav mircanên tizbiya yekemîn a ku çêkiriye û got: “Min xwest ku her tim parçeyek ji min li ba wî bibe. Di tizbiya din de jî min pelên guleke ku wek diyari hatibû dayîn, lê zêde kir. Paşê min her tim yên nû çêkirin. Dema hinek jê hez dikin ez diyarî didim wan.”

Kader da zanîn ku ew ji bilî tizbiyan, cureyên cuda yên zêr û zîvên destan jî çêdike.

'Ez dixwazim zivistanê vî karî bikim karsazî'

Kader Kardaş da zanîn ku ew dixwaze xwe di xebatên epoksiyê de bipêş bixe û ji bo xwe çavkaniyeke dahatê ava bike. Kader wiha domand: “Ez dixwazim vî karî veguherînim qezenceke aborî. Bi vî rengî ez ê karê ku jê hez dikim jî bikim. Li gundan tenê demsala havînê kar heye, zivistanê pir tişt nîn in ku mirov bike. Ez dixwazim di demên vala de xwe bipêş bixim û vî karî bikim qadeke karsaziyê.”

Kader destnîşan kir ku ew niha xebatên epoksiyê wekî hobî dike û wiha pê de çû: “Dema ez dest pê dikim, ez naxwazim ji ser rabim, bi saetan pê re mijul dibim û dixwazim tiştên nû çêkim. Ez kêfê ji hilberîna tiştan distînim. Ez ê heta ji destê min bê berdewam bikim. Ger derfet hebe ez dixwazim veguherînim karekî serbixwe.”

‘Di navbera karên giran de epoksî wekî terapiyê ye’

Kader Kardaş diyar kir ku tevî karên gund ên westîner jî ew bi her awayî demê ji bo çêkirina tiştên nû yên bi epoksiyê vediqetîne û got: “Ez bi vî karî re bêhna xwe vedidim. Ev kar wekî karekî ku min diwestîne nîn e, berovajî wî, ez bi kêfxweşî dikim. Carna ez xwe li odê digirim û bi saetan tiştên nû çêdikim, di wê navberê de ji zarokên xwe re dibêjim 'neyên oda min'. Ez dixwazim dema ku çêdikim kes li ba min nebe.”

Kader Kardaş li gund pez didoşe, karê malê dike û zarokên xwe mezin dike. Di heman demê de bi hatina havînê re, ji bo berhevkirina pincar û giyayên din dertê çiyayan. Kader Kardaş anî ziman ku hilberandina tiştên epoksiyê di nav van karên westîner de ji bo wê wekî terapiyek e.