Li Başûrê Kurdistanê daneyên tundîtujiya li beramberî jinê

Rojek nîne ku li Başûrê Kurdistanê bêyê kuştin û xwe kuştinan jinan derbaz bibe. Li roxmê ku rêxistinên pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinan hene jî her roja ku diçe zêdetir dibe. Tenê di nava çar mehan de 3 hezar û 972 tunditujiyên li beramberî jinan hatine tomarkirin ku herî zêde li bajarê Hewlêrê ev buyer rudane. Di nava çar salan de rêjeya daneyan ji sedî 33 zêde bûye.

Silêmanî - Li herêma Kurdistanê zêdeyî pênc milyon hemwelatî dijîn. Bi tureyên civakiyên bi aqlê mêrsalarî di bin navê namûsê de gelek jin tên kuştin, rastî tundiyê tên û di şewitînin yan jî berê wan didin xwekuştinê. Li herêma Kurdistanê 4 hezar û 514 rêxistinên navxweyî û biyanî tenê bi nav hene, ku li ser giştî civakê xebatê didin meşandin, 280 rêxistin jî di aliyê mafê jinê de di xebitin. Piraniya van rêxistinan di aliyê mafê mirovan û mafê jinan de kar dikin, lê belê hîna jî tundîtujî di dome.  Erkê sereke yê van rêxistinan belavkirina hişyariyan di nava civakê de ku nekarîne heta asta pêwîst civakê li bermaberî tunditujiya beramberî jinê hîşyar bikin. Li aliyek din jî ew daneyên ku ji aliyê rêveberiyên giştî ya pêşîlêgirtina tunditujiya li bermaberî jinê û civakê li herêma Kurdistanê hatine belavkirin derdikeve holê ku tunditujî roj bi roj zêdetir bûye.
Di nava 9 salan de rêjeya tunditujiyê gelek zêde bûye
Di sala 2012’an de 4 hezar û 692 buyerên tunditujiya li beramberî jinan li herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, sala 2013’an ev dane gihan 5 hezar û 308’an, sala 2014’an bi rêjeya ji sedan 26.2 zêdetir bûye ku bû 7 hezar û 193 buyer, sala 2015’an carek din ev daneyane zêdetir bû, hêjmar giha 8 hezar û dû buyeran, sala 2016’an 7 hezar û 115’an, sala 2018’an dane gihan 9 hezar û 693’an, sala 2018’an 10 hezar û 61, sala 2019’an ji sedan 17.8 zêde bû û hêjmar giha 12 hezar û 246’an, sala 2020’an ji ber belavbûna vîrosa corana û qedexeya derketinê, jin nedikarîn biçin ji derve giliyê tundiya li beramberî wan tên kirin bikin û denyên tunditujiyê werin aşkere kirin. Ev hêjmar kêm bû û bû 10 hezar û 625 buyerên tunditujiyê.
Di navbera salên 2016 û 2020’an de rêjeya ji sedan 33 deneyên tunditujiya li beramberî jinan zêde bûye. Rêjeya herî zêde tunditujiya li beramberî jinê li bajarê Hewlêrê hat dîtin, di nava salên 2018 heta 2020’an de 12 hezar û 518 buyerên tunditujiyê hatin tomarkirin, Silêmaniyê 7 hezar û 649 pîştî Hewlêr, li Dihokê 7 hezar û 459, li Germiyan 2 hezar û 941, li Raperîn hezar û 511, li Soran 854 buyerên tunditujiyê hatin tomar kirin.
Di nava pênc mehên destpêka sala nû de, şeş jin hatin kuştin, 20 jinan xwe kuştin, 37 jinan xwe şewitandin û 53 jin jî rastî destdirêjiyê hatin. Her wiha pênç hezar û 79 gilî hatine kirin ku ji wan 696 bi  peywendiyên xeta germ hatine kirin.