Mamoste Tifaha Cerbû di warê bîrkariyê de xwendekaran perwerde dike

Mamoste Tifaha Cerbû dibêje ku wê pola kevn veguherandiye atolyeyek perwerdeyê ya mezin, tê de şagirtên pêşdibistanê heya refa nehan pêşwazî dike û dide zanîn ku atolyeya perwerdeyê alîkariyên berbiçav ji jiyana me ya rojane digre nav xwe.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Semînera bîrkariyê, hem cebir û hem jî hendese, yek ji wan semînerên ku xwendekar ji ber dijwariya wan jê hez nakin e. Dema ku mamoste nedihat waneyê hemû xwendekar kêfxweş dibûn lê mamoste Tifehe Ebid El Mewlî Cerbû ev raman guhert û bîrkariyê kir semînerek xweş a nêzî dilê xwendekaran.
Mamoste Tifaha Ebid El-Mewlî Cerbû ji mamosteyên herî kevn e. Tecrubeya wê ya di bîrkariyê de zêdetirî 35 salan e. Ew der barê rêbaza îtîmad kiriye de wiha dibêje; "Ez gelekî ji bîrkariyê hez dikim. Ji ber vê her hewl didim rêbazên nû biafirînim her wiha ez tim hewl didim xwe bi pêş bixim ji ber ku zanist her di pêşketinê de ye. Der barê vî beşî de min gelek dewreyên perwerdeyê dîtin. Bi demê re ez fêr bûm û êdî niha xwendekaran jî fêrî rêbaza hêsan dikim da ku aciz nebin û ji semînerê hez bikin
Pola kevn veguherand atolyeyek perwerdeyê
Mamoste Tifaha Cerbû dibêje ku wê pola kevn veguherandiye atolyeyek perwerdeyê ya mezin, tê de şagirtên pêşdibistanê heya refa nehan pêşwazî dikin. Ev Atolyeya perwerdeyê alîkariyên berbiçav ji jiyana me ya rojane digre nav xwe. Min ev komxebat li ser bingeha rêbazên gelemperî yên zîrekiyê, di nav de zîrekiya berbiçav, hişmendiya bi bihîstinê û yên din amade kiriye
Wê teqez kir ku ger xwendekar ne xwedan telefonên nûjen bin, dê nikaribin agahdariya ku ji hêla dep û kalîfrayê ve tê, qebûl bikin. Ew bi hêsanî qanih nabe ji ber ku ew xwe ji vê rêbazê zîrektir dihesibîne lewma bi saya vê atolyeyê dîtiye ku divê pêşveçûna nûjen ên ku ev nifş pê re rû bi rû dimîne bibîne da ku agahdariyek bi rengek hêsan ragihîne. 
Ciyocebire yek ji baştirîn bernameyên perwerdeyê ye
Tifaha Cerbû diyar kir ku matematîka înteraktîf an Ciyocebire di gihandina agahdariyê de yek ji bernameyên perwerdeyê yên herî baş e û ev yek bi riya cudahiya asta xwendekarên ku ew xwendin dide û yên ku perwerdeya kevneşopî dibînin diyar dibe. Matematîka înteraktîf an Ciyocebire yek ji baştirîn bernameyên perwerdeyê ye û di ragihandina agahdariyê de ya herî serfiraz e. Ev bername bîrkariyê hêsantir û zelaltir dike.
Bikaranîna lîstoka dê kî milyonek bi dest bixe
Tifaha Cerbû da zanîn ku ji bo piştgirîkirina xwendekaran di têgihîştina bîrkariyê de, wê bernameya dê kî milyonek bi dest bixe amade kiriye, pirsên di lîstokê de bi pirsên bîrkariyê re guhertiye. Piştre ji bo xwendekaran pêşbaziyek li ser bernameyê çêdike bi vî rengî her carê 15 pirs dike da ku xwendekar bikaribin bi rengek hêsan û xweş agahdariyek nû bi dest bixin û dibêje: "Ez vê semînerê ji mijarek dijwar û tevlihev derbasî semînerek xweş dikim ku her kes bi riya lîstokê dikare fêr bibe.” 
Xwendekar niha gelekî hişyar in 
Der barê rikberiya xwendekaran di xwendinê de jî wiha dibêje; "Xwendekar niha ji berê hişyartir in, dizanin li derdora wan çi diqewime. Rast e ez di danûstandina bi wan re gelekî diwestim lê li hemberî wê ez pir kêfxweş jî dibim. Xwendekar bi rikberiya hev, dilxweş dibin.
"Ez hêvî dikim ku di perwerdeya Lîbyayê de bîrkariya înteraktîf derbas bikim.” 
Mamoste Tifaha Ebid El-Mewlî Cerbû notek yekgirtî amade kiriye ku tê de kêmasiyên bîrkariyê ya li Lîbyayê û çawaniya ku mirov dikare ji wan bireve amade kiriye her wiha wê wane di rêbaza EL-Ciyocebire çap kir. Wê mamosteyên nû jî fêrî vî rêbazê kir. 
 Mamoste hêvî dike ku hînkirina bîrkariyê ji rêbazên kevneşopî derbasî rêbazên herî înteraktîf bibe. Ew hewl dide vê mijarê bigihîjîne rayedarên pispor da ku li tevahî dibistanên Lîbyayê were belavkirin