Li Bakûrê Sûriyê zehmetiyên zarokên xwedî pêdiviyên taybet

Li Bakur Rojhilatê Sûriye gelek zarokên xwedî pêdîviyên taybet hene. Gelek ji wan weke Alai Al-Muhemed bi rukenî li pêşerojê dinêrin. Ji van zarokên xwedî pêdivîyên taybet re bin navê ‘Zarokên me ne astengdar hemû enerjîkin’ piroje dane destpê kirin û navenda mêjiyên Afrenêr ava kirine.

 
SUHÊR ALIDLIBÎ
Idlib - Di kirîza şerê ku ev neh sale berdewam dike de, civaka Sûriyê heta niha bi gelek zor û zehemetiyan re rû bi rû mane. Bi taybet yên herî zêde jî vî şerî bandor bûne bê guman jin û zarokin. Li bakûrê Sûriyê zarokên xwedî pêwistiyên taybet bedelên gelek giran dane.
Li Bakûrê Sûriyê di bin şîara  ‘Zarokên me ne astengdar hemû enerjîkin’ ji zarokên xwedî pêdiviyên taybet re navenda ‘mêjiyên Afrêner 'di 1’ê Nîsana 2019’an de li bajaroka Kefer Nasih hat vekirin. Tê zanîn navenda herî serekeye ku alîkariya zarokan di warê perwerde û tendirûstiyê de dike.
Di vê navendê de hemû curên pêdiviyên taybet ên wek, seqetiya laş, hemiplejî (şelel), şewihandin, ker û lal..û hwd di hemû astan û hemû temenan de hene. Ji bo dermankirinê beşa bijîjkî û hemû pêdiviyên wan û derman tê de peyda dibe weke derman, berçavk, kursiyê gerok û hwd.. tê dîtin. Ji bo pêşxistina kesayetiya wan zarokan pirojeyên pîşeyî yên wek ristina hirî, çêkirin amûrên elektironîk û berberî pêşxistine.
‘Em ji bo zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet dibin alîkar’
Rêveberê Navendê Amar Al-Hîlal ê 30 salî destnîşan kir ku bi hemû hêza xwe alîkarî dide wan zarokan û wiha domand: “Em bi hemû hêza xwe hewil didin pişgirî û alîkariyê bidin wan zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet. Bi taybet piştî zêdebûna jimara wan di demê şer de da ku em wana bi civakê bidin qazanckirin me piroje dane destpêkirin. Perwerdeyên taybet  ji bo yên xwedî pêdiviyên taybet da bi lez fêr bibin didin.”
‘Heta niha me alîkariya 1500 zarokan kirine’
Amar Al-Hîlal bang li cihên peywendar kirin ji bo mezinkirina pirojeyan pêwistiya wan bi alikariyê heye û wiha pêde çu: “Pêdiviya me bi alîkarî û pêştgiriyê ji bo navendê heye, bi rêya wan alîkariyan heta niha me alîkariya 1500 zarokan kiriy e. Ji bo pirojeyên me hîn berferehtir bibe em bang li cihên berpirsyar dikin da ku dengê me bi bîhîsin.” 
Zarokê 10 salî yê bi navê Alai Al-Muhemed xwedî pêdiviyê taybete dema xwe bi xîşkandina nav konan de derbaz dike, bi kevir û heriyê diliyîze. Bi rûyê xwe şîrînok li zarokên wergehê digerîne û xewnên serê wan hatine jêkirin li ser rûyên wî xwe dirês e.
‘Kon wan ne ji germa havînê û ne ji serma zivistanê diparêzin’
Dayika Alai Semîra Awad ya 38 salî diyar kir ku ji dema koçberiyê heta niha wana gelek zorî kişandine û wiha domand Sê zarokên min hene du ji wan seqetin, gunehê min bi wan tê ku di vê wergeha bi sedan koçber lê jiyan dikin bê guman konên wana  wan ne ji germa havînê û ne ji serma zivistanê diparêzin. Ji dema koçberiyê heta niha em bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mane. Ez ji ber hejartî û êşkişandina tûndiyê,dema dibînim ku zarokên min ji hemû mafên xwe bê par mane gelek pê diêşim. Ango bûne qurbanên şer, ne alîkarî û ne jî ewlehî heye.” 
‘Carnan xwe xêzdikim ku çawa bi zarokan re dileyîzim’
Zarokê 12 salî ya bi navê Heyan Bekor ku di encama topbarana bajarê Seraqêbê di sala 2016’an de her du lingên xwe winda dike û dema xwe bi xêzkirina wêneyan derbaz dike, bi xemgînî hestên xwe wiha tîne ziman: “Ez pir ji rûniştinê aciz dibim, ji ber ku nikarim bi zarokan re bileyîzim ez hewl didim ku hemî daxwazên xwe bi xêzkirina wêneyan bînim ziman. Ezman û ewran darên şîn xêz dikim, carnan jî xwe xêzdikim ku çawa bi zarokan re dileyîzim.”
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de qala 2,1 mîlyon zarok ji xwendinê bê par mane û yên xwedî pêdiviyên taybet jî bê alikarî û derman mane tê kirin. Divê saziyên peywendar bi berpirsiyar tedbîrên pêwîst bigirin.