Zivistan êşa penaberên li wargehên bakurê Sûriyeyê dijwartir dike

Bi hatina sermaya zivastanê re rewşa mirovên di mercên xirab de dijîn dijwartir dibe. Li kamp û gundewarên Idlib û Helebê rewşa peneberan di xeterê de ye.

SUHÊR Al-IDLIBÎ
Idlib - Zivistana bi berf û baran, li kampan, bi hemû dijwariya xwe jiyana penaperan xistiye xeterê. Jina bi navê Hiyam Zerur a 30 salî ku konê wê di bin baranê de maye, nikare zarokên xwe ji serma, êş û zehmetiyên zivistanê biparêze. Barana zivistanê, van rojan konên peneberan bi piranî daye ber lehiyê û hilweşandiye. Rêxistinên alîkariya mirovî li hemberî vê rewşê tu tiştek nakin û alîkarî nadin penaperên li kampan dimînin.
Nişteciha kampa Herbinuş Hiyam Zerur Dibêje ku her sal halê wan ev e, li êşa penaberiyê baran jî zêde bûye, ji ber ku derfetên wan kêm in, nikarin xwe biparêzin. Rêxistinên mirovî jî nayên hawara wan, wekî ku ev dîmen asayî bin li rewşê dinêrin. 
Zarokê 12 salî Miseb Al-husên ku di nava heriyê de maye wiha dibêje: “Diyar e em ê  ji ber vê sermaya zivistanê bimrin ger rewş wiha bidome, tiştekî zuha namîne em ê çawa xwe germ bikin? Her der di bin avê de maye, cihekî em lê razên tune ye.
Merwan Ewad ê 38 salî ku ji bajarê Humsê bi malbata xwe re koçî kampa Atmê kiriye, dibêje ku şevên zivistanê jiyana wan dijwatir kiriye. Baranê kona wan hilweşandiye hemû tiştan bi xwe re şil kiriye, qîrîna jin, zarok û pîran di nîvê şevê de digihîje ezmanan.
Merwan êş û zehmetiyên zivistanê wiha rave dike: “Carna ez hewl didim kona xwe ji ber lehiya baranê û bayê, biparêzim. Em êdî bi xizantiyê naêşin, em tenê cihekî germ sobeyek dixwazin. Em banga li rêxistinên mirovî û yên sivîl dikin ku werin hawara me.
Li gorî lêkolîna Tîma Hevrêzên Hewldana Sûriyeyê, hejmara wargehên ku ji baranê zirar dîtine di navbera 17-20 çileya 2021’ê de 228 e ku di wan de 34876 malbat  dimînin. 11978 malbat ji vê rewşê bi bandor bûne her wiha bi dehan jî ji kampê derketine.
Wekî tê zanîn demsala zivistanê ya xêr û bereketiyê ye lê dema ku penaberî hebe û cih tunebe xwe ji serma û seqema wê biparêzin, dibe felaket. Penaberên li kampên Sûriyeyê dimînin, ji ber sir û seqemê û lehiya baranê, bi mirinê re rû bi rû ne.