Li Îranê newekheviya perwerdê: Ji dibistanên konteynir ber bi dibistanên luks ve

Ji dibistanên luks bigre heta polên kon û konteyniran; newekheviya perwerdehiyê li Îranê, gihîştina xwendekaran a ji bo perwerdehiya bi kalîte û ewle, veguherand nîşaneyek zelal a newekheviyê ya di perwerdehiyê de.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Dibistanekê ku di danasîna xwe de qala dersên piyanoyê, qada patenê, siwarbûna hespan a mehane, xwarinên nîvro yên birêkûpêk û dersên ziman ên wekî fransî û îngilîzî dike, dibe ku ji bo gelek xwendekaran rewşekî ku nayê xeyalkirin be jî. Lê li kêleka dibistanên wiha, li seranserê welat bi hezaran dibistan bi tesîsên kêm dixebitin û heta di kon û konteyniran de jî xebat dimeşînin. Ev berovajî asta newekheviya perwerdehiyê ya li Îranê eşkere dike.

Li Îranê, newekheviya perwerdehiyê ne tenê di derfetên dibistanan de, di heman demê de di gihîştina perwerdehiya bi ewle û bi kalîte de jî tê dîtin. Binesaziya nebaş, lêçûnên bilind ên perwerdehiyê û pirsgirêkên gihîştina înternetê ya bi taybetî jî li deverên navenda bajêr, dibe sedem ku hinek xwendekar dev ji dibistanê berdin.

Dibistanên kon û konteyniran: Wêneya bêpariya ji perwerdehiyê

Şehrzad Z. ya bi salan e li herêmên cuda yên welat di çalakiyên xwebexşiyê de cih digre, derbarê vê mijarê de wiha dibêje: “Ez nêzî 9 sal berê dema erdheja Kirmaşanê hatim vê parêzgehê û beriya çend mehan ji nû ve çûm deverên ku me xebatên perwerdehiyê meşand. Dîmena ku min dît, pir dilê min şand. Piraniya dibistanên li gundan û heta li gelek deverên bajaran hêj di konteyniran de xebat dimeşînin. Heta hinek zanîngeha jî, gelek ders di konteyniran de tên dayîn.”

Şehrzad Z, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li hinek gundan avahiyên bi navê dibistan hene, lê ewqas kevn û ne ewle ne ku xwendekar neçar in dersên xwe veguhezînin konteyniran û wiha pê de çû: “Tenê li deverên qerebalix û navendî yên parêzgehan dibistanên standard tên dîtin. Ez dikarim bi hêsanî bêjim ku li herêmên din jî qet tesîsên perwerdehiyê yên guncaw nîne.”

Şehrzad Z, da zanîn ku bikaranîna kon û konteyniran a wekî dibistan, tenê xizmeta

veşartiya pirsgirêkê dike û axaftina xwe wiha domand: “Hebûna cihên wiha ya li deverên herî dûr ên welat, îdiaya hikûmetê ya edaletê ya di perwerdehiyê de piştrast nake. Edaleta di perwerdehiyê de, dema ku hemû zarok bêyî ku li ku dijîn, gihîştina wan a hawirdorek fêrbûnê ya bi ewle, standard û bi kalîte hebe, pêk te. Avakirina konteynirek an jî çadirek a wekî dibistanek nayê wê wateyê ku hikûmet îdîa bike li deverên herî dûr ên welat jî pergala me ya perwerdehiyê heye.”

Newekheviya kûr a gihîştina perwerdehiya bi ewle ya xwendekarên Îranê

Li Îranê daneyên li ser hejmara dibistanên konteynir, kon û kerpîçan, diguherin. Her çend Wezîrê Perwerdehiyê yê sala 2022’an diyar kir ku li welat 12 hezar dibistanên konteynir, kon û kerpîç hene jî, hinek çavkanî radigihînin ku di salên dawî de hejmara dibistanên konteynir ji hezaran kêmtir bûye. Xwendekarên ku di van dibistanan de perwerde dibînin, ji bilî derfetên netêrkêr, bi pirsgirêkên ewlehiyê yên cidî re rûbirû dimînin.

Di Kanûna 2020’an de li dibistanek konteynir a li Dezfulê şewat derket, du xwendekar mirin û sê xwendekar jî birîndar bûn. Di Nîsana 2024’an de jî dibistanek konteynir a li Maragayê ji ber bahozê hilweşiya, xwendekar û mamoste birîndar bûn. Şewat û hilweşînên dibistanan a li Kirmaşan û Senendecê jî nebûna hawîrdorên fêrbûnê yên bi ewle nîşan didin. Dema ku ev rewş bi dibistanên xwedî derfetên luks re were berhevkirin, newekheviya kûr a di gihîştina perwerdehiya bi ewle û bi kalîte ya xwendekaran de li Îranê nîşan dide.

‘Nebûna dibistanên bi ewle qeyranek cidî ye’

Şehayeh K. ya di warê avakirina pirtûkxaneyên gerok ên li deverên bêpar de dixebite jî, wiha axivî: "Nebûna dibistanên bi ewle qeyranek cidî ye. Ji ber ku xwendekar di hawîrdorek ku jiyana wan rasterast di bin gefê de ye, bêparastin in. Di salên borî de li van dibistanên ne di ewle de bi sedan bûyerên ku gef li jiyanê dixwe qewimîn û bûn sedema mirina zarokan. Dibistanên kon û konteyniran ne tenê zarokan ji derfetên wan ên perwerdehiyê bêpar dihêle, di heman demê de wan bi mirin û zirarên bêveger re rûbirû dihêle.”

Şehayeh K, diyar kir ku mirovên nêzî hikûmetê her sal bi hinceta jiholêrakirina dibistanên wiha, budçeyên mezin distînin û got: “Lê belê, li şûna ku van budçeyan li deverên bêpar xerc bikin, ji bo avakirina dibistanan a li navçeya 1’emîn ya Tehranê xerc dikin. Her wiha çavkaniyên dahat û veberhênanê ji bo wan dibistanan diafirînin.”

‘Hikûmet vê yekê bi zanebûn dike’

Şehayeh K, da zanîn ev pêvajo nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê kêmasiya rêveberiyê ye, di heman demê polîtîkayek bi zanebûn e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi wêrekî dibêjim ku hikûmet vê yekê bi zanebûn dike. Ji ber ku li gorî wan mirovên bêpar ne xwedî mafê jiyanê ne jî xwedî mafê perwerdehiyê ye. Ev nêzîkatî bingeha dabeşbûna kûr a perwerdehî û civakî ya li welat e. Ev dabeşbûna her ku diçe mezin dibe, pêşeroja zarokan ber bi tarîtiyê ve dibe.”

Li dijî dibistanên bê ewle, derfetên perwerdehiyê yên luks

Li gorî daneyên fermî, budçeya Wezareta Perwerdehiyê ya sala 2026-2027’an bi 587 trilyon Tûmen hat pejirandin. Bi vî pereyî,  nezî 117 hezar avahiyên bihayê wan 5 milyar Tûmen tên stendin. Ger ev budçe bi rêkûpêk hatiba veqetandin, ew dikarîbû beşek mezin a projeyên ku armanc dikin baştirkirina binesaziya perwerdehiyê yên wekî veguherandina zêdetirî 12 hezar dibistanên çadir û kevirî ji bo dibistanên standard û bi ewle, dabîn bike. Lê belê, beşek girîng ji vê kapasîteya darayî ji bo çareserkirina bêpariyên di perwerdehiyê de nehat veqetandin.

Li aliyê din a valahiyê, dibistanên bi hewzên avjeniyê, jacuzî, salonên werzîşê û heta klûbên siwariyê û li aliyê din jî zarok, ji bo gihîştina mafê xwe yê bingehîn ê perwerdehiyê bi xetereyên şewat û derfetên nebaş ên dibistanên kon û konteyniran re rûbirû dimînin. Ev yek li welatekî ku çavkaniyên neteweyî û dewlemendiya wê pir in, wêneyek zelal ê dabeşbûna çînî û newekheviya perwerdehiyê radixe holê.