Li Îranê dibistanên taybet zêde dibin: Li dibistanên hikûmetê girîngî nayê nîşandan
Zêdebûn û belavbûna dibistanên taybet li Îranê, digel kêmbûna kalîteya dibistanên hikûmetê, kêmbûna asta ewlehiyê û para perwerdeyê di budceya giştî de, bûye sedem ku rewşa perwerdeyê dijwartir bibe.
JIWAN ŞERÎFZADA
Bokan – Ji bo pêşvebirin û pêşketina nifşên pêşerojê perwerde yek ji hêmanên herî girîng e. Li Îranê, dibistan weke saziyên pêkanîna polîtîkayên perwerdeyê, di perwerdekirin û pêşketina zarok û ciwanan de rola herî mezin dilîzin. Lê qada perwerdeyê li Îranê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye; bi taybetî, nebûna edaleta di naveroka teorîk û pratîkî ya perwerdeyê de, li dibistanên dewletê binpêkirina prensîbên mafên mirovan ên gerdûnî bûne beşek domdar a vê saziyê. Di salên dawî de kalîteya kêm a perwerdeyê û zêdebûna dibistanên taybet, bûye sedema guhertinê.
Pirsgirêka dibistanên taybet li Îranê di deh salên dawî de gelek bi nakok e. Her çiqas gelek kesên dewlemend ji ber lêçûnên giran ên perwerdeyê yên ku ji hikûmetê dihatin rakirin nîgeran bûn jî rayedarên Komara Îslamî ji ber kêmbûna bandora hikûmetê li ser van dibistanan jî nîgeran bûn. Her çiqas dibistanên taybet ji binpêkirinên mafên mirovan di nav pergala perwerdeyê de bêpar nemînin jî ew êdî ne bijartina bijarte ya beşek taybetî ya civakê ne. Daxwaza bilind ji bo saziyên bê qezenc di berfirehbûna wan a salane de jî bi awayekî zelal diyar e.
Çima dibistanên taybet dest pê kirin?
Newekheviya çînî li Îranê û bandora çîna dewlemend bûn sedema avakirina dibistanên taybet. Her wiha desteyên wan ên rêveberiyê jî di nav de bûn.
Çalakvana sendîkaya mamosteyan û xebatkara perwerdeyê ya teqawîdbûyî Fatimê. M, mijara taybetkirina dibistanan newekheviya çînî ya di civakê de heyî ve girêda û wiha got: “Di destpêka salên 1970’yan de, ji ber hejmara zêde ya xwendekaran li dibistanên giştî û îsrara çîna dewlemend li ser dibistanên bi tesîsên baştir û bêhtir, xwendekarên kêmtir û perwerdeya bi kalîtetir, dibistanên bê pere hatin damezrandin. Bêguman, ji her dibistanek bê pere dihat xwestin ku yek an du xwendekarên serkeftî ji malbatên kêmdahat bê pere qebûl bike. Fikra veguherandina dibistanan bo saziyên bêpere jî xizmeta berjewendiyên hikûmetê dikir lê wê demê ew bi taybetî ji bo çîna dewlemend bû.”
Berfirehbûna rêjeya dibistanên bê qezenc
Di salên 1990’yan de, piştî krîza aborî ya di Komara Îslamî de, dibistanên bê qezenc êdî ne mafê dewlemendan bûn. Çîna navîn ji ber kêmbûna dijwar a kalîteya perwerdeyê û nebûna tesîsên perwerdeyê yên bi kalîte, dest bi şandina zarokên xwe ji bo van dibistanan kir.
Daneyên fermî nîşan didin ku li Îranê zêdetirî 21 hezar dibistanên bê qezenc hene ku ev jî ji sedî 16 hemû dibistanên welat temsîl dike. Hejmara wan di hemû astan de û li bajarên cuda zêde dibe. Her wiha mijarên teorîk ên di asta navîn (piştî-navîn) de ji ber daxwaza zêde ya azmûnên têketinê, hejmara herî mezin a dibistan û xwendekaran dikşînin.
'Dibistanên taybet girîngiyê bêhtir didin pergala perwerdeyê'
Gelek dibistan di van deh salên dawî de pêşwaziya beşên cihêreng ên civakê dikin û vebijarka dayîna xercên xwendinê, bi perçeyan yek ji faktorên ku malbatên li ser pêşeroja zarokên xwe dilgiran in teşwîq dike. Bahareh R. li ser qeydkirina zarokê xwe ji bo dibistanek bê pere wiha dibêje: “Li dibistanên hikûmetê, di her polê de zêdetirî 30 xwendekar hene, kalîteya perwerdeyê pir kêm e û bernameyên ku ji bo pêşerojê sûdmend in tune ne. Di heman demê de mamoste xwendekaran teşwîq dikin ku dersên taybet li derveyî dibistanê bigrin. Jîngeha dibistanê jî baş nîn e; zarok neçar dimînin beşdarî meşan bibin û di dema şer de, ew bi fikra şehadetê û tevlîbûna hêzên Besîc, re rûbirû dimînin. Li dibistanên taybet, mamoste bêhtir bi xwendekaran re mijûl dibin û ewlehiya wan tê parastin her wiha zêde girîngî didin perwerdeyê.”
'Li dibistanên hikumetê rêz li hemberî xwendekaran nayê girtin'
Diyana ku du salan xwendekarek li dibistaneke taybet dixwîne, li ser ezmûna xwe dibêje: “Li dibistanên hikûmetê rêz tune ye. Dibe ku di dibistanên seretayî de newisa be lê gava ku hûn mezin dibin, bi taybetî ji bo keçan, rêziknameyên dibistanê pir zor û zehmet in. Ez nabêjim dibistanên taybet baştir in lê ew ji dibistanên hikûmetê cuda ne.”
'Nebûna çavkanî û fînansmanê li dibistanên giştî diyar dibe'
Gelek kes bawer dikin ku enflasyon, şert û mercên aborî yên heyî bûne sedema kêmbûna wekheviya perwerdeyê li Îranê. Tevî zêdebûna sembolîk di budceya perwerdeyê de li gorî enflasyonê, para qadê di budceya giştî ya hikûmetê de kêm bûye. Nebûna çavkanî û fînansmanê li dibistanên giştî bi zelalî diyar dibe.
Tevî rêjeya zêde ya belavbûna dibistanên taybet jî; bi milyonan xwendekar hê jî dibistanên giştî tercîh dikin. Ev yek jî wan dixe di bin çavdêriya kesên ku wan ji bo pêkanîna bîrdoziyên xwe weke amûra sereke dibînin.