Suweyda: ji berxwedanê heta xweparastinê
Piştî ku pira baweriyê ya bi hikûmetê re hilweşiya, xelkê Suweydayê ji bo parastina hebûn û ewlehiya xwe xweparastinê kir bingeha nasnameya xwe.
ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Suweyda ne tenê herêmeke li başûrê Sûriyeyê ye, di heman demê de herêmeke xwedî erdnîgariya nasnameyeke siyasî û civakî ye, di nava zêdetirî sedsalek de li dijî dagirkerî, êrîşan, veguherînên ewlehî û siyasî yên kûr bit eşe bûye. Lê bele ji ber komkujiyên Tîrmeha 2015’an vir ve ewlehiya wê xirab bûye. Ji ber cihê wê yê sînorî û girîngiya wê ya stratejîk li başûrê Sûriyeyê, Suweyda bûye xaleke sereke ya berjewendî û armancên hevgirtî yên gelek hêzên herêmî.
Dîroka berxwedanê û rola çiyayan
Çalakvana sivîl Reem El-Şufî got ku erdên asê yên çiyayan di dîrokê de beşdarî xurtkirina hevgirtina civakê bûne û herêmê ji bo berxwedana li dijî hêzên derveyî kiriye xwedî şiyan. Li gorî wê, ev hevgirtin ne berhema bûyerên dawî ye, vedigere serdemên berxwedanê li dijî dagirkeriyên Osmanî û dûre jî yên Fransayê. Serhildana Mezin a Sûriyeyê ya sala 1925’an, bi serokatiya Sultan Paşa El-Atreş, li Suweydayê dest pê kir û li deverên din ên Sûriyeyê belav bû, heta sala 1927’an berdewam kir. Mandata Fransî hewl da dewleteke cuda bi navê "Dewleta Jebal-Durzî" ava bike lê redkirina veqetandina ji Sûriyeyê di nava beşên mezin ên nifûsa herêmê de helwestek xurt bû. Suweydayê her wiha ji bo gelek Sûriyeyiyên ku ji zilm û zordariya rejîma Esed direviyan wakî penagehek ewle xizmet kir, ji wan re parastin ji girtin û hêzên ewlehiyê pêşkêş kir. Nasnameya siyasî ya Suweydayê di dîrokeke dirêj a berxwedanê de li dijî dagirkerî û êrîşan kok digre. Di bîra herêmî de, çiya qet ne herêmeke îzolekirî ne di nav Sûriyeyê de, yek ji navendên ku bi berxwedana li dijî dagirkeriyê û parastina yekîtiya welat re hevwate ye.
Êrîşên dîrokî krîza baweriyê û zehmetiyên aborî
Dîrokê rê li ber êrîşên dubare yên li ser herêmê di deh salên paşîn de negirtiye. Rîm El-Şûfî balê dikşîne ser demên alozî û pevçûnê di serdema Edîb El-Şîşeklî de û piştre yên di bin Hafiz El-Esed û Beşar El-Esed de û bûyerên ku di êrîşa DAIŞ’ê ya 2018’an de gihîştin lûtkeyê wekî mînak dide. Di Tîrmeha 2015’an de, Suweyda rastî êrîşeke berfireh û komkujiyekê hat, birînên kûr hiştin, şiyana dewletê ya parastina niştecihên xwe nîşan da û krîza baweriyê di navbera Suweydayê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de kûrtir kir. Rîm El-Şûfî dibêje ku bûyerên Tîrmehê xalek werçerxê nîşan dane ji ber gelê herêmê careke din bi gefeke berfireh re rû bi rû maye û neçar bûye xwe bispêre hêzên herêmî da ku sivîlan biparêzin û êrîşê dûr bixin. Tevî cihê xwe yê erdnîgarî yê stratejîk, Rîm El-Şûfî dibêje ku herêma Suweydayê bi dehan salan e ji hêla aborî û siyasî ve hatiye paşguhkirin û projeyên mezin ên aborî yên li gorî cih û potansiyela wê nedîtiye. Ew her wiha destnîşan dike ku nebûna deriyeke sînorî yê fermî bi Urdunê re, tevî nêzîkbûna wê ya erdnîgarî, sînorê başûr dike herêmeke ewlehiyê ya nazik û çavkaniya fikarên omdar. Torên qaçaxkariyê zêde bûne, nemaze ji salên şerê Sûriyeyê vir ve û başûrê Sûriyeyê dike mijareke ewlehiya herêmî ya pir hesas. Rîm El-Şûfî destnîşan dike ku nebûna kontrola ewlehiyê ya bi bandor diyardeya qaçaxkariyê li çola Suweydayê, nemaze li herêma Şaab û deverên ku eşîrên bedewî lê dijîn, xirabtir kiriye.
Destwerdanên herêmî û helwesta Îsraîlê
Reem El-Şufî rewşa Suweydayê ne tenê wekî meseleyeke navxweyî ya Sûriyeyê, di çarçoveya pevçûneke herêmî ya berfirehtir de dibîne. Ew bawer dike ku Îsraîl başûrê Sûriyeyê wekî herêmeke stratejîk girîng dibîne û berjewendiyên wê hene ku rê li ber hêzên Heyet Tehrîr El-Şam bigre bigihîjin deverên nêzî sînorên wê. Ew her wiha bawer dike ku Îsraîlê di qonaxên cuda de hewl daye bandorê li erdnîgariya başûr bike, di nav de zext li ser peymanên çekan li Deraa û Quneytrayê jî kiriye. El-Şûfî rave kir ku piştî bûyerên Tîrmehê, Îsraîlê hewl daye raya giştî ya herêmî li Suweydayê qezenc bike û hinek ji piştgiriya ku gihîştiye niştecihan ji civaka Durzî ya li Îsraîlê hat. Ew vê piştgiriyê ji bo pêşîgirtina li komkujiyên mezintir girîng dibîne lê di heman demê de tekez dike ku destwerdana Îsraîlê ne tenê ji hevgirtinê lê di heman demê de ji berjewendiyên siyasî, ewlehî, hilbijartinê û herêmî yên berfirehtir jî tê.
Daxwazên "Meydana Rûmetê" û hilweşîna baweriya bi Şamê
Ji "Meydana Rûmetê" daxwaz der barê pirsgirêkên li seranserê Sûriyeyê derketin holê; di nav wan de bangên ji bo rakirina dorpêça li ser deverên Sûriyeyê, bi taybetî kampa Rukban û bajarokê Zekyayê û her weha daxwazên siyasî, mafên mirovan û aborî hebûn. Lê belê bûyerên Tîrmehê xaleke werçerxê di têkiliya di navbera Suweyda û Şamê de nîşan dan. Rîm El-Şufî dibêje ku komkujiyên li herêmê bûn sedema hilweşîna baweriya hindik a ku bi rêveberiya nû ve hatibû danîn û valahiya di navbera wê û nifûsa herêmî de firehtir kir. Her wiha diyar dike ku piştî bûyeran, Suweyda di bin dorpêçeke dijwar de maye, vê yekê bandor li gihîştina xwarin, av û elektrîkê kiriye û vegerandina gihîştina înternetê nêzîkî du hefteyan domiyaye. Ew bawer dike ku tedbîrên ji hêla hikûmeta demkî ve piştî bûyeran hatine girtin, Suweydayê wekî aliyê berpirsiyar bi nav kiriye lê bûyeran piştrast kir ku êrîş li derveyî herêmê derketiye û niştecihan ji bo parastina xwe tevgeriyane.
Redkirina danûstandinan û bandora wê ya li ser perwerdeyê
Reem El-Şufî destnîşan dike ku bûyerên Tîrmehê ji bo nifûsa herêmî rastiyek nû afirandin û danûstandina bi hikûmeta demkî re ne mumkin kir. Windakirina baweriyê êdî ne li ser nakokiyeke siyasî ya demkî ye, lê li ser binpêkirinên berfireh ên ku di bûyerên Tîrmehê de hatine kirin û tedbîrên cezakirinê yên paşê, dorpêçkirin û biryarên ku bandorê li aliyên bingehîn ên jiyana niştecihan dikin e. Lê belê, redkirina danûstandinê nayê wê wateyê ku dev ji mafên ku dewlet divê ji welatiyên xwe re garantî bike berdin. Pirsgirêka perwerdehiyê wekî mînakek zelal a mezinbûna krîzê di nav rewşa ewlehiyê, alozî û teşwîqkirina mezhebî de derdikeve pêş. Ew dibêje ku hin xwendekaran du salên akademîk winda kirine û pêşeroja gelekên din ne diyar e. Ew bawer dike ku veguhestina azmûnan li derveyî Suweydayê xwendekar û malbatên wan xistiye bin xetere û zextên zêde.
Xweparastin wekî parçeyek ji nasnameya kolektîf e
Ew bawer dike ku beşdariya jinan di krîzan de ne diyardeyek nû ye, lê belê dîroka wê vedigere bîra herêmî û digihîje serdema berxwedanê li dijî dagirkeriya Fransî, dema ku jinan di dema pevçûnan de di piştgiriya mêr û civakê de rolek dilîstin. Dibe ku veguherîna herî girîng a salên dawî, guhertina têgeha xweparastina herêmî ji tedbîrek ewlehiyê ya demkî bo hêmanek bingehîn a nasnameya civakê be. Ji berxwedana li dijî dagirkeriya Fransî bigire heta şerê li dijî DAIŞê di sala 2018’an de û bûyerên Tîrmeha 2015’an, niştecihan bi berdewamî hevgirtina herêmî wekî rêbazek ji bo parastina çiyê dîtine. Reem El-Şûfî rave dike ku avakirina "Parêzvanên Neteweyî" di vê çarçoveyê de derketiye holê, wekî bersivek ji bo pêdiviya civakê ya xweparastinê li hember pêdiviyên ewlehiyê û kêmbûna baweriyê bi saziyên fermî. Lêbelê, bûyerên Tîrmehê ev meyl hîn kûrtir kir. Ji bo gelek kesan, xweparastina herêmî êdî tenê bersivek ji bo gefên derveyî ne û bi hilweşîna baweriyê bi hikûmeta demkî ve girêdayî bû. Ji berxwedana li dijî dagirkeriya Fransî bigire heta roja îro, ew ji bo niştecihên çiyê wekî cîhek ji bo xweparastinê maye. Lê tiştê ku piştî Tîrmehê guherî ev e ku ev parastin êdî ne tenê vebijarkek ewlehiyê ye, ew bûye beşek yekgirtî ya bîra kolektîf a Suweydayê û nasnameya wê ya siyasî û civakî.