Jinên Suweydayê: Em êrîşên li ser Xirîstiyanan şermezar dikin
Jinên Suweydayê li ser êrîşên dawî li dijî Xirîstiyanan bertek nîşan dan diyar kirin ku ew li hemberî tundî û êrîşên li Suqeylebiyê ne û tekez kirin ku civaka Sûriyeyê xwedî nirxên jiyana hevbeş û hevgirtinê ye.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Bajarokê Suqeylabiye yê ku piraniya niştecihên wê Xirîstiyan in û li bakurê rojavayê Hemayê ye, di rojên dawî de rastî êrîşan hat. Gelek dikan hatin talankirin û êrîşên li ser niştecihan bû sedema bertekên mezin.
Li Suqeylabiyeyê niştecihên bajêr hevgirtina xwe bi xelkê Suqeylabiye re nîşan dan û dema ku zengilên dêran li bajêr lê dan, mirovên ji baweriyên cuda di dîmenek de kom bûn. Vî dîmenê yekîtiya civakê û bertekên li hemberî tundiyê nîşan dida.
’Em yek in û bi derxistina nakokiyan dê bi ser nekevin’
Wefaa Mehmûd berteka xwe ya li hemberî tiştên li Suqeylebiyê qewimîn nîşan da û tekez kir ku tiştên qewimîne li dijî xwezaya civakan in û got: ”Ji ber ku tiştên îro diqewimin hewldaneke ji bo çêkirina nakokiyan di navbera mirovan de ye. Lê dê bi ser nekeve. Em û Xiristiyan bê cudahî bi hev re dijîn. Em bi comerdî, bi hevgirtin û parvekirina xwarin, cil û bergan jiyanê bi hev re dijîn. Kombûna xelkê ji mezhebên cuda li Suweydayê di nava dêran de piştî bûyerê têgihîştineke rastîn a wateya yekîtî û hevgirtinê nîşan dide.”
’Em êrîşan şermezar dikin’
Racaa Mahasên rewşa heyî pir dijwar bi nav kir, ji ber êrîşên dubare yên li ser sivîlan û tekez kir ku ev kiryar ji hêla exlaqî û mirovî ve nayên qebûlkirin û got: "Êrîşa li ser kêmaran nayê qebûlkirin. Bi taybetî ji ber ku Sûriyeyê di salên dawî de ji bûyerên bi vî rengî gelek êş kişandine. Her êrîşek li ser komeke diyarkirî bandorê li tevahiya civakê dike. Em fikra qirkirinê yan jî dûrxistinê red dikin û dibêjin ku wan kiryaran di tu şert û mercan de nayên qebûlkirin.”
’Tundî nayê qebûlkirin û binpêkirin bandorê li her kesê dikin’
Rîma Azam êrîşên li ser El-Suqeylabiyê bi tundî şermezar kir, wek kiryarên tundiyê yên neheq li dijî sivîlan bi nav kir. Rîma Azam tekez kir ku pêwist e ev yek bi tundî werin şermezarkirin û destnîşan kir ku tiştên diqewimin rastiyeke dijwar a li welat nîşan dide. Her wiha da zanîn ku
binpêkirin bandorê li her kesê dikin û wiha domand: ”Gelê Xirîstiyan di dîrokê de bi aştîxwaziya xwe tê nasîn û tevlî kiryarên tundiyê nebûye. Binpêkirin bi tenê li deverel sînordar nebûn, li gelek deveran û di navbera komên cuda de belav bûn ku ev yek jî nîşaneya berfirehbûna qeyranê ye.”
Rîma Azam di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku lêdana zengilên dêran li Suweydayê û kombûna niştecihên ji paşxaneyên cuda ji bo nîşandana hevgirtinê bi Suqeylebiyê re peyameke zelal e, nîşan dide ku civak tevî hemû zehmetiyan hê jî pabendê nirxên jiyanê ye.