Rejîma Îranê belgeya motorsîkletê nade jinan

Zêdetirî heft meh di ser soza dayîna belgeya motorsîklêtan a ji bo jinan re derbas bûye, lê hê neketiye meriyetê. Ji bilî vê, jin demek dirêj e rastî sînorkirinên yasayî û civakî yên li ser ajotina motorsîkletan tên.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Zêdetirî 7 meh in ku pêvajoya dayîna belgeya motorsîkletê ya ji bo jinan a bi rêya peyaman, didome. Ev nûçe demek kurt piştî bûyerên xwînî yên meha Çileyê derket holê û bi lez ket rojeva medyayê. Lê, tevî gelek daxuyaniyên rayedaran, pêvajoya rast a bicîhanînê hîn ne diyar e. Guhertinên di helwestên li hember jinên ku li bisiklêtê siwar dibin de berê jî hatine dîtin. Niha xuya dike ku soza dayîna van belgeyan ji pêkanîna bi rastî ya qedexeyan zêdetir, wek perçeyek sererastkirina îmaja hikûmetê, hewldana guherînên sînordar tê dîtin.

Jin di navbera pêdiviya motorsîklêtê û tirsên yasayî de asê mane

Pirsa bingehîn ev e: Di nakokiya di navbera qedexeya ajotina motorsîklêtan a ji bo jinan û hewldanên heyî yên ji bo dayîna belgeyê de, cihê jinan li ku ye?

Di salên dawî de, gelek jinan di qezayên motorsîklêtan de can dane an jî birînên giran û jêveneger di bedena wan de mane. Nebûna belgeya ajotinê ne tenê astengiyeke mezin ji bo gihîştina sîgorteyê ye, di heman demê de di gelek rewşan de, wan ji derfeta şopandina dozên di qezayên ku ew ne sûcdar in de jî bêpar dihêle. Daneyên heyî nîşan didin ku di sala 2024-2025’an de nêzîkî 3 hezar kes ji ber qezayên motorsîkletan mirin û zêdetirî 150 ji wan jî jin bûn. Ev hejmar, ligel daxwaza zêde ya motorsîklêtan di nav jinan de, nîşan dide ku ev îstatîstîk dibe ku di pêşerojê de hîn zêde bibin. Di vê çarçoveyê de, hilberînerên motorsîklêtan hefteya borî ragihandin ku wan di du salên dawî de zêdetirî 600 hezar motorsîklêtên cûrbecûr firotine jinan. Ev îstatîstîk bi zelalî xwesteka zêde ya jinan a bikaranîna vê rêbaza veguhestinê nîşan dide.  Ev jî xeteriya yasayî ya têkildarî nebûna belgeya ajotinê nîşan dide.

 ‘Ji ber ku belge tune ye her tim em sûcdar dibin’

Azadeh S. ku demekê li Kirmaşanê motorsîklêt diajot, wiha dibêje: “Min çend qezayên ku tu xeletiyek min nebû kir, lê gava ajokarê din fêm kir ku ez jin im û belgeya min a ajotinê tune ye, gef li min xwar ku ger ez mesrefê nedim, ew ê gazî polîsan bike. Ji ber min dizanî destwerdana polîsan tê wateya ku motorsîklêta min desteser bikin û ez ê bi encamên yasayî re rûbîrû bimînim, ji bo derketina ji wê rewşê min lêçûan da. Dîsa jî ez her gav ditirsiyam ku tiştek din biqewime. Ji ber vê heta rewşa yasayî bê guhertin min dev ji ajotina motorsîklêta xwe berdaye.”

Ji pêwîstiyek rojane ber bi şikandina tabûyan ve

Ev vegotin du pîvanên ku jin pê re rûbirû dimînin nîşan didin: Li aliyekê, xwestek û pêwîstiya bikaranîna motorsîkletan wek rêbazek veguhestinê ya bilez û aborî, li aliyê din zexta yasayên sînordar û nebûna piştgiriya yasayî. Di vê çarçoveyê de, sozên hikûmetê yên dayîna belgeya motorsîkletan ji bo jinan, ji çareseriyek rastîn zêdetir, wek amûrek propagandayê ku armanc dike wêneyê giştî yê hikûmetê baştir bike tê dîtin. Barên darayî û metirsiya qezayan tenê

beşek biçûk ji zextên li ser jinên motorsîkletê diajon e. Barê sereke yê rast bi xwezayî psîkolojîk û civakî ye; ango, zextên ku di têkoşîna bi temamî de ji bo bidestxistina mafê ajotina motorsîkletê ji bo jinan berdewam kirine.

‘Rastî heqaretê hatim’

Şerareh R. ku li Kirmaşanê motorsîkletê diajot, tiştên jiyaye wiha anî ziman: “Ez ji bo pratîkê li kolanan bi motorsîkleta kurê xwe digeriyam. Carekê, Peugeotek hema bêje li min da. Dema ku min bertek nîşan da, mêrek bi rihek dirêj û jinek bi hîcab ji erebeyê derketin û heqaret li min kirin û gef li min xwarin. Di dawiyê de, mêr çend caran li motorsîklêta min da, heqaret li min kir, dîsa li erebeya xwe siwar bû û çû.”

Ev ezmûn mînaka tundî û şermê ye ku jin di hewldanên ji bo şikandina tabûyên derbarê ajotina motorsîklêtê de pê re rûbirû dimînin. Bi salan, gelek jin ji civakê û heta ji malbatên xwe ji bo motorsîklêtê najon bi awayên cûda rastî nêzîkatiyên xirab hatine. Lê dîsa jî, bi saya israr û biryardariyê, wan karîn bêyî destûrên fermî yên hikûmetê motorsîklêtan bajon. Bi vî rengî bi awayek bi bandor sînorên qedexeyê şikandin. Ev berxwedan eşkere dike ku ji bo jinan ajotina motorsîklêtê ne tenê amûrek veguhestinê ye, sembola têkoşîna ji bo azadiya kesî û civakê ye jî.

‘Plana Noor’

Têkoşînek ku her roj li kolanan li dijî çavên nerazî û yasayên sînordar tê meşandin e. Lê pirsa bingehîn hîn jî ev e: Gelo hikûmet bi rastî bikaranîna motorsîkletan wek mafek ji bo jinan nas dike, an jî gavavêtina ji bo hêsankirina dayîna belgeyê tenê gavek sembolîk û taktîkî ye? Ezmûnên wek guhertina navê ‘Polîsê Exlaqî’ û ji nû ve aktîvkirina wê di bin navê ‘Plana Noor’ (Plana Ronahî) de, nîşan dide ku guhertinên hatine ragihandin her gav nabin sedema rakirina qedexeyan. Ji vê perspektîfê ve, heta pêkanîna dayîna belgeya motorsîkletan ji bo jinan jî dibe ku di çarçoveya yasa û pergalên sînordar ên Komara Îslamî de, bi qedexeyên nû, hebûna civakî û azadiyên kesî yên jinan hedef digirin qedexe bikin hat.