Jinên Misrî bi projeya ‘Rûmet’ li dijî tundiyê têdikoşin

Projeya Rûmet a ji aliyê Komeleya Misrê ya Pêşveçûnên Giştî hatiye destpêkirin li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe û bi armanca bihêzkirina wan xebatê dimeşîne.

ASMAA FETHI

Qahîre – Rola saziyên jinan di mijara astengiyên li pêşiya jinan de mezin e. Bi riya gelek projeyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan xwestin zagonek cidî yek ji bo parastina jinan ji tundiyê bê derxistin. Bi taybetî tundiya di nava malbatên Misirê de ku ev diyarde bi bêdengî didome. Her wiha komeleyên pêşveçûnî jî bi riya projeyên hevkariyê xebitîn. Komeleya Misrê ya Pêşveçûnên Giştî di projeya bi navê ‘Rûmet’ (Karama) de ku 4 sal in hatiye destpêkirin û bi hevkariya saziya Batîk a Fransayê pêk tînin, bi armanca gelek mijarên ji bo xurtkirina jinan dixebite.

Pêvajoya duyemîn pêdiviyên jinan hedef digre

Rêvebera Projeya “Rûmet” û rêvebera şaxa ofîsa El-Merc a di Komeleya Misirê ya Pêşveçûnên Giştî de Nîhad Mete Butrus got: “Pêvajoya duyem a projeyê pêdiviyên ku ji pêvajoya yekem derketin armanc digre. Ev jî nayê wateya ku hevkarî bi komên nû yên jinan re çênabe, bi taybetî di warê hişyariyê yê girêdayî dozên tundiyê de.”

Nîhad Mete Butrus di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi jinên pêwîstî piştevaniya derûnî re civiyane û piştî dîtina bandora zextên civakî yê li ser jinan ew dest bi vê projeyê kirine. Nîhad Mete wiha didomîne: “Ev rewş destwerdana demildest pêwîst dike. Aliyekî kar di pêvajoya duyem de heye di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyên bijîşkî giştî tevî dermanan jî. Warekî kar ê din heye di pêvajoya yekem de derket. Ew karê bi jinên ciwan re li ser gelek mijarên girêdayî jinan û zarokbûyînê û gelek pîşeyên jîndar ji bo bikaribin astengiyên malbatî û civakî weke diyardeya tundiyê derbas bikin.”

Dê proje 3 salan berdewam bike

Nîhad Mete Butrus der barê dema projeyê de jî dibêje: “Proje dê 3 salan berdewam bike, kar li Qahîreyê dê mezin bibe lê ew herêmên herî hewcedar armanc digre, weke El-Merc, Ezbet El-Nexîl û Ên Şems. Di salên kar ên destpêkê de çandên gelek jinan hatin guhertin û gelek wan bi karên hişyarkirina civakî radibin. Çar sal kar li ser mijarên jinan di projeya Rûmetê de derbas bûn. Bi taybetî mijara tundiyê û encamên wê. Gelek encam pêk hatin weke danasîna jinan bi têgeha mijarên tundiyê yên curbecur û şêwazên têkoşîna li dijî vê diyardeyê. Projeyê têgeh û mijarên gelek sereke di civakê de guherand. Weke mijara zewaca keçên di temenê biçûk de, sinetkirina keçan. Her wiha jinan bi perwerdeyê xurt kir ku bikaribin li hemberî tundiya hevjînên xwe rawestin. Armanca wan avakirina kadroyên jin bû ji bo kar û projeyê berdewam bikin.”

Navendên jinan hat avakirin

Nîhad Mete Butrus encamên herî balkêş di projeyê de nirxand û got: “Navenda jinan hat avakirin xizmetguzariyên piştgiriya derûnî, zagonî û tendirustî ji jinên rastî tundiyê hatine re tên pêşkêşkirin. Heta roja îro deriyên xwe ji bo rewşên nû her vekirî hiştiye, bi alîkariya kadro û rêveberên jin ên ku hatine perwerdekirin û yên di pêvajoya yekem a projeyê de kar kirine.”

‘Bi riya perwerdeyê edî jin dikarin mafên xwe bistînin’

Ji aliyê din ve, berpirsa rêveberiya projeya Rûmet a li Rojhilata Navîn û nûnera saziya Patîk a Fransayê Jouep Toquinone got: “Xurtkirina aborî pêdiviyek bingehîn e ji bo piştgiriya jinan û xurtkirina wan li dijî tundiya ku li ser wan pêk tê. Ew bi Komeleya Misrî ya Pêşveçûnên Giştî re ji 10 salan ve ye kar dikin, ew karê hişyariya bi cureyên tundiyê re dikin. Ji ber ku jin rastî gelek binpêkirinan tên û gelek ji wan nizanin mafên wan tên redkirin. Proje perwerdeyên pîşesazî û rêvebirina projeyan pêşkêş dike, dersên darayî didin jinan di gavên pratîk ên pêşîn de bi kar bîne ku dahateke xwe berdewam çêbike. Vê yekê jî rola wan di malbatê de xurt kir û êdî dikarin biryara redkirina tundiyê bistînin.”

‘Proje gelek welatan dihewîne’

Jouep Toquinone wiha dawî li axaftina xwe anî: “Projeya Rûmetê hema wisa derneket hole. Ew encama hejmarek projeyên din e weke projeya beriya wê ya tevlibûna jinan di warê aborî de. Yek ji sedemên bingehîn ê tundiyê, civaka xwedî hişmendiya mêr e ku xwe dispêre kevneşopiyan û tundiya li dijî jinan normal dibîne. Piştre kesek derdikeve û vê tundiyê rewa dike. Ev ne mijara Misrê tenê ye lê di gelek welatan de heye.”